Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xewna xwe ya projeya jîngehê kir rastî

24/07/2024
in Uncategorized
A A
Xewna xwe ya projeya jîngehê kir rastî
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Alya Bekir a ji Efrînê, xeyala xwe ku bibe endazyara avahîsaziya ekolojîk, kir rastî. Alya sembolên bajarê xwe di projeyeke jîngehî de rave dike.

Alya Bekir ji bajarê Efrînê ye ku ji sala 2018’an ve di bin dagirkeriya Tirk de ye. Piştî dagirkirina Efrînê, Alya tê Qamişloyê û xwendina xwe li Zanîngeha Rojava didomîne. Piştî keda 5 salan a li Fakulteya Endazyariya Mîmariya Jîngehî, xewna xwe ya zarokatiyê ku bibe endazyara avahîsaziya ekolojîk, bi cih anî.

Beriya çend rojan Alya Bekir tevî 8 hevalên xwe yên zanîngehê projeya derçûnê pêşkêş kirin. Alya 5 mehan bi projeya xwe ya derçûnê ve mijûl bûye. Projeya Alyayê ya derçûnê avakirina navenda lêkolînên çandiniyê ye. Alyayê li ser projeya xwe got: “Min xwest vê projeyê li bajarê xwe ava bikim, ji ber ku hewcedariya wê pê heye. Eger ev proje pêk bihata dê ya yekemîn bûya.”

Li gorî projeyê, qada avahiyê navenda lêkolînên çandiniyê 6 hektar e. Di projeyê de beşek ji bo karkeran heye ku lêkolîner çavdêriya wan dikin, cotkar perwerdeyan li ser çandina daran dibînin. Alyayê destnîşan kir ku cotkarên li herêmê tu lêkolînên berfireh li ser nexweşiyên zeytûnan nedîtine.

Her wiha di projeyê de navenda lêkolînên çandiniyê heye ku pêşxistina çandiniya zeytûnan, başkirina kalîteya zeytê û perwerdekirina cotkaran li ser rêbazên herî baş ên çandiniyê armanc dike. Di heman demê de kargeha guvaştina zeytûnan, cihê dagirtina zeytê û kargeha çêkirina hebên vîtamîna zeyta zeytûnan hene.

Alya Bekir diyar kir ku lêkolîna wê di radeya yekemîn de li ser esasê sûdwergirtina ji zeyta zeytûnan di çêkirina sabûn û madeyên ciwankariyê de û ji madeya “bêrîn” ya ji dara zeytûnan tê derxistin ku ji zeyta wê zeyta şewitî tê çêkirin.

Di projeyê de kargeha ku bermahî û pelên zeytûnan dikin komir û semad û stasyoneke avê jî hene. Alyayê got: “Ji bo parastina jîngehê min herêmeke tampon ku ji dîwar, qadên heşîn û beşên avê yên dûrî qirêjî û qarbalexê çêkiriye. Min di avakirina avahiyê de jî madeyên jîngehparêz û enerjiya tavê bi kar anîne. Min li rûyê avahiyê hêşîn bi kar aniye da ku wê ji hewa û tîrêja rojê paqij bike.”

Endazyarê mîmarî û hîndekarê li Fakulteya Endazyariya Jîngehê ya Zanîngeha Rojava Fadil Îbrahîm jî li ser projeya derçûnê ya Alya Bekir got: “Asta Alyayê bi dest xistiye, encama keda 5 salan a xwendin û perwerdeyê ye. Projeya wê dê di siberojê de xizmeta herêmê bike.”

Fadil Îbrahîm derbarê projeyên xwendekaran de jî diyar kir ku projeya avakirinê di projeyên xwendekaran de ji sedî 40 derbas kiriye û got: “Ev tê wê wateyê ku ev proje guncaw in û dostên jîngehê ne. Em bi hêvî ne ku li ser erdê pêk werin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.