Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

8’emîn Pêşingeha Şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de wê bê lidarxistin.

23/07/2024
in NÛÇE
A A
8’emîn Pêşingeha Şehîd Herekol di 15’ê Cotmehê de wê bê lidarxistin.
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/ Qamişlo

Di bin diruşmeya ‘Em ê xwendinê bikin şêwazê jiyanê’ wê di 15 Cotmehê de 8`mîn Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol li Qamişlo bê lidarxistin. Ji bo lidarxistana pêşengehê jî amadekarî dewam dikin.

Ji bo belavkirin û teşwîqkirina çanda xwendin û nivîsandinê, bi pêşengiya Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her sal pêşengeha Şehîd Herkol a Pirtûkan tê lidarxistin. Pêşengeh ji bo nivîskar û çapxaneyan dibe derfet da ku pirtûkên xwe bidin pêşandan. Îsal jî li gorî ku hatiye ragehandin, wê di 15’ê Cotmehê de ji aliyê Desteya Çandê ve 8’emîn pêşengeha Şehîd Herekol bê lidarstin û di 22 cotmehê bi dawî bibe.

Derbarê amedekariyên lidarxistina Pêşengeha Şehîd Herekol a Pirtûkan ya 8’mîn endamê Komîteya Amadekara a pêşengehê Ebdulmecîd Xelef ji rojnameya mere axivî.

Ebdulmecîd Xelef di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Yekem car pêşengeha şehîd Herekol di sala 2015’an de hat lidar xistin. Dewreya îsal jî wê bi dirûşmeya ‘ Emê Xwndinê Bikin Rêbazê Jiyanê’ li hola Zana a bajarê Qamişlo bê li darxistin. Pêşengeh wê di 15’ê Cotmehê de bê destpêkirin û di 22’ê Cotmehê de bidawî bibe. Sal bi sal beşdarên pêşengehê zêdetir dibin. Di sala yekem de 16 weşanxane beşdar bûn, lê niha jimara weşanxaneyên ku beşdar dibin 60 derbas kiriye. Beşdarbûn ji derveyê Rojava jî, ji praniya parêzerên Sûriyê heye. Herwiha ji derveyî Sûriyê jî, ji gelek welatên erebî û Ewropa jî beşdarbûna pêşengehê heye. Di dema niha me dest bi rêklamên pêşengehê kiriye, weşanxaneyên ku wê beşdar bibin em bi wan re di nava têkilyan de ne. em dixwazin pêşengeha salên bê gelekî berfirehtir bibe. Di sala borî de 152 hezar pirtûk hatin pêşandin, em bi hêvî ne salên bê jimar zêdetir bibe.

Xelef di dawiya axavtina xwe de wiha qedand:”Ew bi deh hezaran pirtûkên curbecur û berfireh ên ku behsa mijar û mijarên siyasî, çandî, dîrokî, civakî, olî, leşkerî, felsefî û romanî dikin û bi çend zimanan jî ji bo wergirtinê, hebin. Ji ber hebûna gelek pirtûkên ji zimanên navneteweyî hatine wergerandin deverek mezin.  Her wiha daxaza me ku salên bên pêşingeh berfireh bibin bibe wekî pêşingeka Qahîra û Eskenderiyê. Astengiyên ku derdikevin pêşiya me êriş û dorpêça li ser haerêmê ye. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.