Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
in NÛÇE
A A
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Xebatkarê Kanala Rojava TV Serkeft Hisên diyar kir ku Kenala Rojava TV di 19’ê Tîrmeha 2017’an de di studyoyeke pir biçûk û bi derfetên pir sînordar de dest bi weşana xwe kir. Tevî van derfetan jî kanal bi armancên mezin, plansaziyeke berfireh û stratîjiyeke zelal ketin vê rêyê û di demek kurt de ew bû deng, reng û tecrûbeyeke nû di nav çapemeniya azad ya Kurdî de û bi vî awayî rêya xwe berdewam kir.

 Di sala 2017’an de wekî vê rojê rêwîtiya dezgeheke ji dezgehên Ragihandina azad, Kanala Rojava TV dest pê kir. Rojava TV dergehekî nû yê bihîstin û dîtinê bû. Di vê çarçoveyê de derbarê salvegera damezrandina Kenala Rojava TV, xebatkarê Kenalê Serkeft Hisên ji Rojnameya me re axivî.

‘Rojava TV deng, reng û tecrûbeyeke nû bû’

Serkeft Hisên di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Kenala Rojava TV bi derfetên pir sînordar, lê bi armanc û stratejiyên mezin dest bi rêwîtiya xwe kir û wiha got: “Ji xwe wekî em hemû dizanin di Adara 2011’an de hinek alî rabûn û gotin em ê dest bi şoreşekê bikin ku Sûriyeke demokratîk û pirreng saz bikin. Lê paşê gelek ji wan hêzên ku navê şoreşger li xwe dikirin, li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî tevgeriyan û ketin bin bandora hêzên derve yên ku di karûbarên Sûriyê de destwerdan dikirin. Ji ber vê yekê Şoreşa Gelên Sûriyê ku hîn di malzaroka xwe de bû, bi destwerdanên dewletên derve wek Tirkiyê, Qeter û gelek welatên din, ji rêgeha xwe ya rastî derket û hêdî hêdî veguherî şerekî navxweyî. Di vê rewşê de Kurdên li Rojavayê Kurdistanê dijîn û xwedî rastiyeke dîrokî û erdnîgarî ne, ji bo ku xwe ji wî şerê navxweyî dûr bigirin, di heman demê de pêşengtiya avakirina Sûriyeke demokratîk bikin, xeta sêyemîn pêş xistin. Li ser vê bingehê jî roja 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê dest bi şoreş û tecrûbeyeke nû kirin. Ev şoreş ku di encama dehên salan a têkoşîna Tevgera Rizgarîxwaziya Gelê Kurd de pêk hatibû, hêdî hêdî xwe ava kir û di Çileya 2014’an de bi ragihandina Rêveberiya Xweser a Demokratîk li sê kantonên sereke yên Efrîn, Kobanê û Cizîrê qonaxeke nû dest pê kir. Di wê demê de Sûriyê di nav pêvajoyeke pir aloz re derbas dibû. Pêlên xwînrijandinê her ku diçûn zêdetir dibûn û li seranserî welêt tu asoyên çareseriyê tune bû.

