Reşo Mihemed/ Qamişlo
11 sal li ser komkujiya Til Hasil û Til Eranê re derbas bûn. Ev komkujî wekî komkujiyeke dijwar bû ji bo şêniyên herdû bajarokan. Her wiha bi destê komên çete, dewleta Tirk û PDK’ê bi bêdengiya hikumeta Şamê zêdeyî 30 kesên bê guneh jiyana xwe ji dest dan.
Bi gotina “Ellah Ekber” dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê, beriya 11 salan di 27’ê Tîrmeha 2013’an de li dijî sivîlên kurd yên Til Hasil û Tal Eranê komkujiyek pêk anîn. Hêjayî bi bîrxistinê ye ku bajarokê Til Hasil û Til Eranê dikevin başûr û rojhilatê bajarê Helebê û herdû bajarok jî bajarokên kurdî ne.
Despêka Êrişê
Di seetên destpêkê yên komkujiyê de, şebekeya hucreyî ya Sûriyeyê li Til Hasil û Til Eranê rawestiya û danûstandinê di navbera şêniyan de nema. Dem nimêja esrê ye, dema ku şêniyên gundê Tel Hasil nimêj dikirin û li benda hatina Cejna Remezanê bûn, komkujî dest pê kir. Çeteyan li mizgefta bajarokê Tel Hasil nimêj dikirin dor li nimêjkeran girtin û bi mizgeftê ve hilkişiyan û bi banga “Allah Ekber, kurd gawir in, jin, zarok û mal û milkên we ji me re helal in. ” êrişî sivîlan kirin. Her wiha sekvanek şandin ser minareya mizgeftê da ku bi rengekî bêserûber welatî, erebe û her tiştî bike hedef ji xwe re. Di encama vê êrişê de zarokên malbateke kurd ku piştî bidawîkirina kirîna cil û bergên Cejina Remezanê, bi erebeya xwe ji bajarokê Til Eranê yê cîran vedigeriyan, bi giranî birîndar bûn. Bi awayekî hovane û bêserûber kiriyarên xirab û dijmirovî li hember sivîlan hatin meşandin.
Komkujî û encamên wê
Komkujiya Til Hasil û Til Eranê yek ji komkujiyên hovane bû ku di derheqê gelê kurd de pêk hat. Ji komkujiyên destpêkê yên kirîza Sûriyê ku li ser kurdan hat kirin. Ev yek jî wek sûcekî dijmirovî bû li ber bêdengiya hikumeta Şamê, rêxistinên mafên mirovan, dadgehên navnetewî. Ji ber ku di êrişeke pilankirî de gelek kesên bêguneh jiyana xwe ji dest dan. Hejmara qurbaniyên komkujiya herdu bajarokan zêdeyî 30 kesî derbas kir. Her wiha zêdetirî 230 sivîl hatin revandin, piraniya wan jin û zarok bûn, piştî dayîna fidiyan ew hatin berdan. Ji bajarokên Til Eran û Til Haslê bi giştî 88 makîneyên çandiniyê hatin dizîn. Malên piraniya xelkê herêmê hatin talankirin û wêrankirin. Hikûmeta Şamê û berteka wê ya li hember bûyerên kumkujiyê tune bû û tu destek neda kesên sivîl, lê belê hikûmeta Şamê cihên nêzî Til Hasil û Til Eranê kontrol kirin. Hikumeta Şamê xwest ku gelê herdu bajarokan xwe radestî wê bikin. Lê şêniyên Til Hasil û Til Eran xweradestkirin ji hikûmeta Şamê re red kirin, lewma gel rû bi rû li hember komkujiyê ma. Bi dirêjahiya demê re komkujiyê bi vî rengî û xerabtir li Rojava her û her pêk dihatin; li Serêkaniyê, Kobanê, Efrîn, Qamişlo û hwd…
Yên beşdar û armancên wan
Sûcdara mezin dewleta Tirk bû ji ber ku Îstîxbarata Tirk di 24’ê Pûşbera 2013’an de li bajarê Dîlok (Entab) bi serkêşên komên çeteyan re hevdîtin pêk anî û di wê hevdîtinê de biryara komkujiya ku piştî mehek û 3 rojan çêbû, hate girtin. Komkujî ji aliyê nêzî 30 komên çete, bi pêşengtiya “Cebhet Elnusra” û çeteyên Tirkiyê ku navê wê “Meclisa Leşkerî ya Helebê” ye, hat pêkanîn. Di heman demê de jî çeteyên ku bi Partiya Demokrata Kurdistanê(PDK) ve girêdayî ne di vê komkujiyê de beşdar bûbûn. Hejmara wan 7 komên çete bûn; alaya Yûsif Elezma, alaya Selahedîn, tabûra Neviyên Selahedîn, tabûra Komala, tabûra Cebhet Elîslamiye Elkurdiye, tabûra Azadî. Piştî komkujî pêk hat, komîteyeke lêkolînê ji 9 kesan hat avakirin û bi şêniyên Til Hasil û Til Eranê re civiya. Komîteyê belge û daneyên komkujiyê pêşkêşî nûnerên partiyên kurd kirin, ji wan partiyan jî PDK’ê. Tevahiya partiyan komkujî şermezar kirin, ji bilî PDK’ê, komkujî qebûl nekir û ev yek weke “nakokiyeke eşîrî” bi nav kir û hewl da ku komkujiyê rewa bike. Ev yek dide diyarkirin ku destê PDK’ê di pêkanîna komkujiyê de hebû û bi destê wê bi dehan kurd jiyana xwe ji dest dan û malên wan hatin ruxandin û talankirin. Hîna jî PDK’ê werîsê xiyanetê bernade û li Efrîn û deverên dagirkirî rêxistin û komeleyên xwe ava kirine û destekê dide komên çeteyan.