Solîn Mihemed / Qamişlo
Gaziyên şer diyar kirin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo Rojavayê Kurdistanê wergerekî dîrokî ye û destnîşan kirin ku ev şoreş bi xwîna şehîdan, fedakariya canfîdayan û keda birîndaran hatiye avakirin.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê di nava 14 salên derbasbûyî de, ji hêla dewletên dagirker, komên girêdayî wan û çeteyên DAIŞ’ê ve rastî gelek êrîşên dijwar hat. Lê belê şervanên azadiyê li hemberî van êrîşan bi îradeyeke mezin li ber xwe dan. Ji bo avakirin, parastin û pêşxistina şoreşê, bi hezaran şervanên jin û mêr şehîd û birîndar bûn.
Îro 14 sal di ser vê şoreşa gelan ku li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir re derbas dibin. Di derbarê mijarê de gaziyên şer Şêrzad Resûl û Seîd Ismaîl ji rojnameya me re axivîn.
‘19’ê Tîrmehê ji bo me xwedî wateyeke mezin e’

Şêrzad Resûl bal kişand ser girîngiya dîrokî ya vê rojê û weha got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi hêsanî pêknehat, lê belê bi keda bi hezaran şehîdan hat afirandin. Em wek gaziyên şer, mîsyona wan şehîdan di kesayetiya xwe de dibînin. Ji bo wê yekê, divê em bi hemû şêwazan van destkeftiyan biparêzin. Parastin tenê ne hildana çekan e; weke gazî, erka me ye ku em xwe di warê rêxistinî de dewlemend bikin û di nava gel de sîstema rêxistinbûnê ya ku bingehê civakê ye zindî bikin.”
Şêrzad di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser şerê taybet û wiha pê de çû: “Em dibînin ka çawa li dijî vê şoreşê propagandayên reşkirinê tên meşandin û dixwazin van destkeftiyan pûç bikin. Ji bo vê yekê, pûçkirina van propagandayên şerê taybet erka me hemûyan e.”
‘Roja 19’ê Tîrmehê ji bo Kurdan rojeke dîrokî ye’

Seîd Ismaîl Jî anî ziman ku ev şoreş li Rojhilata Navîn bû tecrûbeyeke bêhempa û ji hemû cîhanê re bû mînak û wiha got: “Zilm, zordarî û koletiya bi sedsalan a li ser jinê hat hilweşandin. Jin bû pêşeng û rêvebira civaka demokratîk. Sîstema hevserokatiyê cihê xwe girt û bi vî rengî nîvê din ê civakê ku hatibû felckirin, dîsa zindî bû.”
Ismaîl diyar kir ku şoreşa ku ji Kobanê dest pê kir, sînorên herêmê derbas kirin û wiha domand: “Şoreşê seranserî Rojava girt, gihîşt Tebqa û Dêrezorê; hemû ol û netewe di bin sîwana Netewa Demokratîk de anîn cem hev û yekîtiyeke li ser bingeha edalet û wekheviyê ava kir. Tu gotin û têgîn têrê nakin ku wateya rastî ya Şoreşa 19’ê Tîrmehê bînin ziman, ji ber ku bingeha wê bi xwîn û rûmeta şehîd û birîndaran hatiye rûnandin.”
‘Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin’
Seîd Ismaîl di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir ku yekîtiya xwe xurt bikin û got: “Em wek birîndarên şer nikarin dest ji van destkeftiyan berdin, ji ber ku me bedelên pir giran dane. Heta ku dilopek xwîn di laşê me de hebe, em ê ji bo parastina van nirşan bixebitin. Ev destkeftî berhema xwîna şehîdan û perçeyên ji laşê me ne, lewma destberdan jê ne pêkan e.”






