Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi pirtûkxaneya neteweyî çanda Reqayê tê parastin

24/07/2024
in Uncategorized
A A
Bi pirtûkxaneya neteweyî çanda Reqayê tê parastin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Pirtûkxaneya neteweyî ya Reqayê, piştgiriya kesayetên femînîstên rewşenbîr û kesên bi wêjeyê re têkildar in dike û rola wan xurt dike. Pirtûkxane bi avahiya xwe ya dîrokî balê dikşîne û gelek jin diçin serdana wê.

Pirtûkxaneya neteweyî ya ji aliyê desteya çand û şûnwaran ve hatiye damezrandin, yek ji girîngtirîn cihên çandê ye û ji bo parastina çanda xwendinê navnîşaneke dewlemend e.

Pirtûkxaneya ku 3’yê Cotmeha 2023’yan ji aliyê komîteya çand û şûnwaran ve hatiye vekirin, weke cihê arşîva fikir û dîroka girîngtirîn şaristaniyan tê binavkirin. Di pirtûkxaneyê de 12 hezar pirtûkên makaleyî, yên helbestî û çîrokan hene. Her wiha beşên felsefe dîrok, beşa sînema, huner muzîk û neteweya demokratîk hene. Holeke xwendinê û nivîsandina çîrok û helbestan jî heye. Tişta balkêş ew e ku avahiya pirtûkxaneyê ji serdema Ebasiyan maye. Bi kevirên kerpîç ên di firinên “Hergla” de li rojavayê Reqayê de hatine çêkirin, avahî hatine avakirin.

JINHAGENCY

‘Bajarê Reqayê weke paytexta çandê tê naskirin’

Der barê armanca vekirina pirtûkxaneya yekem a li herêmê de, rêvebera pirtûkxaneya neteweyî Senaa Ebd Ebas got: “Bajarê Reqayê, weke paytexta çandê tê naskirin. Ji ber ku piştî rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ’ê gelek girîngî ji aliyê çandê re hat dayîn ji bo her kes bikaribe behreyên xwe yên çandî derxe û bi pêş bixe.”

‘Gelek jinên rewşenbîr ji bo me bûne îlham’

Senaa Ebd Ebas der barê xurtkirina rola jinan li herêmê de jî got: “Jinan di hemû aliyên jiyanî, siyasî, civakî, leşkerî û çandî de xwe îsbat kirin. Jin beşdarî gelek şevbuhêrkên helbestî û wêjeyî de her wiha di panelên çandî bûn. Gelek jinên rewşenbîr mîna wêjevana ji nav me barkirî Fewziye El-Meraî û Marya El-Icêlî û Mîdya Silêman ku di gelek karên wêjeyî helbestî û pirtûkan de beşdar bûn hene. Ev jinên wêjevan ji gelek jinên din re bûn mînak.”

‘Beşdariya jinan a xebatên çandî bû sedem ku baweriya wan zêde bibe’

Senaa Ebd Ebas di berdewama axaftina xwe de wiha anî ziman: “Beşdariya jinan di warê çandî û panelên helbestî de hişt ku baweriya wan bi wan zêde bibe û nêrîna civakê ya ji bo wan were guhertin.”

Der barê rêjeya jin û keçên ciwan ên berê xwe didin pirtûkxaneyê de jî got: “Ji dema pirtûkxane vebûye ve heta niha gelek jin û keçên ciwan berê xwe didin vê derê. Di pirtûkxaneyê de holeke taybet ji bo jinan heye. Ew dikarin zêdetir bi vî rengî xwe bi pêş bixin.”

Senaa Ebd Ebas got: “Jin bingeha civakê ne û nifşên nû perwerde dikin ji ber wê divê jin zana bin da ku bikaribin malbateke zana ava bikin û bi vê yekê civak şiyar û zana be.”

Senaa Ebd Ebas bang li hemû keçên ciwan û jinan kir ku berê xwe bidin pirtûkxaneyê û  behreyên xwe yên wêjeyî dewlemend bikin û ji bo planên pêşerojê jî got: “Em hewl didin beşek taybet ji bo wêjeya jinan vekin û panelek ji bo aktîfkirina bername û çalakiyên berdewam, ji bo çand û wêjeya jinan li dar bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.