Navenda Nûçeyan
Rêxistina Casene birîna 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed şermezar kir û weke biryareke nehiqûqî bi nav kir.
Rêxistina Casene, Navenda Metro û Federasyona RONÛS’ê ragihand divê rojnamevan Silêman Ehmed bi yasaya rojnamevaniyê hatiba dadgehkirin, her wiha ji destpêkê ve nehiştin parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin, lewra ev jî binpêkirina mafên mirovan e. Rêxistinê biryara Dadgeha Dihokê ya ji bo rojnamevan û edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsˊê şermezar kir.
Der barê birîna cezayê 3 salan li rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnewsˊê Silêman Ehmed Rêkxistina Casene ya Azadiya Raman û Çapemeniyê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Sepandina vî cezayî bi ser rojnamevan Silêman Ehmed li gor yasaya hejmar 21 ya sala 2003 ye ku yasayeke taybet e bi têkdana ewlekarî û îstiqrara Herêma Kurdistanê. Lê li gor vê yasayê eger vî rojnamevanî tawanek rojnamevaniyê kiriba jî diviyabû di çarçoveya yasaya hejmar 35 ya sala 2007’ê ya yasaya rojnamevaniyê hatiba dadgehkirin.
Rojnamevan Silêman Ehmed ji destpêka hatî girtin mafê wî yê hevdîtina bi parêzer û malbata xwe re tune bû heta qonaxa dema lêpirsînê. Ev jî binpêkirina eşkere ya mafê mirov, destûr û yasaya berkar a Iraqê ye.
Cezakirina rojnamevan Silêman Ehmed di demekê de ye ku berî niha çendîn rêxistinên navnetewî û herêmî rexne li rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mijara cezakirina rojnamevanên herêma Behdînanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî soz dabû ku wê vê mijarê çareser bike. Lê belê rewş neguheriye û ji bilî ceza birîna li Silêman Ehmed, di van rojên dawî de gelek rojnamevanên ku ji bo şopandina êriş û dagirkeriya dewleta Tirk serdana Behdanînê kiribûn, hatin binçavkirin.
Em weke Rêxistina Casene ya Azadiya Raman û Çapemeniyê, cezayê nedadperwerane yê ji aliyê Dadgeha Duhokê ve li rojnamevan Silêman Ehmed hatiye birîn şermezar dikin ku bi hewldaneke berdewam ya ji bo tepeserkirina azadiya raman û çapemeniyê dibînin.”
Dadgeha Dihokê bi tometa endamtiya PYD’ê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan û edîtroê beşa Erebî ya Rojnews’ê Silêman Ehmed birî. Ev biryar bi lez û bez ji aliyê rêxistinên parastina mafên rojnamevanan hate redkirin û weke biryareke nehiqûqî bi nav kirin.
Navenda Metro ya ji bo parastina mafên rojnamevanan têkildarî cezayê ku dadgeha Dihokê li rojnamevan Silêman Ehmed birî got: “Biryara Dadgeha Dihokê ya li beramberî Silêman Ehmed ne dadperwerane ye. Ti mercekî dadgehkirinek dadperwer têde nebû. Em daxwaza betalkirina biryarê dikin.”
Di 29 Tîrmehê de dadgeha Dihokê rûniştina doza rojnamevan Silêman Ehmed pêk hat. Dadgehê bi tometa ku Silêman Ehmed ‘Endamê PYD’ê ye’ sê sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman birî. Têkildarî biryarê Navenda Metro daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ji roja Silêman Ehmed hatî girtin ve (23’yê Cotmeha 2023) wek Navenda Metro wan gelek daxuyanî û daxwaz pêşkêşî desthilata dadweriyê kirine. Navenda Metro got: “Me daxwaz kir ku dosya dadgehkirinê li gor yasa hejmar 35 a sala 2007ˊan a yasaya rojnamevaniyê be. Me xwest ku rê bi malbat û parêzerên wê bê dayîn ku hevdîtinê li gel de bikin. Me xwest ku dadgehkirina Silêman Ehmed di hewayeke dadperwerane de pêk were.”
Di dewamê de tê gotin: “Biryara Dadgeha Dihokê ya li beramberî rojnamevan Silêman Ehmed ne dadperwerane ye û mercên dadgehkirinek dadperwerane tê de nebû. Daxwaza betalkirina biryarê dikin.”
Her wiha bang hate kirin ku dadgehê weke tolhilandina dijî rojnamevanan bikar neynin û tê gotin, pêwîst e di mijara azadiya çapemeniyê de şert û mercên darizandinek adil bên afirandin. Nabe di bin ti hêncetek din de yasayek din were bikaranîn û wiha tê gotin; “Piştî 211 rojan rê hat dayîn parêzer wî bibînin, ev hemû li ser rastiya tometên ku ji bo Silêman tên gotin, gumanan ava dike.”
Her wiha Federasyona RONÛS’ê biryara ceza birîna li rojnamevan Silêman Ehmedî bi tundî şermezar kir û got; “Siyasiyan di bin siya dadgehê de plan ji bo vê biryarê çêkirine û bang li hemû aliyan dikin ku kampanyek berfereh organîze bikin ji bo şopandina biryara Dadgeha Dihokê û her wiha ji bo ku rê neyê dayîn sîstema dadwerî ji bo daxwazên partiyan û ajandayên derve bên bikaranîn.”
Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) der barê 3 sal cezayê girtîgehê yê îro ji aliyê Dadgeha Dihokê ve li rojnamevan Silêman Ehmed hat birîn de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, ew wek Federasyona Rojnamevan û Nivîskarên Serbixwe (RONÛS) bi tundî biryara Dadgeha Dihokê ya ceza dayîna rojnamevan Silêman Ehmed bi tundî şermezar dikin ku di bin siya dadgehê û binavê dadgehê ji aliyê siyasiyan (hizbî) ve plan û bername jêre hatine çêkirin.
Di dewamê de bal kişand ser hincet û sûcdarkirinên bêbingeh û bê belge li dijî Silêman Ehmed û wiha hate gotin; “Li ser tohmetên ku tu delîlên îsbatkirinê nehatine pêşkêşkirin û ji raya giştî re nehatine eşkerekirin, ankû heman tawanên sîxuriyê û hewldana têkbirina ewlehiya Herêma Kurdistanê ye. Çend sal berî niha hejmarek rojnamevan û çalakvanên sivîl li herêma Behdînanê hatin cezakirin ku ev jî moreke din a şermê ye li nav çavê desthilatdarên siyasî yên Herêma Kurdistanê û sîstema dadweriya Herêmê.”
Federasyona RONÛS bang li hemû rêxistin, sendîka, navend û platformên parastina mafên mirovan û azadiya ramanê, hemû azadîxwaz, welatparêz, rojnamevan, nivîskar û aktîvîstên civaka sivîl kir ku ji bo şopandina biryara Dadgeha Dihokê ya li dijî rojnamevan Silêman Ehmed kampanyayeke berfireh lidar bixin, ji bo ku rê neye dayîn sîstema dadwerî ji bo daxwazên partiyan û ajandayên derve bên bikaranîn.”
Her wiha federasyonê bang li balyozxane û konsulxaneyên welatên li Iraq û Herêma Kurdistanê jî kir ku hewlên xwe bidin ji bo şopandin û betalkirina biryara Dadgeha Dihokê. Di dawiya daxuyaniya Federasyona RONÛS’ê de wiha hate gotin; “Azadî ji bo rojnamevan Silêman Ehmed û hemû azadîxwazan. Her wiha berdewamî ji têkoşîna sivîl, azadiya çapemenî û nivîsandinê.”