Rojnameya Ronahî

YRA û YRJ’ê biriyara darvekirina jinên Rojhilatê Kurdistanê û darzandina Silêman Ehmed şermezar kir  

Hemze Sêvo

YRJ û YRA’yê têkildarî biryara darvekirina rojnamevanên jin, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî yên ku ji hêla rêjîma Îranê ve hate girtin, herwiha cezayê ku li rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hat birîn, şermezar kirin.

Îro Yekîtiya Raghandina Jinê û Yekîtiya Raghandina Azad bi armanca şermezarkirina hukmê dîlgirtina 3 salan a di derheqê edîtorê Rojnewsê, Silêman Ehmed de yê ku ji aliyê PDK’ê ve hat dayîn, di heman demê de biryara darvekirina rojnamevanên Rojhilatê Kurdistanê, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê bû, bi zimanê kurdî ji aliyê YRJ’ê ve hat xwendin û gelek rojnamevan tevlî daxuyaniyê bûn.

Di destpêka daxyuaniyê de bal hat kişandin li ser biryara darvekirina Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî û darzandina Silêman Ehmed û wiha hat gotin: “Rejima Îranê ya ku qirkera jin û gelan e, ji bo rojnamevana kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî cezayê darvekirinê dan. Heman hişmendiya çewsêner ku di rastiya PDK’ê şênber bûye, weke hişmendiya kînoker û xiyanetkar ku bê hesap xizmetkariya dagirkerên Kurdistanê dike, doh piştî 227 rojên girtîgehê 3 sal ceza dane edîtorê Rojnewsê. Em weke hempîşeyên wan biryara rejîma qirker ya Îranê û biryara dadgehên PDK’ê ya noker ku 3 sal cezayê girtinê dayîne Silêman Ehmed, şermezar dikin. ”

Di heman demê de derbarê bikaranîna rêjîma Îranê bi hemû cureyên çewsandin û bêdengkirina jinan û gelên azadîxwaz de, herwiha li  hember vê yekê jî berxwedaniya jin û gelê serhildêr di daxwiyaniyê de wiha hat gotin: “Rêjîma dagirker û qirker ya Îranê bi polîtîkayê darvekirin hewil di deçavên jin û gelên azadîxwaz, hêz û kesayetên mixalif bitirsîne. Weke polîtîkayekî domdar bibenê sêdaredan dixwaze pêşî li daxwazê azadiyê yên gelan û jinan bigre. Rejîma Îranê ya ku li ser bingehê olperestî, mezhebperestî û mêrperestiyê şekil girtiye,  bikiryarên darvekirina, zext û çewisandinên curbecur, bibinpêkiran mafên mirovan ne tenê zirar dide hebûn û azadiya jinan, di heman demê de zererê dide  nirxên hemû netew, pêkhate û baweriyan. Ji ber rejima Îranê li ser nasnameya jinan re êriş biriye li  ser hemû rengê jiyanê. Herî zêde jî bi îbretkirina kiryarên sêdaredanê hewil daye ku hêviyên jiyana azad bikuje û bi vî rengî civakeke bê vîn û ya ku xweradestî mirinê kiriye ava bikin. Ruxmî ku her kêlî li ser jin û gelan benê sêdaredanê tê hejandin jî, lê belê li hember van polîtikayên dagirker û qirker di sedsala dawiyê de bi pêşengiya jinan berxwedaneke bêhempa hatiyemeşandin. Jin û gelan bi vîna xwe nîşan dane ev pergala mêrperest ku hebûna xwe dispêre qirkirin û çewsandinê wê bi ti awayan bi têkoşîna vî rihê berxwedêr jî wê ev rejîm mehkûmeteke bi vî rengî nede. Ezmûnên dîrokî di her fersendekê de nîşan dane ku ya mayinde ne zilma rejîmên qirker, li hember wê berxweda azadiyê ye. Weke tê zanîn rêjima Îranê di roja me ya îro de bi kiryarên sêdaredanê û her curekiryarên hovane israr dike ku jin û gelên tiyê azadiyê ne û bi taybetî jî yên di vê oxirê de li ber xwe didin biçewisînin. Çawa ku ev rejîma qirker li ser nasnameya jinê re êrişî hemû nirxên gelan dike, bi vê zanistê gelên azadîxwaz jî têkoşîna xwe li ser talebên azadiya jinê re îfade û şenber dikin. Bi zanista ku heta jina azad nebe civak û gelên bindest azad nabin, guliyê jinanên hunandî ji berxwedana xwe re kirin sembol û daxwazên xwe yên azadiyê bidirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan. Ev rihê berxwedêr yê ku bi ‘Raperîna Jin Jiyan Azadî” şênberbûyî li hemû cîhanê deng veda û ji bo pergala mêrsalar, zayendperest û olperest ya Îranê bû tirsa herî mezin. Ji ber vê tirsa mirinê rejîma Îranê biryaradarvekerinê ji bo çalakvanên Raperîna Jin Jiyan Azadî dide. Bi polîtîka yên girtin, kuştin, darvekirin û tecawizan plan dike ku pêşiya girse ya ku di azadiyê de bi israr e bigre. Li hember van polîtîkayan dilgirtiyên azadiyê yên ku ru bi rûyê darvekirinê  ne biberxwedana xwe ya mezin, nîşan didin ku bikuştin, girtin û sêdareyan ew xilas nabin. Bi azweriya azadiyê li ber darên sêdarê jî, têkoşîna jiyana azad mezin dikin. Bi sekna ya berxwedêr nîşan didin ku rêjima sêdarê Jîna Emîniyek qetil kiribe jî,wê bi milyonan Jîna vejîn bin. ”

Di dawiyê de YRA û YRJ’ê wiha banga xwe anîn ser ziman:  “Hevrêya me rojnamevana kurd û çalakvana mafê jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ew du jinên ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê li wan birîne. Em wek hevpişeyên wan vê biryara rêjîma Îranê bi hêrsekî mezin şermezer dikin û piştgiriyê dide mafê her zindiyekî azadiyê. Bi vê boneyê em di serî de bang li rejîma Îranê dikin ku ji vê biryara xwe vegere. Dîsa bang li hemû civaka nawdewletî, rêxistinên jinan û saziyên parastina mafê mirova dikin da ku xwedî li daxwazên azadiyê yê jinan derbikevin û piştgirî bidin dildarên azadiyê. Bi taybetî jî em bang  li çapemeniya demokratîk, azadîxwaz û muxalif ya cihanî dikin ku bi weşangeriya xwe bibin dengên van girtiyên azadiyê ku li ber sêdaredanê ne. Em di wê baweriyê de ne ku bipiştevaniyeke bi hêz, bi hêza jinê, bi bandoraya çapeminiyê em ê karibin vê rêjîma zordest ji biryara sêdaredanê ji bohempîşeyên me  û hemû girtiyên azadiyê dane paş de vegirîn, bi piştevaniya xwe em ê nehêlin ku van biryar asêdaredanê pêkbînin. Bimere xeta xiyanet û nokeriyê, serkeftin ya dildar û dozdarê azadiyê ye. JIN JÎYAN AZADÎ…