Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Teqîna Taxa Xerbî…Êşa nayê jibîrkirin

28/07/2024
in Uncategorized
A A
Teqîna Taxa Xerbî…Êşa nayê jibîrkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Di 27’ê Tîrmeha 2016’an de, çeteyên DAIŞ’ê bi riya kamyoneke tijî teqemenî êrişeke hovane li Txax Xerbî ya bajarê Qamişlo pêk anî. Di encama teqînê de 62 kes şehîd bûn û 176 kes jî birîndar bûn. Tevî derbasbûna 8 salan di ser vê teqînî re, lê hîn jî ew kêlî di bîra malbatên qurbaniyan de zindî ye.

Di 27`ê Tîrmeha sala 2016`an, çeteyeke xwekuj yê DAIŞ`ê bi riya kamyona ku tê de 18 ton teqemîn hebû, derbasî navenda bajarê Qamişlo bibû û li taxa Xerbî xwe teqand. Di encamê de bi dehan welatiyên bajarê Qamişlo şehîd û birîndar bûn, herwiha zirar gihaşt mal, milk û dikanên welatiyan.

Piştî derbasbûna 8 salan di ser teqîna Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo re, hîn jî hûrgûliyên wê kêliya teqînê ya  bi êş di bîra şêniyan de ye.

Her sal malbatên qurbaniyan di 27`ê Tîrmehê de li cihê teqînê kom dibin ji bo zarokên xwe bibîr bînin, wêneyên wan hildidin û mûman vêdixin.

Di 1`ê Çilya sala 2018`an, Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragehand ku hêzên wan bi riya operasyoneke taybet li Dêrazorê berpirsê teqîna Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo kir hedef û di encamê de ew serçete hat kuştin.

Hêjayî bibîranînê ye ku di encama teqîna hovane ya Taxa Xerbî de 62 welatî şehîd bûn, 176 welatî birîndar bûn û bi 10’an dikan û avahî hilweşiyan, herwiha bi 100’an avahiyên nêzî cihê teqînê zerar dîtin. Tişta herî bi êş ew e ku qurbaniyên teqînê li pey xwe zarokên sêwî, hevjîn, dayik û malbat hiştin.

Jina bi navê Cîhan Dawid dayika zarokekî ye ku hevjînê wê Mihemed Osê di teqîna taxa Xerbî de  jiyan xwe ji dest da wiha behsa bûyerê dike: “Hevjînê min karê Mobîliya dikir û herdem di seat 10’ê sibehê de diçû ser karê xwe. Lê di roja teqînê de, ji bo temamkirina odeya ciwanekî ku hazirtiya zavatiyê dikr, wê rojê zû çû ser kar. Piştî teqîn pêk hat, hevjînê min û ciwanê ku hazirtiya zavatiyê dikr û zarokek di qeboyê de asê man, piştî teqînê bi seetekê ji ber dûmanê jiyanan xwe ji dest dan.

Cîhan Dawid axaftina xwe wiha qedand: “Ez û hevjînê xwe pir kêfxweşbûn di jiyana xwe de. wî di wê rojê de pir lez dikir û dixwest biçe ser karê xwe, lê wê teqîna hovane êşeke giran bi ser min de anî, tu carî kêliyên wê rojê ji bîr nabin, li ser bîranînan ez jiyan dikin. Her sal em li cihê teqînê tevlî salvegerê dibin, her sal jî birîn nû dibe.”

Wê sibehê bêdengiyek hebû li gel deng û awazê çivîkan li asîmanê bajarê Qamişlo, lê vê yekê pir dirêj nekir, beriya 8 salan bi bûyerek bi êş ku nayê jibîr kirin em ji xwe rabûn; bi van gotinan hevjîna şehîd Atî Mûsa ku di teqînê de şehîd bûbû,  Şêxa Mihemed Elî behsa hurgûliyên wê rojê dike û wiha domand: “Hevjînê min li dibistana Mûsa Bin Nûseyr kar dikir, dema diçû gel hevalekî xwe li cihê bûyerê şehîd bû, me nizanîbû ew li cihê teqînê ye, lê piştî seatek di ser teqînê re derbas bû, xebera wî ji me re hat ku dema ew rakirin nexweşxaneyê, di rê de jiyanan xwe ji dest da.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.