Ji ber vê yekê pêdiviya xelkê Sûriyê bi sîstemeke nû hebû. Ev sîstem jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin û Rêveberiya Xweser di van salên şoreşê de bi awayekî berbiçav îsbat kir ku dikare ji bo hemû Sûriyê bibe modelekî demokratîk û çareseriyek rastîn. Ev tecrûbeya nû jî ku îlhama xwe ji Paradîgma Netewa Demokratîk digire, pêdivî bû ku ji aliyê raya giştî, gelên Sûriyê, gelên Rojhilata Navîn û hemû cîhanê ve were naskirin. Ji bo ku ev rastiya dîrokî û ev tecrûbeya demokratîk bi awayekî rast were gihandinî gelan, pêdivî bi ragihandina azad hebû. Di vê çarçoveyê de piştî lêkolînên fireh, amadekariyên dirêj, diyarkirina stratîjî, gelek civîn, komxebat û diyalogan, di 19’ê Tîrmeha 2017’an de li bajarê Amûdê avakirina Kenala Rojava TV hate ragihandin. Rojava TV bi armanca naskirina pergala Rêveberiya Xweser û tecrûbeya nû ya demokratîk ji gelên Sûriyê, gelên Rojhilata Navîn û raya giştî re hate damezrandin. Li ser vê bingehê di studyoyeke pir biçûk û bi derfetên pir sînordar de li Amûdê me dest bi weşana xwe ya yekem kir. Her çend me bi derfetên kêm dest pê kirin, lê me bi armancên mezin, plansaziyeke berfireh û stratîjiyeke zelal ketin vê rêyê. Di demek kurt de Rojava TV bû dengekî nû, rengekî nû û tecrûbeyeke nû di nav çapemeniya azad ya Kurdî de û bi vî awayî rêya xwe berdewam kir.”

‘Stratejiya me ku bibin dengê gelên Sûriyê’

Serkeft Hisên eşkere kir ku stratejiya wan a sereke ew bû ku hemû civak û pêkhateyên Sûriyê xwe di Kenala Rojava TV de bibîne û wiha pê de çû: “Me wekî Kenala fermî ya Rêveberiya Xweser li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanc û vîzyonekî diyar dest bi kar û xebatên xwe kir. Yek ji stratejî û plansaziyên me yên bingehîn ev bû ku hemû gelên Sûriyê, bi taybetî hemû civak, pêkhate û bawerî, xwe di vê kenalê de bibînin. Ji bo gihîştina vê armancê me gelek lêkolîn û plansazî kirin. Herwiha me bernameyên bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û Ermenî amade kirin û di heman demê de bernameyên taybet li ser çand, wêje, folklor û zimanên hemû gelên ku li ser van axan dijîn pêşkêş kirin. Ji ber ku ev mîrasên çandî û zimanî bi dehan salan di bin siyaseta înkar û asîmîlasyona rêjîma Baasê de hatibûn zextkirin û paşguhkirin, me xwest ku wan ji nû ve zindî bikin û biparêzin. Hem jî rastiya dîrokî û ruhê pêkhevjiyanê ya ku bi sedê salan li ser vê axê heye, nîşan bidin û bidin diyarkirin ku hemû gel dikarin di nav sîstema Rêveberiya Xweser de bi hev re bijîn. Ev bû stratejî û armanca sereke ya kenala me. Di çarçoveya vê armancê de em çûn nav civakên Ermenî, Suryanî, Ereb û Kurd, li gorî şert û derfetên heyî jî me hewl da ku bibin dengê wan û bi vî awayî me hin bernameyên xwe yên siyasî li ser pêşhatên siyasî ku li welatê me çêdibin û hemû bûyerên ku rasterast bandorê li ser welat û gelên me hene, çêkirin. Lê belê giraniya sereke ya xebata me her dem li ser bernameyên çandî, wêjeyî û folklorî ye. Ji ber ku em bawer in hemû civak rastiya wan di dîrok, çand, ziman û nasnameya wan a resen de, veşartî ye. Îro jî Rojava TV nêzîkî 40 heta 50 bernameyan bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî û Ermenî pêşkêş dike. Ev hemû bername bi armanca ku hemû pêkhate xwe di vê kenalê de bibînin, dengê xwe bibihîzin û mîrasa xwe ya çandî û dîrokî biparêzin, têne amadekirin.”

