Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Esaleta Napolyon û Rezaleta Mesrûr Barzanî

23/07/2024
in NÛÇE
A A
Esaleta Napolyon û Rezaleta Mesrûr Barzanî
Share on FacebookShare on Twitter

Volqan Elî

Tê gotin reklama ne baş tine ye. Bixwazî nexwazî mirov dide fikirandin. Serenavekî wisa çiqas rast  dibe? gelo mirov navekî din lê kirana ne baştir bû? werhasil… tê zanîn bi lêv nekiribe jî Napolyon Bonapart wekî yek ji pratîsyenên netewe-dewletê tê hesibandin. Di wan serdeman de Franse wekî dergûşa şidet, alozî, mirin, kuştin û terorê ye. Salên wisa ne ku di her kêliya wê de li Ewrûpayê û bi taybetî jî li Franseyê hezar firtone û tufan diqewimin. Hem şoreş, guherîn û hem jî zora paşverûtî tê jiyîn.

di wan mercên Franseyê de gelek leheng, zordar û xiyanet heye. Hemû di nav hev de ne. Va ji van yek jî Napolyon e. Lehengekî dema xwe ye. Ji bo Fransaya 1789’an wisa ye. Yên dîroka şoreşan kêm jî be eger bihîstibin, dizanin Napolyon kesayetiyekî wisaye ku zêde ji pergala berê ya Franseyê hez nake. Di dîroka şer de wekî taktîsyenekî mezin tê zanîn. Ji vê bêhtir jî di avakirina Fransa nûjen de xwediyê rol e.

Xwendevan wê bêjin çi eleqa eseleta Napolyon bi Barzanî re heye. Wele hûn rast dibêjin. Divê mirov li xwe mukur were. Wekî min destpêkê jî gotiye ‘reklama ne baş nabe’. Kurdiya vê jî bav û kalan gotiye, “navê golikê biçûk e lê garanekê xira dike”. yanî dema tiştekî baş hebe, encax dikare tu wê bi ya herî xirab bidî naskirin. Ji derveyê wê zehmet e. Tiştê xirab çendî biçûk be jî navê başiyê xirab dike.

Ya din jî em ê werin aliyê polîtîk. Çawa yanî. Ka vê PDK’yê digot, “em ê Kurdistana serbixwe ava bikin”, referandum kirin. Xwestin Kurdan bixapînin. Niha jî di medyaya dijîtal de dibêjin “tenê em dikarin li Kurdan xwedî derkevin”. Vayê di vê kêliyê de Napolyon tê bîra mirov. Wî li gorî pratîka netewe-dewletê tevger kiribû. Di serdema xwe de qehremanê welatê xwe bû. Kesayetiyeke wisa ya xweser e. Ti car li beramberê dijminê xwe seriyê xwe netewandiye. Her daye pey armanca xwe. Lê Mesrûr Barzanî û malbata wî çi dike? daye li pey armancên Dewlet Bahçeli û faşîma Erdoğan.

Di vê derê de çîrokek qedîm a Kurdan tê bîra mirov. Piştî xiyaneta Harpagos, Astiyag jê re dibêje “hey rezîlê rezîl, te her xiyanet kiriye. Ma te taca me Medan çima da li serê Persên ku heya bi doh li ber deriyê me xizmetkar bûn, qe nebe te taca qraltiyê bixista serê xwe”. Rewşa vê malbatê bi vî şiklî trajî-komîk e, bi vî şiklî ye.

Em dîsa vegerin li Napolyonê bi esalet. Resenî yan jî esaleta wî li ku ye? Bi rastî jî orjînal e, resen e; ya ku difikire pê de diçe. Ya din jî feylesofekî wekî Hegel felsefeya xwe ya netew-dewletê bi wî şîrove dike û ji bo wî dibêje, “Netewe-dewlet ew Xwedayê li ser rûyê erdê dimeşe, Napolyon jî temsîla wî ye”. Napolyon şexsiyeteke wisa ye, bi pratîka xwe ya heyî ji feylesofekî wekî Hegel re bûye çavkaniya îlhamê. Ji ber vê yekê bi esalet e, resen û orjînal e.

Lê Harpagos, na biborin Mesrûr û malbata wî ya malûm, çi dike? Dagirkeriya Tirk bi sedan tang, balafir, helîkopter, bi sedhezaran leşker, parçeyê Başûr dagir dike ne ku tenê tiştekî nabêje. Bi heman şiklê Harpagos û Enkîdo, dibêje “dagir bike, bikuje”. ma çima tu dagirker tînî? Dar û daristanên Dihokê û Metîna dişewtînî? Jixwe tu li Başûr bûyî. Tu bihata Metîna, nizanim ku derê. Jixwe cihê te li Kanîmasî û li gelek cihan hebû. Li Bajaran jî desthilatdariya te hebû. Eger wekî tu dibêjî Tevgera Azadiyê û gerîla pirsgirêk bûya, dema ku tu hatibûya wê li dijî te şer bikirana? Na! heta niha jî gerîla, tevgera azadiyê kevir û kuç danîne ser dilê xwe rûxmî ev çend xiyanetê sebir dike. Eger wekî tu dibêjî gerîlayên Azadiya Kurdistanê pirsgirêk bûna, ew qas rêxistinên Kurdan, rewşenbîr û gelê Kurd heye tu biçûya te giliyên xwe ji wan re bikira. Ma çima tu diçî gurên boz ên devbixwîn, cîhadîstan ber didî li ser dilê welat? Rojên borî, suîqasta li dijî Trump şermezar dikir. Bila! Lê dagirkerî her roj gund û gundiyên Kurd qetl dike, jixwe şermezar nakî, çima jê re rê çêdikî?

“ku gerîla û Tevgera Azadiyê li Başûr pirsgirêk e, dibe sedem ku Tirk êrîşî Başur bikin”, dereweke mezin e. Xiyanet rastî û heqîqetê vedişêre. dema ku heqîqet li holê namîne jî, derew û rezalet hakim dibe! Rezaleta malbata Barzanî esaleta Napolyonê ku ruhê netew-dewletê ye jî diherimîne!

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.