Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çapemeniya Jin… deng û azadiya jinê ye

28/07/2024
in Uncategorized
A A
Çapemeniya Jin… deng û azadiya jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Jîn Hisên/ Qamişlo
Roj bi roj dezgehên raghandinê yên taybet bi jinan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê gavên serkeftinê zêdetir dikin û pêş dikevin. Herwiha dewama serkeftinan, pêwîstî hîn zêdetir bi lêkolîn û bidestxistina zanyariyan heye.
Di rojnamegeriya kurdî de jina kurd gavên pir giring avêt, ji derxistina yekemîn rojnamegeriya kurdî bi navê ‘Kurdistan’ destpê kir. Roşen Bedirxan ji destpêka avakirina rojnameyê ve ku ji aliyê Miqdada Berdirxan ve hat damezrandin, beşdarî belavkirin û nivîsandinê bû.
Di sedsala derbasbûyî de raghandina azad karîbû dengê jinê di qada raghandin û rêxistinkirina civakê ji hêla fikrî û çandî de, bilind bike. Herwiha dikarîbo deng û xîtaba jinê li ser esas û bingehên azadî û demokrasiyê bilind bike û bibe alîkar ji bo bidestxistina nirxên azadî û avakirina pergala Netewa Demokrat a civakê.
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destpêkirina şoreşa 19`ê Tîrmehê re, bi riya vekirina dezgehên raghandinê yên mîna( Ajansa Hawar, Rojnameya Ronahî, Ronahî tv, Rojava tv û kovara Dengê Jiyanê), derfet ji jinê re hate dayîn da ku rola xwe bi awayekî çalak û pêşeng bilîze.
Wekî din ji berhemên jinan di şoreşê de dezgehên taybet bi dozên girêdayî jinan hatin damezirandin mîna (JIN TV, Radyo Star, Kovara Afaq Al mera û ajansa NÛJINHA).
Jin bi şansekî mezin tevlî vî warî bûn, nûçegihan, pêşkêşvan û adîtorên nûçeyan çêbûn, li gel jinên ku cihê xwe di karên îdarî de girtin di dezgehên raghandinê de jî, ev pêşketin gihaşt asta ku kenal û radyoyên herêmî yên taybet bi jin û dozên girêdayî wê, bi rêvebirina kadroyên jin bên avakirin.
Rola raghandina jinê di tevahî waran de û di têkoşîna jinê de pir giringe, di Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gavên girîng hatin avêtin, li kêleka pêşengiya jinan di warê siyasî, leşkerî û civakî de, di aliyê raghandinê de jî pêşketinek balkêş pêk hat.
Ji bo ragehandina rastiyê gelek jinên rojnamevan şehîd bûn
Ji bo gihandina rastiya şoreşê gelek jinên rojnamevan şehîd bûn û hin şehîdên jin yên rojnemevan wiha ne:
-Rojnamevan Agirî Yelmaz( Meryem Mihemed) di 13`ê Nîsana sala 2015`an de, di şopandina pêngava rizgarkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê, şehîd bû.
-Arîn Cûdî ( Ahîn Îbrahîm) di sala 2016’an de, di encama teqîna mayînekê li Holê şehîd bû.
-Eylûl Nûhelat ( Ronahî Omer), di 2016’an de, dema şopandina pêngava rizgarkirina gundewarên Şehba de şehîd bû.
-Şîlan Botan ( Rîm Xişman) di 25’ê Nîsana 2017’an de, di bombebarana dagirekriya Tirk de li çiyayê Qereçoxê ya girêdayî bajarê Dêrikê de şehîd bû.
-Dilîşan Îbiş nûçegihana ajansa Hawarê di êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê ya xwekujî di 2017`an de şehîd ket, Rohenda Efrîn di berxwedana Serdemê de li bajarê Cindirêsê sala 2018`an şehîd ket,
-Dilovan Gever( Dîlan Olmaz) di sala 2019’an de, dema şopandina êrîşên dagirkeriya Tirk li ser gundewarên Girê Spî de şehîd bû.
Mînakên jinên ku di qada ragihandinê de pêşengtî kirine gelek in, weke rewşenbîra şoreşger û rojnamevan Xurbet Elî Arsoz ku bû yekemîn rojnamegera jin ku li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rêveberiya edîtoriya çapemeniyê kir û beriya 27 salan şehîd bû.
Herwiha rojnamevana kurd Deniz Firat di sala 2014’an de li Mexmûrê di êrîşên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengal û Mexmûrê şehîd bû.
Yek ji berhemên şoreşê damezirandina YRJ’ê ye
Yek ji destkeftiyên jinan di şoreşa Rojava de, avabûna Yekîtiya Raghandina Jin (YRJ) di sala 2020 de bû, ku ji tevahî rojnamevanên jin û rêxistinkirina karên wan re bû sîwan.
Xebata bingehîn ya Yekîtiya Raghandina Jin Pradîgmaya Ekolojîk ya Demokratîk û Azadiya Jinê ye, armanca wê hişyarkirina civakê û avakirina kesayetek demokratîk û azad e, herwiha avakirina bingeheke xurt da ku tevahî kategoriyên civakê nêrînên xwe bînin ziman. Wekî din li dijî tevahî nêzîkatiyên zayendî ku jinê bişkîne disekine û domandina têkoşîna li dijî wê herwiha pêşxistina wekheviya zayendî di raghandinê de.
