Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Ciwan: Ji bo Azadiya Rêber Apo em ê asta berxwedanê bilind bikin

24/07/2024
in Uncategorized
A A
Jinên Ciwan: Ji bo Azadiya Rêber Apo em ê asta berxwedanê bilind bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Jinên Ciwan yên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berxwedanê li tevahî cîhanê berfireh û bilind bikin.

Di 10’ê Cotmehê de li 74 navendên Ewropayê û welatên cîhanê, bi pêşengiya nivîskar, hunermend, kesayetên navdar, siyasetmedar û saziyên azadîxwaz ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd pêngaveke nû ya azadiyê hat destpêkirin. Ev pêngav ji hemû aliyên azadîxwaz ve bi dilgermî hat pêşwazîkirin û pêl bi pêl li hemû cîhanê belav dibe.

Komploya li dijî Rêber Apo û dîlgirtina wî ne tenê li ser şexsê wî bû. Di şexsê Rêber Apo de hêzên desthilatdar xwestin îrade û fikrên azad ên hemû gelên bindest, jin û ciwanên azadîxwaz, çand û baweriyan tune bikin û di bin tecrîd û îşkenceyeke giran de hebûna wan tune bikin. Rêber Apo jî bi hêza xwe ya heqîqetê, têkoşîna xwe ya azadiyê heya roja îro wekî Rêberê Gelan tê qebûlkirin.

Di çarçoveya pêngava azadiya Rêber Apo ya ku bi duruşmeya ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ heya roja îro didome. Jinên ciwam yên Rojavayê Kurdistanê ji Rojnameya me re axivîn.

Rêveberiya Jinên Ciwan a Desteya Civakî ya Ermenan Losnak Kavoriyan diyar kir ku ew dikarin pêngava azadiya fîzîkî ya Feylesûf Apo mezin bikin û azadiya wî misoger bikin wiha got: “Di dîroka mirovahiyê de jin rastî gelek serdeman hat ku ji bona wê mirin îfade dikir. Zihniyeta zilamê serdest ku bandoriyek gelek mezin li ser şexsê Jin dabû avakirin, me bi serê çavê xwe dît ku bi hatina dewleta islamî ango bi ser navekê din DAIŞ`ê careke din Jin hate kolekirin û di tarîtiyê de ma. Ne tenê Jina Kurd rastî van kiryarên dijmirovî hatin, bêguman hemû Jin û pêkhate rastî van kiryarên qirêj hatin. Heya mirov dikare nimûna vê di dîroka serdestiyê de bibîne, demeke wiha bû ku Zikê Jin û dayikan diqelişandin da ku bizanibin hebûna ku di zikê wê de jiyan dike çi nesle. Her wiha Jina suriyanî, Jina ermenî û Jina ereb rastî nêzîkatiyên bi vî rengî hatin. Lê bi avabûna şoreşa 19’ê Tîrmehê Jin careke din bû xwedî sernaveke cuda, jina ku dihate kolekirin îro di qadên jiyanê de xwe isbat dike. Her wiha li dijî hêzên hegemonîk divê em destnîşan bikin ku hebûn û azadiya feylesûfê mezin Abdullah Ocalan bi azadî û hebûna ciwanan, jinan, gelan bûye yek. Îro li her derê bi sekneke çalak a li dijî êrişên hêzên serwer em dikarin pêngava azadiya fîzîkî ya Feylesûfê mezin Abdullah Ocalan mesoger bikin.”

‘Deng Jinê wê bibe dengê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’

Losnak Kavoriyan di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ev demeke dirêje ku dewleta tirk a dagirker bi ti awayî rê nade ku bi remanzanê mezin Abdullah Ocalan re hevdîtin çêbibe û her dem dixwazin fikirê wî dadwervîn in. Ev jî xeteriyekê dide avakirin, ji ber ku her roj rewş xirab dibe, her wiha li imraliyê feylesûf Abdullah Ocalan bi fikirê xwe li hemberî faşîzmê şer dike. Îdaya me jî ew e ku pêwîste Rêber Apo rizgar bibe û di nava me de jiyan bike. Ji xwe di gureva imralî de Rêber Apo 5 pirtûk yên girêdayî jiyana insanan nivîsand û rêbaza jiyanê da pêşiya me. Feylesûf Abdullah Ocalan got: “Pirtûkên min li kur bin ez li wirim”. Em bi xwe jî li gorî vê perspektîfê dimeşin û hewl didin di asteke gelek mezin de fikirê wî belavî her derî bikin. Em ê bikaribin gelek gavan bavêjin û bibin xwedî baweriya ku feylesûf Abdullah Ocalan daye me û deng û rengê Jinê wê bibe dengê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.”

‘em ê asta berxwedanê û têkoşînê ji bo azadiyê bilind bikin’

Di heman çarçoveyê de Berdevka Jinên Ciwan yê bajarê Kobanî Xaliya Bekê diyar kirin ku ew bi naskirina fikrên azad, gavên mezin avêtin û wiha got: “Em weke jinên ciwan dixwazin agahiyê ji Rêber Abdullah Ocalan bigrin. Ger Rêber Apo nebûya em dernediketin û nedigihîştin vê astê ku di hemû meclis û saziyan de em serbest baxivin û nêrînên xwe bînin ziman. Tiştê ku Rêber Apo ji me re kir ne kêm e, pêwîst e em jî azadiya wî ya fîzîkî mesoger bikin û hemû erkên li ser milên xwe pêk bînin. Em jî weke ciwan çi ji destên me were em ê ji bo Rêber Abdullah Ocaln bikin, çawa wî riya azadiya da me, em ê jî asta berxwedanê û têkoşînê ji bo azadiyê bilind bikin.”

‘Pêşengtiya vê pêngavê gel û ciwan dikin’

Xaliya Bekê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ciwanên Kurdistanê, ciwanên Tirkiyeyî, ciwanên Ereb, divê pêşengtiyê hem ji pêngava ‘Azadiya ji bo Abdullah Ocalan, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’ bikin hem jî bigihîjin gerîla û wiha domand: “Gerîla têkoşîna xwe di xeta Bêrîtan û Kemalan de bi rê ve dibe. Bi vê têkoşîna mezin a li Kurdistanê, bandor bi tenê li ser gelên herêmê nabe. Em di vê kampanyayê de dibînin ku hêviya gelan ji gerîla heye. Pêşengtiya vê pêngavê gel û ciwan dikin. Gelê me û yên herêmê têkoşînê di xeta Rêber Apo de geş dikin. Rêber Apo ku tecrîdkirî ye bi sekna xwe bi awayekê bêhempa li ber xwe dide. Her wiha em wekî jinên ciwan yên Rojavayê Kurdistanê berxwedan û kîna me li hemberî dijmin zêdetir û mezin dibe. Bi salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê em Azadiya Rêber Apo pêk bînin.”

Post Views: 94
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.