Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Komên çete ji asta vagnerê derbas bûne’

28/07/2024
in Uncategorized
A A
‘Komên çete ji asta vagnerê derbas bûne’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Endamê Navenda Rojava a Lêkolînan Rakan Şêxê da zanîn ku komên çete yên muxalefetê ji asta vagnerê zêdetir di destê dewleta Tirk de tên bikaranîn û xwe beşek ji artêşa Tirk dibînin. Her wiha Şêxê anî ser ziman ku armanca dagirkeriya Tirk ew e ku pirojeya Netewa Demokratîk têk bibe û Mîsaqa Milî a dagirkirinê di herêmê de bi cih bike.

Dewleta Tirk şerekî dagirkeriyê li ser Qadên Berxwedanê û axa Başûrê Kurdistanê dide meşandin her wiha bi dehan ji komên çete yên girêdayî muxalefeta Sûriyê li hemberî Gerîla dide bi kar anîn. Têkildarî mijarê endamê Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS), Rakan Şêxê bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Dewleta Tirk komên çete yên weke Hemzat, artêşa Niştîmanî û hwd di şerê Lîbiya, Ezerbîcan û Nîcer de weke amûrekê bi kar anî û herî dawî jî li hember Gerîla bikar tîne, hûn vê yekê çawe dinirxînin?

Dewleta Tirk a dagirker dewleteke nû ye piştî impratoriya Osmanî li ser destê Ataturk di sala 1923’an de hatiye avakirin. Bi dirêjahiya avabûna dewleta Tirk a dagirker heta roja îro gelek tevlîhevî di herêmê de afrandiye. Da ku hebûna xwe bidomîne û hertim netewek li dijî neteweke din bi kar aniye. Eger em dîroka dewleta Tirk binêrin, dê bibînin ku bi sedema wê şer û nearamî li herêmê berdewam e. Sedem ji vê yekê pêkanîna xewin, xwestek û plana impiratoriya Osmanî ye, dewleta Tirk dixwaze Mîsaqa Milî a dagirkirina herêmê pêk bîne. Bi destpêkirina kirîza Sûriyê jî dewleta Tirk riyek ji pêkanîna berjewndiyên xwe re dît ku destwerdanê di vê aloziyê de bike û xaka Sûriyê dagir bike. Ji ber wê jî hembêza xwe ji DAIŞ’ê, Artêşa Azad û hemû komên çete yên radîkal re vekir. Êdî ew komên çete li hember gelên Sûriyê bi kar anîn û bi destên van çeteyan gelek dever weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî Ezaz û hwd… dagir kir. Piştî wê jî dewleta Tirk da ku ecindatê xwe li Efrîqiya çêbike ev komên çete li Lîbiyayê bi kar anîn. Di heman demê de ji bo Ezerbîcanê û Nîcer jî hatin şandin û bi destên van çeteyan dagirkeriya Tirk şerê xwe berdewam kir. Niha jî Tirkiye bi sedan ji wan çeteyan di şerê li dijî Gerîla de bi kar tîne. Ev komên çete asta vagnera cîhanî derbaskirine, ji ber ku netenê ji bo mesleyên abûrî şer dikin. Ew xwe weke beşek ji artêşa Tirk dihesibînin û mijara niştîmanî ji bo wan ne girîng e.

Wekî tê zanîn ku dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê gelek çeteyên DAIŞ’ê ji Îraqê ber bi çiyayên Kurdistanê ji bo şerê li dijî Gerîla bir, hem jî îro komên çete yên girêdayî muxalefetê bikar tîne û dixwaze Başûrê Kurdistanê dagir bike. Gelo ev yek ne pêkanîneke ji Mîsaqa Milî re ye? Lê çime kes li hemberî dagirkeriya tirk û siyaseta wê ya qirêj û gemar dengê xwe nake?

Di roja îro de lihevkirinek di navbera Îraq, Îran û dewletên Ereban de têkildarî hin mijarên aborî bi dewleta Tirk a dagirker re hene. Berî demekê nûnerên dewleta Tirk, Îmarat û Qeter li hev civiyan û di vê civînê de lihevkirinek di navbera wan de çêbû ku riyeke aborî ya istratîjîk vekin û parzemîna Asiya bi ya Ewropayê ve girêdin. Ji xwe jî daxwaza dewleta Tirk ew e ku xwe bighîne Bendera FAW a ku dikeve başûrê Îraqê û riya aborî a bi navê Riya Geşedanê veke. Di heman demê de dewleta Tirk bi van daxwazên aborî re pilaneke dagirkeriyê dide meşandin. Serdana Erdogan ji Hewlêr û Bexdê re ji bo planên dagirkirina axa Başûr û Îraqê û pêkanîna Mîsaqa Milî bû. Niha jî em dibînin ku dewleta Tirk bi rengekî hovane êrişî Gerîla dike û axa Başûrê Kurdistanê dagir dike, armanc jê têkbirina Gerîla û tunekirina gelê kurd e.

-Dewleta Tirk li herêmê, hem li Sûriyê, li Îraqê, Lîbiya, Ezerbîcanê komên çete û DAIŞ’ê bikar tîne û wekî em dibînin liv, tevger û êrişên DAIŞ’ê pir bûne, di heman demê de li deverên dagirkirî weke Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê her û her binpêkirin didomin, çima hêzên navdewletî li hember van kiriyarên terorî bêdeng dimînin?

Dewleta Tirk li ber çavên Netewên Yekbûyî û cîhanê bi tevahî komên çete yên radîkal li xwe komkirin. Herwiha navendên perwerdekirinê ji bo van komên cîhadîst vekirin, piştre jî ew çete bo şerê Lîbiya, Ezerbîcan û hwd ama de kirin. Berî çend rojan jî dewleta Tirk bi awayekî pilankirî zindana Meerîn ya Ezazê ku çeteyên DAIŞ’ê dihewîne nava xwe, vekir. Armanc ji vekirina vê zindanê ew bû ku van çeteyên DAIŞ’ê jî bişîne herêmên Parastina Medya û li hemberî Gerîla bi kar bîne. Sedema sereke ji bêdengiya dewletên hegemonî ji bo kiriyarên dewleta Tirk û sûcên ku komên çete li herêmê pêk tînin berjewendiyên hevbeş yên dewletên desthilatdar e. Em dibînin ku rojane li Efrîn, Serêkaniyê û herêmên dagirkirî kuştina gel, topbaran heye. Di heman demê de jî şêneyên resen tên dîlgirtin û darên herêmê tên birrîn. Hemû tevlîheviya ku li Rojhilata Navîn çêdibin, dikevin xizmeta hêzên kapîtalîst û hegemon yên rojavayî. Ji xwe armanca wan hêzên desthilatdar jî destwerdanana di herêmê de ye, da ku ev yek jî pêk were divê şer û tevlîhevî di herêmê de çêbibe. Dewleta Tirk jî daxwaza hêzên hegemon pêk tîne û hertim li ser hesabê xîna gelan tevlîheviyê û şeran çêdike

Post Views: 189
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.