Rojnameya Ronahî

Xwendinekî Piştî 101 Salan ji Lozanê re

Tê zanîn Şerê Cîhanê yê 1’emîn zemînê Peymana Syks Pico danî û herêma Rojhilata Navîn parçe kir, bi Peymana Firshay welatên di şer bi serketî Rojhilata Navîn li gor berjewendîyên xwe herêm li xwe parvekirin, bi dehan dewlet û dewletokên qaşo serbixwe yên xizmeta berjewendîyên dewletên di Şerê Cîhanê yê 1’emîn de serketî hatin avakirin, bi navê tirkan û ereban dewletên weke Tirkîye, Sûrîye û Îraq li ser axa dîrokî ya kurdan hatin avakirin û bi ti awayî gelê kurd ê ku bi hezarê salan li ser vê axê jîyan dike li ber çavan negirtin. Peymana Lozanê (1923) ya kurd înkar kirin; yek ji encamên li hevkirinên hêzên navnetewî ye û di pileya yekemîn de ji doza kurd ew berpirsyar in, dewlet-neteweyên bi destê hêzên derve li herêmê hatin avakirin gel û civakên herêmê bi hev dan kuştin û herêmê kirin gola xwînê, û krîz kûrtir kir.

Peymana Lozanê yek ji trajîdîya sadsalê ye, ku kurd sedsalî bi paş xistin, çawa ku bi Lozanê kurd di alîyê beden-cografî de hatin parçekirin, her wisa ji alîyê dil û mejî de jî hat parçekirin, di çand û ziman de jî hatin parçekirin, lewma jî îro hejmareke mezin ji kurdan bîyanîyê ziman, çand û nasnameya xwe bûye, bi mîlyonan kurd di nava destarê asîmlasonê de hatin hêran bûn tirk, ereb û faris. Beşekî kurdan ji kurdînîya bav û bapîrên xwe direvîya, ji cil û bergên xwe şerm dikir, heyranî, tirkbûn, erebûn û farisbûn bûye. Gelo li kîjan devera dunyayê neteweyek du alfabayan hemwext bi kar tîne? Ev bîyanîbûna di beşekî kurdan de pêş ketîye, bi vê mijarê ve girêdayî sosyologê Tunisî “Ibin Xeldûn“ dibêje: “kesên  binketî  her dem di droşm, cil û berg, bawerî, hemû rewş û karên xwe de, hez dikin li ser şopa yê ew bin xistîye tevbigere û taqlîdî wî bike“. Di nava kurdan de ji vî cûrê mirovan pir in, ji cewher û rastîya xwe derketine, bi wê tenê jî nakin ji wê zêdetir pêde diçin û beşek ji wan ketine xeta xîyanetê li kêlek dijmin li dijî gelê xwe di nava tevgerê ye, gotineke heye di nava civaka kurd tê gotin “kurd kewê gozel e, dixwîne qewmê xwe dixe dafikê“. Lozanê kurd bê maf û bê nasname hiştin, kurd bê statyû hiştin, kurd rûbirûyî polîtîkayên jinavbirina fizîkî, asîmlasyon, û koçberkirina bi darê zorê kirin. Eger em giştî Kurdistan di asta çar parçeyan de bigirin dest em ê bêjin zêdeyî mîlyonek kurd piştî şerê Cîhanê û Peymana Lozanê bûye qurbanî, bi zêdeyî bi dehan mîlyon kurd ji cih û warên xwe koçber bûne, bi deh hezaran gund hatine şewitandin.

Di nava sed û yek salî de li çar parçeyên Kurdistanê çi bi serê kurdan hat? Gelo di nava sed û yek sal piştî Lozanê di rewşa Cîhanê, herêmê de çi guherîye? Çi guhartin di rewşa kurdan ya sîyasî û leşkerî de çêbûye. Gelo kurd di sedsala 21. De dê mafê xwe bistînin? An sedsal din kurd ê di bindestê van çar dagirkerên kurdistanê bimînin? Lozan ê çawa bê derbaskirin?

