Rojnameya Ronahî

Kombenda Efrîn a Civakî binpêkirinên dewleta tirk şermezar kir

Diyana Mistefa/ Reqa

Kombenda Efrîn a Civakî li Kantona Reqayê bi daxuyaniyekê binpêkirinên  dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê şermezarkirin.

Daxuyaniyî ji aliyê  endamê Kombenda Efrîn A Civakî  Selah Ebdo ve hat xwandin.

Di destpêka daxuyanioyê de wiha hat gotin: “Ji roja yekem a êrîşa dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  li ser Efrînê, gelek binpêkirin li dijî  ku gelê Efrînê ve tên kirin. Ev bipêkirin ji aliyê komên çete ku dagirkeriya Tirk destekê dide wan, pêk tên. Şêniyên Efrînê rojane rastî binçavkirin, koçberkirina bi darê zorê, desteserkirina mal û milkan, talan , kuştin, revandin, dizî û herî dawî şewitandina daristan û zeviyan , herwiha qirkirina ekolojî, tên kirin. Ev hefteyek şewitandina daran dewam dike û xwezaya Efrîn tê qirkirin.

Civaka Navneteweyî çavê xwe ji van tawanan re digre, tiştê ku dewleta Tirk û komên çete ê ku li Efrînê dikin, digihîje asta tawanên şer,  ji ber ku ew li gorî yasaya Romayê tawanên şer temsîl dikin, di nav de:

1- Desteserkirina milkên sivîlan.

2- Veguhertina xaniyan bo baregehên leşkerî.

3- Bicihkirina koçberan û derxistina xelkên resen.

4- Guherîna demografî.

5- Sînorkirinên aborî li ser sivîlan bi rêya derkirin, talankirin û  wêrankirina şûnewarên dîrokî

6- Guhertina  erdnîgariya herêmê bi şewitandina darên daristanî û darên zeytûnan û henaran û tirî .

Em di Kombenda Efrînê a Civakî de van kiryaran şermezar dikin û daxwaz dikin ku hemû rêxistin, deste û Saziyên Navneteweyî û herêmî dikin ku zextan li ser dewleta dagirker û komên çete  bikin da ku dagirkeriya xwe ya li ser Efrînê bi dawî bikin û hemû çete ji wê derê derkevin.”