Ayşa Silêman/ Dêrik
Siyasetmedara Jin Zelûx Bekir diyar kir ku 19’ê Tîrmehê ne tenê rûpeleke ji salnameyê ye, lê rênivîseke zêrîn e ku di dîroka nûjen a gelê Kurd de bi xwîn, bîrewerî û vîna azadiyê hatiye neqşandin. Ev roj, xala wergêranê ya ku çirûska Şoreşa Rojava pêxist û banga herî bilind a xwenasîn, rûmet û xwerêvebirinê ye. Di vê roja pîroz de, tora koletiyê ya ku bi sedsalan li ser hiş û axa vê herêmê hatibû rêsandin, bi destên şoreşgeran hat çirandin û li şûna wê tovên jiyana nû û wekheviyê hatin çandin.
Di derbarî salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, siyasetmedara jin Zelûx Bekir bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Şoreşa Rojava bi Şoreşa Jinê tê nas kirin, hûn vê yekê çawa pênase dikin?
Di serî de em vê salvegerê li hemû gelê Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin bi taybet li malbatên şehîdan ku xwedî kedeke pîroz bûn. Rêjîma Bass ev 50 sal bûn ku sîstemeke qirêj şofînîst, qirkirin û pişaftin li ser gel didan meşandin, ev kiryar ne aramiyek li cem gelê sûriyê çêdikir bi taybet gelê kurd. Hertim dixwestin gelê kurd dibin komkujiyan re derbas bikin, ji ber ku gelê kurd gelekî resene û herêmên ku ew têde jiyan dikin herêmên herî stratîjîk û zengînin di Sûriyê de. Di sala 2011‘an de kelandinek li Rojhilata Navîn li hember sîstemên desthilatdar destpêkir, Şoreşa gelan li Tûnisê dest pê kir û bayên wê şoreşê derbasî Sûriyê bûn. Gelê kurd jî li Rojavayê Kurdistanê xeta siyem hilbijatin ji ber ku yê herî êşiyayê ji vê sîstemê gelê kurd bû, di 2012‘an de Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir û gelê kurd bi yek dengî rabûn ser piyan û berxwedaniyeke bê hempa dan meşandin. Yê ku pêşengtiya vê şoreşê kirî jina kurd bû û bi hemû hêza xwe ve tevlî şoreşê bû û hêz da derdorê. Êdî çi meclis û sazî hatin ava kirin jina kurd cihê xwe têde girt û bingehê saziyan li ser esasekî rêxistinkirî dan ava kirin. Bi vê yekê jina kurd bû nimûne ji herkesî re û derdorê ew ji bo xwe dît lûtkeya serkeftinê, ji ber ku barê herî giran li ser pişta jinê bû cihê xwe di hemû qadan de girt û bi cesaret li pêşiya hemû êriş û kiryaran disekinî, lewma dema em behsa jina kurd dikin herkes dibin aşiqê sekna wê.
-Piştî 15 salan ji berxwedanî, destkeftî û isbatkirinê, tê dîtin ku çawa ev guhertinên ku li herêmê rû didin dixwazin navên bajaran biguherînin, mînaka berbiçav guhertina navê Kobanê, dixwazin bi vê yekê lehengiya dîrokî bi siyaseta xwe îmha bikin, hûn ji bo vê yekê çi dibêjin?
Ev şoreş bi salên dirêj li ser piyan maye di welatekî de ewqas şer û mûdaxelyên dewletên jidervê dihatin kirin, hertim çavên hemûyan û pilanên wan ên qirêj li ser herêmên me bûn. Çi kesê ku dest tavêje siyaseta sûriyê ne ji bo gelê wê ye lê ji bo berjewandiyên xwe berê xwe dide sûriyê. Sûrî sûrî tenê dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin û sîstema xwe birêve bibin, kesê ku ji me re pirsgiêkê çareser bike kî bê negirînge ya girîng wê çawa çareser bibe. Ji ber ku gelê kurd di nav van salên dirêj de bûye xwedî tecrûbe, tu kes nikare serkeftin û berxwedaniya gelê kurd înkar bike. Lê çeteyên ku îro dixwazin dest deyînin li ser axa sûriyê û bi riya dewletên jiderve dixwazin sûrî bi rêvebibin wê nikaribe bibe hêvî ji bo tu gelî. Ev pilana ku îro roj didin meşandin û dixwazin navên bajar, bajarok, gund û dibistanên me biguherînin pilaneke gelekî mezine li dijî gelê kurd.
Dixwazin sîstema vê herêm bi temamî were hilweşandin û careke din sîstema xwe li ser welatekî ku ev 15 salan di nav şer û êrişan re derbas dibû, bidim meşandin. Lê ev gelê ku bi hezaran şehîd dane ne heman gelê ku berî 15 sala ye her bostek ji axa vî welatî bi xwîna şehîdan hatiye avdan û bedêlên giran hatine dayîn wê tucarî gelê kurd vê yekê qebûl neke. Dema gel şehîdekî dide xwedî li şehîdê xwe derdikeve û dibe layîqê wî şehîdê, em tucarî îdolojiya xwe naguherin û rê nade tukesê ku dest dirêjiyê li destkeftiyên vê şoreşê bikin.
-Ji bo ku destkeftiyên vê şoreşê di asta navneteweyî de bi fermî werin naskirin, divê çi gavên dîplomasî werin avêtin?
Di hundirê Sûriyê de deriyên dan û standinan bi temamî hîn nehatine vekirin, ji ber ku hîn neqebûl kirina wan ji bo gelê kurd heye. Lê bixwazin nexwazin gelê kurdin ên ku dikarin piroje û sîstemên guncaw ji bo gelê Sûriya deyînin ji ber ku xwedî tecrûber ne. Li milekî din siyasetmedarên kurd serlêdanên diplomasî kirin li seranserî welatên jiderve, ev yek ji bo parastina mafê gelê kurd di hundir destûra sûrî de tê kirin. Gava yekem ji bo avakirina sûriyê pêwîste gelê sûriyê bi hev re destûreke nû deyînin ku mafê herkesî were parastin. Pêwîste di milê diplomasî de gelê kurd yekrêziya xwe bide ava kirin, ji ber di dema niha de yekrêzî ji her demî zêdetir pêwîste. Di heman demê de gelê ku xwe li ser piyan girtî di vî welatî de, gelê kurde lewma pêwîste mafê wê were erê kirin û divê gelên din jî xwe bikin destek bi gelê kurd re ji ber ku sûrî wek tabloyeke rengîne, misoger kirina mafê hemû gelan di destûrê de gelekî girînge, bêyî vê yekê sûriyeke nû nayê avakirin.