Piştî avabûna Komara Tirkîye doza kurd hat mandelkirin, polîtîkayên qirkirin, asîmlasyon û koçberkirinê li çar parçeyên Kurdistanê dest pê kir, plana Îslahata Şerq li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, li Rojavayê kurdan bi serhejmartina 1961 re nasname ji kurdan hat kişandin, kembera erebî ket merîyetê, li Îraqê qonaxên enfal û kîmyabaranê yek li pey yek dest pê kir. Di dema şerê Cîhanê û piştî Peymana Lozanê di nava 100 salî li giştî Kurdistanê zêdedeyî mîlyonek kurd bûne qurbanîyê vê peymanê, zêdeyî 10 hezar gund hatine şewitandin û rûxandin, zêdedeyî 10 mîlyon kurd ji koçber bûne, bi kêmanî 10 mîlyon kurd asîmle bûne. Dewleta Tirk roleke sereke di danîna tewrî, proje û planên tunekirina kurdan de leyîstîye, Plana Îslahata Şerqê cara yekemîn di sala 1925 ji alîyê Tirîyê ve ket merîyetê. Di nava her çar dagirkerên kurdistanê de hemahengîyeke xurt ya ewlekarî û istîxbaratî bi dirêjîya 100 berdewam e, Peymana Sad Abad ya sala 1937 di navbera Tirkiye Îran, Îraq û Afganistanê ya bi serpereştîya Brîtanya her çendî di şikil de li dijî Rûsya bû, di heman demê dijî kurd bû jî, dîsa Peymana 1932 ya navbera Tirkîyê û Îranê derbarê têkbirina serhildana Araratê, ku Îranê rê  da Tirkîyê ku derbasî nava axa wê bibe ji paş ve li servanên kurd bizivire û wan tune bike, di sala 1963 de jî artêşa Sûrîyê(Lîwai El Yermûk) di pêşengtîya Fehd El Şair çû hawara Ba`asîyan bi artêşa Îraqê re bû alîkar li dijî tevgera kurd, di sala 1982’an de li dijî Partiya Karkên Kurdistanê Peymanek di navbera Îraq û Tirkîye hat çêkirin ku rê dide hêzên Tirkîyê ku 5 km axa wê derbas bike, di 1998 jî Peymana Edenê di navbera Sûrîye û Tirkîyê çêbû, rê ji Tirkîyê re tê dan ku axa Sûrîye derbas bike û tevgera kurd tasfîye bike, bi vî rengî înkara kurdan di Lozanê de hêz û cesaret daye hêzên dagirker ên kurdan ku hemû hêza xwe bi ser kurdan biçin û wan tune bikin, kurd bûn qurbanê berjewendîyên hegemonîya Cihanê, di mijar kurd de ew di pleya yekemîn de perpirsyar derbarê tiştê bi serê kurdan tê.

Sîstema Cîhanê ya sîyasî û aborî ya ku sedsala 20. Hatibû çêkirin îro têkçûye, sîstema kapîtalîzmê bixwe jî di krîzeke û buhraneke kûr de ye, bi destwerdanê li ser dewletên erebî û şerê Sûrîye, Ukarayna û şerê Xeze û Hemasê hewl tê dayîn ku sîstemeke nû sîyasî û aborî bê avkirin, dewlet-neteweyên ku ji alîyê hegemonîya Cîhanê ve hatibû avakirin, têkçûna wan piştrast bû, dewlet-neteweya bi ramana yek ziman, yek al yek netewe Rojihilata Navîn kir gola xwînê, piştî ev dewlet-nerewe bi kok bûn, êdî nema weke berê xizmetê benîyên xwe re dikin, dem dem li gor xwe jî tevdigerin, lewma jî Rojhilata Navîn li ber guhartinê ye.

Ji çarîyeka sedsala 20. û nexasim van salên dawî û vir de tevgera kurd pêngavên baş avêtin, Tevgera Azadîya Kurdistan guhartineke zihnî di civaka kurd pêk anî, ev guhertin û bandorkirin piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistan, bi serhildana Jîna Emînî a bi pêşengtîya jinên Rojhilatê Kurdistanê û drûşmeya “Jin, Jîyan, Aazdî“ ku wergerîya serhildana tevahîya jînên Îranê her wiha jinên Cîhanê berdewam kir, kurd îro fekorê guhartin û demokratîkirina dewletên herêmê ne, û ew ê vê pêşengtîya xwe berdewam bikin.

