Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşgerê bi çek û tembûra xwe têkoşiyayî: Hozan Serhed

28/07/2024
in Uncategorized
A A
Şoreşgerê bi çek û tembûra xwe têkoşiyayî: Hozan Serhed
Share on FacebookShare on Twitter

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiya Kurdistanê ne tenê di warê leşkerî de şoreş pêkanî, her wiha di warê çand û hunerê de jî, bingehek sexlem ava kir û bilind kir. Yek ji wan berên bingehîn jî Hozan Serhade. Bi ser şehadeta Hozan Serhad re 25 sal derbas dibe, lê Hozan Serhed hê jî dengê zindî yê her çar parçeyên Kurdistanê ye.

Hozan Serhad (Sileyman Alpdoxan) di 24’ê Tîrmeha 1970’an de li navçeya Zêtka (Elajgir) a Agiriyê ji dayik bûye. Ji malbatekê du xwişk û sê birayan pêktê û zarokê malê yê herî biçûke. Hozan Serhad zaroktî û ciwantiya xwe li Patnosê derbaz dike. Heta dibistana navîn li wê derê dixwîne. Hîn di heftsaliya xwe de bala wî diçe ser tembûrê. Di temenê zarokatiyê de ji birayê xwe yê mezin bandor dibe û dest bi jenîna tembûrê dike.

Di sala 1988’an de di nava hezar û 800 xwendekarên Zanîngeha Îzmîrê de di beşa muzikê de dibe duyemîn. Li wir li şûna tembûrê, dest bi xwendina tar a ji muzika Azerî dike. Piştre jî hêdî hêdî fêrî piyano, gîtar û bilûrê dibe.

Di demên ciwantiya wî de, pêlên tevgera azadiya gelê Kurd bi awayekî xurt berfireh dibe. Di heman demê de jî pêngavek siyasî derbasî pêvajoya şerê çekdarî dibe. Li hemberî vê têkoşîna gelê Kurd, şerê taybet yê dewleta Tirk jî dest bi taktîkê nû dike. Qirkirinên xwe yên li ser gelê Kurd zêdetir dike. Di encama vê polîtîkaya desthilatdariya dewleta Tirk de, rêjeya têkoşerên gelê Kurd roj bi roj zêdetir dibe. Bi vî awayî bala ciwanan ber bi hestên têkoşîna welatparêzî ve diherike.

Di vê pêvajoyê de Hozan Serhad hem dixwîne hem jî li ser hunerê dixebite. Ji xwendinê zêdetir bala xwe dide ser hunerê. Di sala 1988’an de tevlî ezmûna konservatuwarê dewletê ya Zanîngeha Egeyê beşa mûzîkê dibe û qezenç dike. Salên konservatuwarê ji bo wî dibin salên li xwe vegerîn û lêpirsînê. Li wir giringiyê dide nîqaşên li ser rastiya Kurdistanê, divê huner û hunermendek rast çawa be.

Li zangîngehê bi girîngî qala muzik û stranên Kurdî dike. Dest bi lêkolînan dike. Her wiha çend stranên Kurdî dubare zindî dike.

Hozan Serhed di sala 1991’an de li gel xwendekara bi navê Yildiz dizewice û Tîrmeha heman salê de bi hev re beşdarî nava refên gerîla dibin. Yildiz piştî demekê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve tê girtin û dibin girtîgeha Emasya. 12 sal ceza lê tê birîn.

Piştî vê bûyerê Serhed berê xwe dide Şamê û destpêkê diçe herêma Heftenînê û piştre jî Akademîya Mahsum Korkmaz perwerdeyê dibîne. Ji ber jêhatiya wî ya derbarê muzikê derbazî Hunerkomê dibe, li Ewropa karê hunerî dike. Di nava koma Berxwedan de cih digire. Girîngiyê dide hunera resen û zindîkirina wê.

Hozan Serhed di sala 1996’an de ji Ewropa vedigerî Kurdistanê û piştî çend mehan li Zapê dimîne, tê Başûrê Kurdistanê û li Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê dimîne. Piştre jî li Silêmaniyê karê xwe berdewam dike. Li hemû deverên Başûrê Kurdistanê xebatên mûzîka şoreşgerî pêştêxe. Bi taybet li wargeha Etruş ya Şehîd Jiyan hem xebatên mûzîkê pêşxistiye hem jî di dibistanên wargehê de mamsotatiya waneya muzîkê kiriye.

Piştî ku di 17’ê Gulana 1997’an de hêzên PDK’ê êrişî Navenda Rewşenbîrî ya Mezopotamya ya li Hewlêrê û mala birîndaran kirin û hinek hevalên wî yên hunermend û bi dehan, welatparêz, rojnameger û gerîlayên birîndar şehîd bûn, Hozan Serhed strana bi navê ‘Hewlêr’ tomar kir. Vê stranê Hozan Serhed li Başûrê Kurdistanê ewqas din da naskirin.

Hozan Serhed di salal 1999’an de beşdarî Komcivîna şeşemîn a PKK’ê dibe. Ew di komcivînê de ji bo karên muzîkê yên Ewrupayê tê erkdarkirin. Lê ji ber girtina Rêber Ocalan ya di encama Komployek Navneteweyî de ev erka wî pêknayê. Di komcivînê de her wiha biryar tê girtin ku koma Hisên Kaytan wênegir û derhêner Xelîl Uysal herin herêma Botanê. Hozan Serhed jî ji bo kişandina klîban dixwaze bi wan re here. Bi hev re derbazî herêma Botanê dibin.

Hozan Serhed 22’ê Tîrmeha sala 1999’an dema ji bo tomarkirina kilîbek li gel çend gerîlayek din berê xwe dide herêma Botanê, dikeve kemîna leşkerên Tirk û şehîd dikeve.

Tevî 25 sal bi ser şehadeta hozan Serhed re derbaz bûye, dengê wî hê jî di nava her çar parçeyên Kurdistanê de zindî maye.

Hinek berhemên Hoza Serhed evin: Ez Kurdistanim, Hewlêr, Payîze, Çuka Serê Darê, Mizgîna Leheng, Deşta Heyatê, Gerîla Rojbaş, Sîpanê Xelatê, Beyadî, Agrinin Îsyan Kizi, Dayê Dayê…

Post Views: 54
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.