Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêniyên Qamişlo şehîdên teqîna taxa Xerbî bi bîr xistin

27/07/2024
in NÛÇE
A A
Şêniyên Qamişlo şehîdên teqîna taxa Xerbî bi bîr xistin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Îro Meclisa Malbatên Şehîdan û şêniyên Qamişlo ji bo şehîdên teqîna taxa Xerbî merasîmek li taxa Xerbî li dar xist û tê de şehîdên teqînê bi mûman bi bîr xistin.

Di 27’ê Tîrmeha 2016’an çeteyên DAIŞ’ê li taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo bi kamyoneke bombebarkirî êriş pêk anî. Di encama vê teqînê de, 62 kes şehîd ketin û 177 kes jî birîndar bûn herwiha zirar gihaşt mal, milk û dikanên welatiyan.

Bi vê boneya bi êş ku 8 sal di ser re derbas bûn Meclisa Malbatê Şehîdan û şêniyên Qamişlo di seet 7’ê êvarê de dest bi bîrxistina şehîdan kirin.

Di destpêkê de hemû kesên hazir tevlî xuleya rêzgirtinê bûn û piştre kurtebuyera komkujiya teqîna taxa Xerbî ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat gotin. Di rêveçûna merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Emîn Ibrahîm da zanîn armanc ji teqînê şikandina vîna gelên Qamişlo bû û xwestin tirsekê bixin nava dilê gelên wê, bi taybet gelê kurd. Lê komên çete nizanîbûn ev gel xwedî felsefe, tevger û hêz e. Herwiha şehadet ji bo me weke gelê kurd tiştekî pîroz e û wê hertim ev gel li ber xwe bide û ji bo azadiyê têkoşînê bidomîne.

Piştre jî helbestek girêdayî şehadetê ji aliyê Rêxistina Stêrk a Mafê Zarokan ve bi riya zarokekê hat xwendin.

Herî dawî li gel tilîlî û rondikên malbatên şehîdan, mûmên azadiyê bi destê jin kal pîr û zarokan hatin pêxistin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.