Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK‘ê şermezar kir

24/07/2024
in Uncategorized
A A
Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta PDK‘ê şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê, Kongra Star li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da. Kongra Star di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku li dijî tevgera azadiyê , PDK’ê û dewleta Tirk di nava hevkariyê de ne.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Qadên Berxwdanê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, herwiha di nava van êrişan de jî PDK’ê bi awayekî eşkre cihê xwe digre.

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker  û xiyaneta PDK’ê, Kongra Star li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji destpêkê ve peywendiyên dewleta Tirk û PDK’ê bi hev re hene û her tim li dijî tevgera azadiyê û gelê Kurd di nava îxanetê de ye. Lê belê piştî di hilbijartinên vê dawiyê de gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê bi serket û faşîzma Erdogan lawaz bû, siyaseta ji nû ve dagirkirina Kurdistanê û kayuman dan destpêkirin, li dijî vê siyaseta ku îradeya gel deste ser dike li Bakûrê Kurdistanê û gelek deverên cîhanê gel bi berxwedanekî bêhempa  li dijî vê siyasetê li ber xwe dide û bi ser dikeve. Wekî her car PDK ji bo faşîzma Tirk a binketî rizgar bike kete dewrê, bi awayekî zanabûn li deverên curbecur ên Başûrê Kurdistanê agir bi cihên kargehan xist û xwest ku tevgera azadiya gelê Kurd tewanbar bike. Her wiha ev jî parçeyeke siyaseta wan a şerê taybet û qirêje û weke her carê xwestin rastiyê veşêrin û bala raya giştî bi mileke din ve bikşînin û kiryarên xwe yên qirêj veşêrin.”

‘Dagirkeriya Tirk dixwaze Kurdan bi destê Kurdan bidin Kuştin’

Di daxuyaniyê hat diyar kirin ku dagirkeriya Tirk 800 çeteyên DAÎŞ’ê û hezar û 500 cerdevan anîne Başûrê Kurdistanê û li dijî Şervanên Azadiyê didin şerkirin û wiha hat domandin: “Bi awayekî eşkere 3 hezar panzêr, 4 hezar leşker û 100 navendên Tirkan niha li Başûrê Kurdistanê hene û bi awayekî eşkere nasnameyên gel kontrol dikin û welatparêzan qetil dikin, dixwazin sîxurtiyê li Başûr pêş bixin û bi dehê kîlometreyan ketiye axa Başûrê Kurdistan ê.  Qaşo pêşmergeyên PDK’ê yên ji aliyê Mîta Tirkan ve hatine perwerdekirin jî ji vê siyaseta qirêj re pêşengtiyê dikin û dixwazin Kurdan bi destê Kurdan bidin Kuştin.”

‘Gerîlayên Azadiyê bi awayekî bêhempa li berxwe didin’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Pêwîste gelê Kurd vê baş bizanibe ku dewleta faşîst ya Tirk a ku ji aliyê şervanên azadiyê ve binketî, ji aliyê malbata Barzanî ve tên rizgarkirin. Ev ne cara yekê ye ku mala Barzanî vê dike û ziyanekî mezin dide yekîtiya gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê. Heta niha bi sedan însanên sivîl hatine qetilkirin û bi dehan gund hatine şewitandin, bi awayekî bêperwa her roj daristanên Kurdistanê didin ber agir, daran jê dikin û heta lawirên wê jî li ber çavên cîhanê dişewitînin, lê mixabin  hukumeta Îraqê û cîhan li dijî vê bêdeng e, ev jî dide nîşandan ku dewleta Tirk, PDK û hukumeta Îraqê di vê siyaseta qirkirina Kurdan, şewitandin û talankirina erdnigariya Kurdistan û dagirkirina Başûrê Kurdistanê de li hev kirine û heman siyasetê dimeşînin. Li dijî vê konsepta qirkirina gel û xwezayê,  gerîlayên azadiyê bi awayekî bêhempa li berxwe didin, artêşa tirk a faşîst windahiyên mezin dide, pêwîste em jî weke gelê Kurd, jin û raya giştî ya demokrat û gelê welatparêz li dijî vê siyaseta qirkirinê û xiyaneta mala Barzanî bi awayekî tund rawestin û vê siyaseta qirêj bi tundî tehşîr bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat zanîn ku mala Barzanî tucarî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê neparastiye û îro jî naparêzên û wiha hat domandin: “Her tim mala Berzanî di nava îxanetê de bûn û nûnertiya gel nakin û di nava îxaneteke dîrokî de ne û demildest dest ji vê siyasetê berdin. Hûnê li hemberî dîrokê û gel hesabê vê bidin. Em ê jî weke Kongra Star tucarî li hemberî vê siyaseta dijminahiya gel û jinan a gel parçe dike û qetil dike bêdeng neminin û li berxwe bidin.”

Daxuyanî bi siloganîn ‘Bimre Îxanet û Bijî berxwedana girîlayên azadiyê’

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.