Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîna sembola vegerê dareke zeytûnê li pêş mala xwe çand

28/07/2024
in Uncategorized
A A
Mîna sembola vegerê dareke zeytûnê li pêş mala xwe çand
Share on FacebookShare on Twitter

Her mirovek bi awayekî nirxên xwe yên ku pê bawer dike, diparêze. Çi bi rêya sembolên madî çi jî bi rêya yên manewî. Mirov bi vî awayî şopandina rêya rast a ku ji wan nirxan dernakeve, misoger dike.

Di kolaneke taxa Eşrefiyê ya bajarê Helebê de ku hîn kavilan ji ser rûyê wê taxê bar nekirine, koçbera ji Efrîna dagirkirî ya bi navê Xalîde Hoto dareke zeytûnê li pêşiya mala xwe çandiye, da ku mafê vegera li Efrînê biparêze.

Xalîde (60) û malbata xwe ya ku ji 10 kesan pêk tê, cara yekê di 2012’an de di dema êrişên çeteyan li dijî taxa Eşrefiyê de, koçber bû. Cara duyê jî di 2018’an de dema Efrîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hatiye dagirkirin bû.

Xalîde diyar kir ku zeytûn nasnameya Efrîniyan e û wê ew dar kiriye sembola misogeriya mafê vegerê, her wiha da ku gund û xaka xwe bîne bîra ferdên malbatê û neviyên xwe.

Piştî ku Xalîde ji Efrînê tê koçberkirin, ew berê xwe dide bajarê Kobanê, lê piştî 4 salan ew vedigere mala xwe ya wêranbûyî ya li taxa Eşrefiyê.

Dayika Xalîde bi alîkariya 2 zarokên xwe beşek ji mala xwe ji bo çandinî û şînkatiyê amade kiriye da ku bêhna xwe pê derxe û xwezaya Efrînê bîne bîra xwe.

Li aliyê rastê yê malê, dayika Xalîde gelek cûreyên sebzeyan çandine (firingî, xiyar, îsot..). Berhemên wê parçeya şînkatiyê pêdiviyên malê ji sebzeyan pêk tîne ku êdî hewcedariya dayika Xalîde bi çûyîna bazarê tune ye.

Dayika Xalîde sebzeyên zêde li cîranên xwe jî belav dike.

Di dawiya axaftina xwe de Xalîde diyar kir ku eger mala wê çend car din wêran bibe dîsa ew ê vegere mala xwe ya li bajarê Cindirêsê yê Efrînê û ava bike û ew ê girîngiyeke mezin bide baxçeya malê.

Di 18’ê Adara 2018’an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî topbarana giran li dijî sivîlan û piştî gelek komkujiyan û koçberkirina nêzî 300 hezar welatiyan, bajarê Efrînê dagir kir. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.