Monday, July 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
in ROJEV
A A
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

PJAK’ê bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da û wiha got: “Şoreşa ku di sala 2012’an de bi vîn û fedekariya gelê Kurd û piştgiriya gelên din ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest pê kir, bingehê statûyek demokratîk û pirnetew di nava dilê Rojhilata Navîn a tijî şer û alozî de, ava kir.”

Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê PJAK’ê bi boneya salvegera 14’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî parve kir.

Naveroka Daxuyaniya PJAK’ê  bi vî rengî ye:

“Îro 14’emîn salvegera serkeftina Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Şoreşek ku di sala 2012’an de bi vîn û fedekariya gelê Kurd û piştgiriya gelên din ên li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bingehê statûyek demokratîk, yeksanxwaz û pirnetew di nava dilê Rojhilata Navîn a tijî şer û alozî de, ava kir. Wek Meclisa PJAK’ê tevî pîrozkirina bîranîna hemû şehîdên rêya azadiyê, bi taybetî qehremanên berxwedana Kobanê û serdanandina ji bo ruhê teslîmnebûyî yê jin û mêrên azad, radigihîne. Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe ji bo tevayî netewên herêmê ku li pey demokrasî, dadperwerî û hevrejiyana aştiyane de digerin.

Sedema sereke ya serkeftina vê şoreşê, berî her tiştî cewherê wê yê demokratîk û giştgir bû ku li ser bingeha xwebirêvebiriya demokratîk a gel, azadiya jinan û beşdariya hemû neteweyan ava bû. Yekîtiya dîrokî ya Kurd ya di rûbirûbûna dijminên hevpar de jî roleke diyarker lîst. Bêyî vê yekitî û piştgiriyê, bidestxistina serkeftinê nepêkan bû. Fedekariya bêhempa ya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku bi wêrekî û fedakirina canê xwe di beramberî şerê DAIŞ’ê û hêzên rejîma Baas de sekinîn, yek ji sedemên din ên sereke yên serkeftinê bû. Bi dehan hezar şehîdên hêja ew bac bû ku ji bo vê şoreşê hat dayîn daku Rojava bibe sembola berxwedan û azadiyê daku di taritiya cîhanê de bibiriqe.

Şoreşa Rojava bi fermî naskirina mafên jinan û pêşengtiya jinan a li eniyên pêş yên xebat û rêveberina civakê de, li herêmê serdemek nû ya dîrokê vekir. Amadebûna çalak û wekhev a jinan ya di siyaseta demokratîk, xweseriya herêmî, hêzên parastinê û hemû qadên jiyanê de, ne tenê destkeftiyeke mezin bû ji bo Kurdistanê, di heman demê de bû semboleke mezin û hêvîbexş ji bo hemû jinên azadîxwazên cîhanê. Jinên Rojava bi dirûşma “Jin, Jiyan Azadî” nîşan dan ku azadiya rastîn bê azadiya jinê ne gengaze.

Şervanên Rojava di eniyên pêş ên şerê qehremanane yên li dijî terorîzma DAIŞ’ê û bermahiyên rejîma Baas a Sûriyeyê de cih girtin û bi xwîna xwe parastina nirxên mirovahiyê kirin. Di demekê de ku piraniya hêzên cîhanî tenê temaşevan bûn, şervanên fedaî bi piştgiriya gel, DAIŞ’ê li Kobanê û cihên din têk birin û ewlehiya hezaran kesên sivîl pêkanîn. Ev şoreş wek yek ji ezmûnên herî giring ên demokratîk, piştî êriş û pîlangeriyên sala borî ku encama rêkeftina hegemoniya cîhanî û herêmî ya li dijî gelên bindest bû, rûbirûyî metirsiya tunebûnê hat kirin, lê bi saya xebata gelê me hîna li ser lingan maye.

Îro, hinek welatên herêmê bi siyaseta şerxwazî, dagirkerî û piştgirîkirina komên tundrew, bûne sedema sereke ya bêîstîqrariya li Sûriyeyê û li dijî îradeya pêkhateyên Sûriyeyê, bi taybetî Kurd û gelên din ên hevpeyman kar dikin. Ev siyaset ne tenê aştiyê paşxistiye, heta agirê şer û duberiyê jî li herêmê geştir kiriye.

Desthilata nû ya Sûriyeyê jî, li şûna ku dersê ji rabirdûyê wergire û gavan ber bi sîstemeke demokratîk a giştgîr ve bavêje, hîna jî rêya zilm û înkarkirina mafên neteweyan girtiye ber xwe. Mafê Kurdan, Dûrzîyan, Elewiyan, Asûriyan û komên din bi şêwazekî sîstematîk tê binpêkirin. Ev siyaseta zilimkar, Sûriyeyê ber bi qonaxeke metirsîdar, nediyar û aloz ve dibe. Qeyranên kûr ên îro yên Sûriyeyê, nerewayî û nedadperweriya wan di berdewamiya zilma neteweyî, neheqî û nenasîna pirneteweyiya vî welatî de ne.

Tenê rêya rizgariya Sûriyeyê piştî salên dirêj ji şer û malwêraniya mirovî, bi fermî nasîna mafên hemû pêkhateyên civakê û derbaskirina hişmendiya înkarker û qirkere.

Meclisa PJAK’ê, li gel pîrozkirina 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava, tekez dike ku çareseriya herdemî ji bo Sûriyeyê, tenê bi rêya bi fermî nasîna mafên hemû pêkhateyan û qebûlkirina modela xwerêveberiya demokratîk pêkane. Rojavayê Kurdistanê bi ezmûna xwe ya serkeftî ya di rêveberiya xwecihî, wekhevî û parastinê de li beramberî terorîzmê, wek giringtirîn modela demokratîk li herêmê maye.

Di dawiyê de, daxwazê ji hemû Kurdan û hêzên azadîxwaz dikin ku ji bo piştgirîkirina Rojava zêdetir ji her demê yekgirtî, hevbeş û hişyar bin. Parastina destkeftiyên şoreşa 19’yê Tîrmehê û bihêzkirina xwerêveberiya demokratîk, erkek dîrokî ya ser milê me ye. Ji ber ku ji hêviya herî giring ya ji bo pêkanîna demokrasiyê ye. Tenê bi yekîtî û pabendbûna bi nirxên şoreşa azadî, wekhevî û berxwedanê, em dikarin li beramberî hemû gefan rawestin û pêşerojeke ronî ji bo nifşên bê ava bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.