‘Rêwîtiya 9 salan bi zehmetî û têkoşînê re rû bi rû bû’

Serkeft di dewamiya axaftinê de zehmetiyên ku pêşberî xebatên wan hatin, bi vê nirxandinê rave kir: “Niha bêguman em jî di van salên rêwîtiya têkoşîna xwe de rastî gelek zehmetî û astengiyan hatine. Em behsa 9 salan dikin ku îro 9’emîn salvegera damezrandina kenala me ye. Bi rastî gelek caran  ekîbên me ku li meydanê ji bo ragihandina rastî û resengiya Şoreşa Rojava Kurdistanê kar dikirin, rastî gef û zextan hatin. Gelek caran malperên me yên torên civakî ku bi sed hezaran şopînerên xwe hebûn, hatin girtin. Herwiha gelek êrişên sîstematîk li dijî weşana me pêk hatin. Lê tu carî van astengiyan nekarîn rê li pêşiya weşan û têkoşîna me bigirin. Çima? Ji ber ku dema ku me dest pê kir, her çend derfetên me kêm bûn, lê me bi bawerî û bi eşqeke mezin dest bi vê rêwîtiyê kir. Me got: “Şoreşek heye û divê em bi hemû hêza xwe bibin deng û rengê wê şoreşê.” Ji ber vê yekê her astengiya ku li pêşiya me derket, me bi îradeya xurt bersiva wê da. Me zehmetî yek bi yek derbas kir. Di heman demê de bi piştgirîya gelê me û bi rexneyên avaker ên wan, roj bi roj zêdetir me xwe komî ser hev kir û bihêztir bûn. Lewma eger îro em gihîştine vê astê ku tîmên me bi awayekî pirsporane kar dikin û ewqas temeşevan û şopînerên me hene, ev hemû encama sîstema demokratîk e, sîstemek ku di wê de hemû gel cihê xwe dibîne.”

‘Heta pênûs û peyvên me yên azad hebin, em ê ji bo ragihandina heqîqetê têbikoşin’

Xebatkarê Kenala Rojava TV Serkeft Hisên axaftina xwe wiha bidawî kir: “Ji îro şûn de em dikevin rêwîtiya salake nû de. Bêguman di van 9 salên derbasbûyî de me qet negot em gihiştine asta ku dixwazin an jî sedî sed serkeftî bûne. Berevajî vê yekê em her dem bi çavekî rexnegir li xebatên xwe dinêrin û dixwazin her roj têkoşîna xwe zêdetir û xurtir bikin. Em li ser sozên xwe yên ji bo çapemeniya azad û li ser bingehên fikra Neteweya Demokratîk dimînin û hewl didin ku weşangeriyeke profesyonel, xurt û berpirsiyar pêk bînin. Armanca me ew e ku layiqê gelê xwe bin û dîrok, çand û nasnameya gelê xwe ya ku bi sedan salan ji aliyê sîstemên dagirker ve ketiye bin zext û pêlên asîmîlasyonê, rast û bi rêzdarî nîşan bidin. Me ji xwe re soz daye ku heta pênûs, kamîra, deng, fikir û peyvên me yên azad hebin, em ê di vê rêbazê de bi awayekî hê xurtir têkoşîna xwe bidomînin. Her dem em ê hewl bidin ku layiqê keda gelê xwe bin. Rexne, şîrove û têbîniyên avaker ên ku gel ji me re dişîne, ji bingehên sereke yên xebata me ne. Li ser vê bingehê soza me ew e ku çawa îro dixebitin, sibê ji îroyê zêdetir bixebitin. Em bi baweriyeke tam bawer in ku bi xebat, ked û fedakariyên zêdetir em ê bikaribin destkeft û berhemên baştir pêşkêşî gelê xwe bikin. Niha armanca me ne tenê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, lê em dixwazin li ser asta hemû Sûriyê jî kar bikin. Ji ber vê yekê niha bernameyek me bi zimanê erebî ji bo herêmên Peravê ku li ser taybetmendî, çand û rastiya dîrokî ya gelê Elewî radiweste, heye, bernameyek din jî ji bo Parêzgeha Siwêdayê ye ku li ser kevneşopî û çanda gelên wê herêmê ye. Herwiha li seranserê Rojavayê Kurdistanê jî tîmên me hene û bi awayekî berdewam dixebitin. Di demên pêş de jî em ê hewl bidin ku xebatên xwe berfirehtir bikin û bibin Kenala ku li ser asta hemû Sûriyê kar dike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.