Piştî sed salî di polîtîkaya hêzên hegemonya Cîhanê de guhartinek qismî beramber gelê kurd tê dîtin, ev guhartin ji deh salên dawî sedsala 21. Dest pê kiriye, avabûna statyûya Herêma Başûrê Kurdistan, her wiha avabûna Xweserîya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûrîye nimûneyeke jê ye ku vîtoya li ser Kurdistan hatîye şkandin, bêguman ev vîto ji ber xwe de nehat şkandin, berdêlê pir giran hatin dayîn heta ku ev guhartin pêk hat, bi deh hezan şehîd xwîna xwe li ser vê axê rijand. Piştî vê hêzên hegemonîk nikarin kurdan nedîtî bibînin, ji ber kurdan bi hêz û qurbanîyên pêşkêş kirin xwe kirin hejmarek girîng ji girêfta Rojhilata Navîn. Ji hemû deman zêdetir niha mijara kurd li ser maseya hêzên mezin e.

Hêzên herêmî dagirkerên Kurdistan her yek ji wan hatiye dorpêçkirin, rewşên  xirab jîyan dikin, rejîma Sûrîyê lawaz ketîye, li ber têkçûnê ye, dewleta Tirkîyê ji encama polîtîkayên Erdokan bi krîzên sîyasî  û aborî re rû bi rû ye, hewl dide xwe jê rizgar bike, lê ev zû bi zû pêk nayê ancax bi guhartineke demokratîk û çareserkirinê pirsgirêka kurd dikare vê pêk bîne, rejîma Îran bi dehê salan e di dorpêçê de ye, lêdanên Îsraîl li Sûriye û deverên din li dijî Îranê, ta astekê ew tengav kirîye, rewşa wê ji ya Tirkîyê xirabtir e, eger em bên ser Îraqê, em ê bibînin ku Îraq weke dewlet ti heybeta wê nemaye, em dizanin ku Îraq di bin wîsayeta Îranê de ye, vê demên dawî, Tirkîye jî hewl dide di rêya sunnîyên Îraq û Barzanî re li Îraq di biryara sîyasî de serwer be, niha vê gavê yek bi tenê nikare şer bike, ev her çar dewlet-neteweyên statûkparêz hêza xwe di yekîtîya xwe de dibînin, lewma jî beramber guhartinên ihtîmale pêk bê, makanîzmeyên sê qolî û çar qolî dijî kurd berdewam in, bi civînên Stana, Tahran û Enqere hewl tê dayîn pêşketin û guhartinên ku pêkane di doza kurd bêne kirin pêşî bigirin lê ev êdî dem derbas bûye, êdî nikarin ji leza tevgera kurd bi basêkên xwe yê leşkerî û sîyasî kêm bikin û kurdan tune bikin, êdî ew dem derbas bûye, û kurd ne kurdê berê ye. Bi Şoreşa Rojava re û şerê dijî DAÎŞ re mijara kurd bûye mijareke navnetewî, hêza QSD bûye, yek ji hêzên herî bi bandor di şerê li dijî DAÎŞ ku cihê xwe di nava hêza Hevpeyman ya heftî û du welatan de cihê xwe digire.

Ta niha xwendina Tevgera Azadîya Kurdistan û Hêzên Rojavayê Kurdistan ji pêşketinên li herêmê rû didin xwendineke rast bû, lewma hem dikarîn xwedî li kurdan derkevin, li Şengal, Kerkûk û Rojava ew parastin, di heman demê qaveke bi kalîte di doza kurd ber bi pêş dan avêtin piştî sed sal ji Lozanê, piştî vê vegera ber bi paş êdî zehmet e, lê divê em vê jî bêjin beşekî kurdan ku nûnertîya xwe di ENKS û mala Barzanî de dibîne xwendina wan ji pêşketinên li herêmê çêdibin re şaş bû, hemû hesabê xwe wan li ser Tirkîyê, itîlafa Sûrî ya Îxwanî ya ku dijmintîya kurdan dike bû, cihgirtina li cem dagirkerên ku rojane ciwanên kurd bi roj li kolanan didin ber gulleyan dikujin çiqas rast e! Gelê kurd êdî ne yê berê ye, zana bûye xeta xîyanet û berxwedanê ji hev derdixe.

