Argêş Gewda/Qamişlo
Di dîroka 27‘ê Tirmeha 2016‘an li taxa Xerbî ya Qamişlo teqînek mezin rû da. Di encama wê teqînê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Tevî ku çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya teqînê girt ser milê xwe jî, lê li paş bûyerê gelek hêzên hegemonîk û di serî de dewleta Tirk a dagirker, bû.
Bi hatina salvegera teqîna taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo, hevserokê Encûmena Cîbîcîkar ya Rêveberîya Xweser yê Kantona Cizîrê Talet Yûnis bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wisa bû:
1- 27‘ê Tirmeha 2016‘an çeteyên DAIŞ‘ê li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo teqîneke mezin a hovane pêk anîn, armanca wê teqînê çi bû?
Di navbera salên 2014 û 2015‘an de çeteyên DAIŞ‘ê li hemberî berxwedanîya YPG û YPJ‘ê ne karî berxwe bide û têk çû. Bandora xwe seranserî giştî şoreşa Rojava kir. Ti hêza nêkarîbû bi rêya şerên çekdarî li hemberî keç û xortên Kurd berxwe bidin. Ji ber wê ye gelek komên çete bi rûyên cuda hewldan kirin ku vê hevgirtin û asayîbûna herêmê bidin xerab kirin. Li Pirsûs û Amedê heman demê li Şêranê çawa wan komên çete êrîşên hovane pêk anîn, hewldan piştî rizgarkirina Kobanê jî heremê tevlêhev bikin. Li wan êrîşan yek jî êrîşa dîroka 27‘ê Tirmeha 2016‘an li Qamişlo taxa Xerbî bi destê çeteyên DAIŞ‘ê êrîşeke terorî hat pêk anîn. Gelek welatî û şervanên YPG û YPJ‘ê di encama vê teqîna hovane de gehiştin asta şahadetê, gelek kes jî birîndar bûn. Ev êrîş encama sîyaseta dewleta Tirk ya dagirker ya li ser herêmê bû. Armanca wê êrîşê tekbirina ewlehiya herêmê û qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê bû.
2- Di roja me ya îro de gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û bi wê girêdayî yên çeteyên DAIŞ‘ê li ser herêmê berdewame, bêdengîyek di asta herêmî û cîhanî de li hemberî wan êrîşan heye, sedema vê bêdengîyê çi ye?
Dewleta Tirk ya dagirker gelek caran hewildan kir ku bi şêwazên hovane yên cûda êrîşan li ser herêmê pêk bîne. Bi destên komên çete yên wek El Nûsra û DAIŞ‘ê hewil da qirkirinê li ser gelê Kurd bide meşandin. Piştî têkçûyina DAIŞ‘ê êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser herêmê kêm nebû. Bajarên weke Efrîn û Serêkaniyê jî hatin dagirkirin. Bi teknîka destê xwe de giştî dan şuxulandin ku ji bona bikarin bajarên Rojavayê Kurdistanê ku ji DAIŞ’ê hatin rizgarkirin, dagir bikin. Gelek caran êrîş li ser Herêmên Parastina Medya jî kirin. Pir çeteyên DAIŞ‘ê yên ku Rojava kiryarên terorî de cih girtibûn, tevlî komên çete yên bi navê Arteşa Azad yên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker bûn. Heya dîroka îro jî dewleta Tirk ya dagirker hewl dide feraseta DAIŞ‘ê li herêmê zindî bike. Hemû hêzên garantor yê ku li axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dimînin weke Rûsya, DYA û komên girêdayî dewleta Îranê hîn piştgrî didin êrîşên dewleta Tirk ya dagirker û bêdeng dimînin. Sedema wan bêdengîyê jî ji ber ku dema mijar dibe gelê Kurd çi kes çi gotinan nayene ser ziman. Yên ku jibona Filistînê radibin meşan amade dikin, mijar qirkirina gelê Kurd dibe giştî ker û lal dibin. Sîyaseta ku herêmên dimeşinîn berjewendîyên gel naparêze, armanca wan tenê berjewendîyên wan yên sîyasî û desthilatî ne, ji ber vê ye bêdeng dimînin.
3- Ji bona xeteriya DAIŞ‘ê di milê hişmendî , hem jî di milê leşkerî de bi dawî bibe, pêwîste li ser asta Bakur û Rojhilatê Surîyê çi were kirin?
Wek tê zanîn çeteyên DAIŞ‘ê di alîyê leşkerî de têk çûye. Serwerîya wê ya herêmê di aliyê şerwanên Kurd wê hate têk birin. Lê hîna jî xeterîya DAIŞ‘ê li herêmê bi dawî nebûye. Li hemberî xeterîya çeteyên DAIŞ‘ê li herêmê hem aliyê leşkerî û hem jî yê hişmendî tekoşînek pir giran û bûha hat meşandin. Ev şaneyên veşartî yên ku di alîyê dewleta Tirk ya dagirker ve tên rêvebirin hema her roj ji aliyê QSD’ê ve li dijî wan operasyonên taybet tên kirin. Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di her milê de tekoşîn tê meşandin. Ji bona civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikare xwe rêxistin bike û bi xwe xwe rêve bibe şerê gelê şoreşgerî tê amade kirin. Hemberî ferasetên DAIŞ‘ê yê ku hatiye ferz kirin li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewildanek mezin tê kirin ku ji bona ev tirs û xofa di nava gel de hatiye avakirin, bê rakirin. Ji bona ewlekarîya hundirin jî hem hêzê Asayîşê û hem jî hêzên QSD‘ê kar û xebatek mezin pêş dixin û pir encamên girîng jî hatine girtin. Ji ber ku êdî ne çeteyên DAIŞ‘ê, ne jî çi hêzên din bikarin aramî ya li ser herêmê xêra bikin. Di alîyekê din jî hem girtîgehên ku çeteyên DAIŞ‘ê û kampa Holê ku malbatên çeteyan lê dimînin metirsiyek mezin jî li ser herêmê dide avakirin. Pêwîste ji bona ev xeterîya DAIŞ‘ê ser herêmê dawî bibe, çeteyên DAIŞê ku hatine girtin, bên dadgehkirin û encam bê girtin. Pêwîste ji bona wê jî dadgehek navnetewî bê avakirin. Her wiha jî pêwîste xebatên ewlehî û xwe rêxistinkirinê jî bê pêş xistin. Xebatên perwerdeyî jî dibe bên zêde kirin, jibona zarok û ciwanên herêmê rastîya xwe nasbike, her êrîşê ku beranberî axa wan tê kirin bikarin bi vîna azad berxwe bidin. Pêwîste fedekarî û pakrewantîya zarokên wê gelê bê dîtin û qet neyê jibîrkirin.






