Navenda Nûçeyan
Parlementoya Îsraîlê (Knesset) piştî temamkirin wîlayeta xwe ya çar salan, di xwendina xwe ya dawî de li ser fînansekirina partiyan erê kir û ji bo pêkanîna hilbijartinên 27’ê Cotmehê, xwe fesx kir.
Parlementoya Îsraîlî di êvara roja pêncşemê de fesxkirina xwe raghand, ev gav rê li ber hilbijartinên giştî ku dê di 27’ê Cotmehê de bê li dar xistin, hat avêtin. Di heman demê de bi nêzîkbûna salvegera 3‘yemîn a êrişên Cotmehê pêk hat, ku bi xwe re bandorên ewlehîm leşkerî û siyasî yên kur, anî.
Fesixkirina Knessetê di demekê de hat ragihandin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjemin Netanyahu ji bo parastina desthilata xwe bi gelek pirsgirêkên re rû bi rû ye. Anketên raya giştî ya Îsraîlê nîşan didin ku partiyên muxalefetê ya bi serokatiya serokwezîrê berê Naftali Bennett û Serokê Berê yê Serfermandariya Îsraîlê Gadi Eisenkot ku serokê tevgereke navendî ye ji aliyê gel ve tên piştgirîkirin.
Di hefteya borî de jî parlementoyê gelek rûnştin li dar xistibû, tê de gelek qanûn hatin erê kirin, di çarçoveya hewldanên Nitnyaho de ji bo pejirandina komeke ji projeyên wî yên siyasî berî ku dewreya parlemento bi dawî bibe.
Ji wan qanûnan, erêkirina du qanênên ku dibêje tevlîbûna zilamên cihu yên (Haredim) ji bo artêşê bêne rawestandin, di gavekê de armanc dike ku tevlîbûna partiyên olî bo her hikumetekê ku Nitinyaho dê piştî hilbijartinan ava bike, bê misogerkirin.
Herwiha parlementoyê (Kneest) hejmareke ji qanûnên girêdayî pilana hikumetê ji bo jinûve sazkirina heykela dadweriyê, erê kir. Di nav de berfirehkirina desthilata hikumetê li ser wesîleyên raghandina fermî û qelsbûna desthilatên şêwirmenda dadweriya hikumetê. Şêwirmenda dadweriya Gali Bharav – Myara berî niha li dijî van reforman bertek nîşan dabû, ev yek hişt ku ew bibe armanceke dubare ji bo rexneyên Nitinyaho û partiyan.
Serokê Knessetê Amir Ohana dema ragihandina fesixkirinê de axivî û got: “Em çar salan diqedînin. Di vê heyamê de me 9 budçe û bi sedan qanûn derxistin. Ez ji bo baweriya ku we da min spasiya we dikim. Bi vê baweriyê me bi hev re hişt ku em çar salan temam bikin.”
Di dîroka Îsraîlê de hikumeteke ku çar salan tenê temam bike bûyereke kêm e. Hikumeta dawîn ku bêyî hilbijartinên pêşwext dema xwe ya destûrî temam kir di sala 1988‘an de bû. Netanyahu jî di dîroka Îsraîlê de herî dirêj di posta serokwezîrtiyê de maye.






