Rojnameya Ronahî

Azadiya gelan bi azadiya Rêber Apo re ye

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê li dijî êrişên dagirkeriya Tirk û tecrîd girankirî ya li ser Rêber Apo tê meşndin,  meşek li dar xist.

Diyana Mistefa/Reqa

Di meşê de, saziyên sivîl û yên leşkerî, Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya amade bûn û pêkhateyên herêmê beşdar bûn.

Meş bi deqeyekê rêzgirtin dest pêkir,  piştre axaftinek li ser navê Meclisa Malbatê Şehîdan hevserokê Meclisa Malbatê Şehîdan Mihemed EL Ehmed axivî û got: “Em siyaseta dewleta tirk û tecrîda ku ev 26` salin li ser Rêber Apo tê meşandin şewrmezar dikin. Armanca tecrîdê pêşîgirtina li belavbûna felsefeya Rêber Apo ye. Li dijî  pergala netewe dewletê û amûrên wê yên mêtinger, divê em bi saya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk bi hev re tîkoşîn bikin, Rêberê ku yekîtiya hemû gelan ava kir, divê bi raman û felsefeya Rêber Apo bi pêş bikevin”.

Her wiha  li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zanûbiya Kînene Ebdo axivî û got: “Fikra Rêber Apo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û aştiya li hemû parçeyan e. Ji ber ku ew bi tevahî di wê baweriyê de ne ku fikir, felsefe û projeya wî li ser bingeha demokrasî û yekîtiya gelan e. Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê xwe bikin yek û soza xwe ya têkoşîn û berxwedanê nû bikin û heta ku em azadiyê bi dest bixin û rewşa Rêber Apo eşkere bikin, em ê kêliyekê jî xwe ji berdewamkirin û têkoşîna şikandinê veneşêrin û zincîrên Îmraliyê bişkînin”.

Meş bi silogana “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.