Di salên dawî de Yekitiya Ragihandina Jinê ji bo berfirehkirina nîqaşan bi rojnamvanên jin re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek semîner organîz kir, herwiha nasîna karê ku dikeve ser milê wan û çawaniya karibin civakeke exlaqî-siyasî ava bikin.
Rojnamevana Jin tv Xedîce Îbrahîn Mîrza diyar kir ku bi şoreşa Rojava re di warê rojnamegeriya jin de gavên pir mezin hatin avêtin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Berî şoreşa Rojava asta rojnamegeriya jin pir kêmbû ji ber zihniyeta rêjîmê ku hatibû ferzkirin li ser civakê bi giştî, teqebûl tune bû ku jinek derkeve nêrînên gel bigre an di riya rojnamegeriyê civakê hişyar bike û rastiyan derxîne pêş, her tim zihniyeta baviksalarî serdest bû, rê nedidan her kesî ku di peymangeh an zanîngehên raghandinê bixweîne û dema mijar dibû kurd yek car rê nedihat dayîn.
Xedîca Îbrahîm Mîrza wiha pê de çû: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê xwedî bingeh, fikir û armanc bû, pêwîstî hebû ku ev şoreş bê nivîsandin. Di riya pênûs û nivîsên jinan armanca şoreşê û fikra Netewa Demokratîk gihaşt civakê, destkeftiyên şoreşê hate nivîsandin û derket ji cîhanê re. Di şoreşê de hêzeke leşkerî ya jinan YPJ hate damezirandin, serkeftinên YPJ’ê hate nivîsandin di dîrokê de bi pênûsên jinan, jinê di tevahî warên jiyanê de û di saziyên civakî û îdarî de cihê xwe girt. Raghandina Jin jî hate avakirin bi armanca kar û xebatên jinan derxînin pêş.”
Xedîce Ibrahîm Mîrza wiha domand: “Pêwistî hebû ku Yekîtiya Raghandina Jin were avakirin, di şoreşê de gelek dezgehên raghandinê hatin avakirin, jinê jî di nava van dezgehan de cihê xwe girt, xwe birêxistin kir û dezgehên taybet bi jinan avakirin.”
Xedîce Ibrahîm Mîrza wiha da zanîn: ” Rojnamevanên jin di destpêka şoreşê de pir astengî dîtin, li gel perwerdekirina xweserî xebat û kar dikirin da ku destkeftî û serkeftinên jinê di şoreşê de derxînin pêş. Gavên pir mezin hatin avêtin û bingehek hate avakirin heta dema heyî de bi saya şehîdên mîna şehîd( Deniz Firat, Nûjiyan Orhan, Xurbet Alî Arsûz) û hwd.. û em ê riya wan berdewam dikin weke rojnamevanên jin.
Li gorî rojnamevana JIN tv Xedîce Ibrahîm Mîrza di destpêka şoreşê hejmara rojnamevanên jin pir kêm bû, lê bi demê re rêjeya tevlîbûna jinê di qada raghandinê de gihşt nêzî ji sedî 75.
Xedîce Ibrahîm Mîrza wiha got: “Asta rojnamegeriya jin pir başbûye, roj bi roj gavên dezgehên jinan ên raghandinê zêdetir dibe ber bi pêşketinê, jinên rojnamevan di astên bilind kar û xebat dikin, perwerde tên dayîn li Akadîmiyan herwiha peymangeh hatin vekirin taybetî raghandinê. Ji bo ku xebat berdewam be bi serkeftinên din divê rojnamevanên jin zêdetir bixebitin û gavan bavêjin, hewilbidein adatên kevin ji holê rake û hişmendiya civakê bighurîne di nêrîna wan de derbarê jinê ev berpirsyartiyeke pir mezin dikeve ser milê rojnamevanan. Divê jinên rojnamevan dengê jinê bighîne tevahî cîhanê, civakê bi bi fikrê wekheviyê perwerde bike ji ber ku ew temsîla civakê bigiştî dikin.”
Xedîce Ibrahîm Mîrza wiha anî ziman: “Civaka me bi salane desthilatdarî li ser hatiye meşandin, heta ew hişmendî bê guhertin kar û xebateke mezin jê re tê xwestin, divê rojnamevanên jin destkeftiyan zêdetir bidestbixin. Erkê rojnamevanên jin pir mezine, bi avakirina dezgeh û Yekîtiya Raghandina Jinan nayê wê wateyê ku em li cihê xwe bimînin, lê hîn divê em gavan bavêjin da ku pêşketin mezintir bidest bixin, destkefitiyên çêbûne wan binivîsînin, em bibin deng û rengê jinê di wê demê de em karin bêjin me gaveke avêtiye.”
Xedîce Ibrahîm Mîrza di dawî de wiha anî ziman: “Kedek hatiye dayîn ji hêla şehîdan divê em xwedî li vê kedê derbikevin û berdewam bikin, ji xwe niha em di nava êrîşên dewleta Tirk dijîn, rojane topbaran heye em karibin bandoriya van êrîşan li ser jinê derxînin, van êrîşan bi ziman û rengê jinê şîrove bikin, dewleta Tirk û şaneyên razayî yên DAIŞ`ê şerê taybet ser civaka me dimeşîne divê weke rojnamevanên jin erkên xwe bi cih bînin, van şêwazên şerê taybet vala derxînin.”

Post Views: 138
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.