Eger kurd berjewendîyê teng û malbatî bidin alîyekî û yekîtîya netewî ji xwe re bingeh bikirin, û nebin dûvik, nekevin xefkên dijmin, kurd bi ser dikevin, tiştê ku Lozanê derbas bike yekîtî û yekrêzîya kurdan e, danîna nakokîyan li alîyekî ye, divê kurd ên her parçeyî bên cem hev, nêrînên xwe bikin yek ew li ser çi li hev dikin û ji welatê ku ew di navê de ne çi dixwazin? bila ew xalên li ser li hev dikin bibin xetên sor, ku çi dibe bila bibe nabe ew xet bêne derbas kirin, di asta giştî Kurdistanê de jî Rêber Abdullah Ocalan ji bo yekîtîya kurdan 5 perensîbên dîyar kirine: “Kongra Netewî bê li darxistin û her çîn, beş, kesayet û partî û rêxistin cihê xwe di nava de bigirin – Desteyeke Rêbeber ya kongre hebe, ew berpirsyar e di ber xebatên partîk-polîtîk û xebatên dîpolomasî ên hundir û derve, eknomîk, civakî û çandî weke sazî bimeşîne – tevahîya hêzên xweparastin yên çar parçeyan di bin sîwaneke hevpar de dike yek –  desteyeke têkîlîyên derve bê avakirin, têkîlîyê bi dewlet û civakên sivîl re çêbike“. Eger ev perensîpên Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kirine bingeh bêne girtin êş azarên kurdan ên sed salan çareser dibin.

Me li jor da zanîn ku guhartin di helwestên hegemonîya CIhanê de beramber kurd çêbûye, Emerîka bi hêsanî ji Sûrîye nakêşe, mayîn li vir bi ewlekarîya xwe ya netewî ve girêdidin, mînîmzekirina Îran û parastina Îsraîlê di rojevê de, hatina serfermdara erkanê Emerîk ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê re, dawîanîna nîqaşên mayîna hêzên Emerîkî di nava sazî û dezgehên Emerîk de dawî li qonaxekê anî, vê gavê pêdivîya Emerîka bi kurdan heye, kurd fektorê guhartinê ne, Şoreşa Rojava û dest danîna ser herêman, dê dewleta Sûrîye neçar bike ku guhartin pêk bîne, neçare dewlet di majara nenavendîbûnê gav bavêje, her wisa ji bo Tirkîyê jî, çareserkirina pirsgirêka kurd li Tirkîyê û pejirandina xweserîya demokratîk li Bakurê Kurdistanê dikare Tirkîye ji wê krîzê derbixe ne tiştekî din, heta xwînrijandina hundir neyê rawestandin Tirkîye ne pêkane bi ser xwe ve were, lêçûnên van operasyonên Tirkîyê li dijî kurdan li dar dixe aborîya Tirkîye anîye ber sifrê. Bi vê mijarê ve girêdayî birêz Ocalan di noteke hevdîtinê sala 2009’an gotibû: “Mustefa Kemal bi derketina ji Amasyayê giştînameye weşand têde got ku kurd û Tirk têkoşîneke hev dimeşînin, dewleta were avakirin jî wê dewleta herdu gelan be. Di makezegona 1921 de hin biryar –zagonên ku qebûl dikin xweserî bide gelen hatin bi cikirin. Rêber Abdullah Ocalan dide dîyar kirin ku “Lozana civakî çêbibe wê pirsgirêk çareser bibin“  komara heyî kêm maye, ev komar bê demorkratîkirin, komar yek alî maye, Lozana ku hatibû çêkirin Lozana lihevkirina dewletan bû, civak têde nîne, Peymana Lozanê xwîşk û biratîya gelan ji holê rakiriye, netewe kirin dijminê hev, divê ev ji nû de bê sererastkirin. Îran ketîye ferqa wê yekê ku ew armanc e, hewl da bi daxuyanîya Mesûd Bizîşkîyan derbarê kurdan, kurdan ber bi xwe bikêşîne. Kurd weke sedsala 20. Weke berê jîyan nakin, kurdan ew qonax li paş xwe hiştin. Bi şerê DAÎŞ û avakirina Şoreşa Rojavayên Kuristanê kurdan mohra xwe li sedsala 21. Daye, lewma jî kurd avakirina Rojhilata Navîn ya nû de hene, û dê maf û statyûya xwe bistînin, kes nikare li pêşîyê bibe asteng, kurd bernamzetên ku pêşengtîyê di asta Rojhilata Navîn de bikin, felsefeya netewa demokratîk îro bûye realîteyek li Bakur û Rojhilata Sûrîye, ev altirnafê dewlet-neteweya li ber têkçûnê ye.