Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Şehbayê Komkûjiya Til Eran û Til Hasilê bi daxuyaniyekê hate bîranîn

27/07/2024
in NÛÇE
A A
Li Şehbayê Komkûjiya Til Eran û Til Hasilê bi daxuyaniyekê hate bîranîn
Share on FacebookShare on Twitter

Meclisa Gelan a kantona Efrîn û Şehbayê ji bo bîranînan şehîdên komkujiya Til Eran û Til Hasilê ya ku ji aliyê çeteyên Cebhet El Nusra ve di 27 ê Tîrmeha 2013’an d pêk hatibû, li Kampa Berxwedan daxuyaniyek dan.

Vîndar Roj/ Şehba

Di 27’ê Tîrmeha 2013’an de, ji aliyê komên çete yên girêdayî dagirkeriyê Tirk komkujiyek derheqê xelkê Til Eran û Til Hasilê de pêk hat û di komkûjiyê de 30 kesî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo bîranîna Şehîdên Komkujiyê ji aliyê Meclîsa Gelan ya Kantona Efrîn û Şehbayê li Kampa Berxwedan daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de bi dehan ji endamên deste û saziyên Rêveberiya Xweser, partî, pêkhate û rûsipiyên eşîran beşdar bû.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di sala 2013’an de çeteyên dagirkeriya Tirk li bajarên Til Eran, Til Hasalê û gundên Kurdan ên El-Bab, Cerablus û Ezazê komkujiyek hovane  pêk anîn . Li van her du bajaran jî mal û milkên kevnar dizîn û bi darê zorê ji van her du bajaran gel koçber kirin. Ev komkujî û koçkirina bi darê zorê li ber çavên civaka navneteweyî hat kirin. Derbarê komkujiyê de jî her kes bê deng bû.”

Dagirkeriya Tirk felsefeya demokrasiyê hedef digire

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî, di nav de kuştin, revandin, destavêtin, ferzkirina ziman, zanist û çanda Tirkî, talankirina mal û milk, dizî û wêrankirina şûnwarên arkeolojîk û bermahiyên dîrokî û koçberkirin. Bi deh hezaran malbat ji gund û bajarên wê , ji bo têkbirina vîna gelên ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan û bi fikirên demokrasiyê bawer dikin koçberkirin. Ji lewra siyaseta dagirkirinê û qirkirina hebûna gelê Kurd di herêmên Kurdî de temamkirina siyaseta tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Abdullah Ocalan e, ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd li parçeyên Kurdistanê pêk neyê”.

Di daxuyaniyê de bêdengiya navnetewî hate şermezarkirin: ” Em li Meclîsa Gel a kantona Efrîn û Şehbayê û hemû sazî, partî, rêxistin û tevgerên sivîl hemû şehîdên ku di encama komkujiya hovane ya li bajarên Til Eran û Til Hasilê de rabûn bi bîr tînin û nebûna tevgerên rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî ji bo hesabpirsîna berpirsên van komkujiyan li pêşberî dadgehên navneteweyî şermezar dikin.

Her wiha em xiyaneta Malbata Barzanî ya li hebûna Kurdan û alîkariya dewleta Tirk a ji bo qirkirina gelê Kurd li Kurdistanê şermezar dikin.”

Divê pêşî li dagirkeriya Tirk bê girtin

Daxuyanî wiha hate qedandin: “Em bang li civaka navneteweyî , Konseya Ewlekariyê, Rêxistinên Mafên Mirovan û Komkara Ereban dikin ku bêdengiya xwe bişkînin û zextê li dewleta Tirk bikin ku di çarçoveya qanûn û peymanên navneteweyî yên ku serweriya dewletan piştrast dikin, ji herêmên ku dagir kiriye derkeve.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî
NÛÇE

YRA’yê şehîd Mistefa Mihemed bi bîr anî

19/07/2026
Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir
CîHAN

Parlamentoya Îsraîlê Knesset xwe fesx kir

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.