Reşo Mihemed/ Qamişlo
Cîgira hevserokatiya MSD’ê Canda Mihemd, da zanîn ku xwesteka gelên sûrî heye ku kongreyeke netewî were lidarxistin û wiha got: “Em dikarin bêjin heya meha 10’an de wê kongreya Hêz û Kesayetên Netewî pêkwere. Di heman demê de xebat ji bo kongreyek giştî were kirin. Ji ber ku kongireyeke wisa bingeha çareserkirina kirîza Sûriyê ye. ”
Meclisa Sûriyaya Demokratîk(MSD) bênavber hewldanên xwe ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê dike. Ev hewldan jî di rojeva Sûriyê de ne, têkildarî heman mijarê cîgira hevserokatiya MSD’ê Canda Mihemed, bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn jî wiha bû:
Gelek caran MSD’ê bangewaziya ji bo diyaloga sûrî-sûrî kiriye û hem jî xwestiye hikumeta Şamê û hêzên muxalefetê ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê li hev bicivîne, lê heta niha gavên berbiçav di vî warî de nehatine avêtin, gelo çima?
Ji destpêka ku MSD’ê di sala 2015’an de hate avakirin û bi şûn de gelek xebat û hewldan ji bo pêkanîna diyaloga sûrî-sûrî û çareserkirina kirîza Sûriyê hatin kirin. Me didîti ku pêwîste aloziya Sûriyê bi riya lihevkirineke siyasî û diyaloga di navbera gelên Sûriyê de were çareserkirin. Lewma jî gelek xebat di vê derbarê de hatin kirin û gelek civîn û komxebat hatin meşandin. Weke civîna Ên Îsa 1, Ên Îsa 2, li Kobanê û li kantona Cizîrê. Gelek kesayet ji bajar û parêzgehên Sûriyê di van civînan de hazir bûn. Di civînan de jî tiştên girîng ji bo pêşeroja Sûriyê û bidawîkirina kirîza Sûriyê hatin nîqaşkirin. Di heman demê de jî li derveyî Sûriyê jî komxebat li dar ketin û di wan komxebatan de hertim me çareserkirina pirsgirêka Sûriyê dikir mijara bingehîn ji bo nîqaşê. Me hertim digot û hîna jî dibêjin destê me vekirî ye ji bo
diyaloga bi hêzên demokrat-netewî, hikumeta Şamê û hêzên ku navê muxalefetê li xwe dikin re. Bi rastî heta niha ti gavên cidî ji aliyê hikumeta Şamê di warê pêkanîna diyalogeke sûrî-sûrî û çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de nehatiye avêtin. Sedem jê ew e ku hikumeta Şamê li ser bingehê sîstemeke nijadperestî û navendî hatiye avakirin û ti caran diyalogê qebûl nake.
Li aliyekî din hêzên muxalefetê jî ya ku şoreşek bi navê azadî û rûmeta gelê sûrî dikir, êdî dûrî xwesteka gelên Sûriyê ketin. Êdî ev hêz bûn amûr û komên çete di destê dewletên derdorê di serî de dewleta Tirk a dagirker.
Heya niha çi guhertinên erênî li ser erdê hene û çi hewldanên we ji bo çaresrkirina kirîza Sûriyê tê kirin?
Di dema heyî de piştî 13 salan ji kirîza Sûriyê, em dibînin ti çareserî ji pirsgirêka Sûriyê re tune ye, pêkanîna wê jî hinekî dûr e. Ji ber ku dosiyaya Sûriyê di roja îro de ne di nav pilanên herêmî de ye. Bi rastî heya ku alozî bi dawî bibe, pêwîste 3 tişt werin kirin, divê lihevkirineke navnetewî, herêmî û sûrî li ser çareserkirina kirîza Sûriyê were pêkanîn. Ya herî girîng lihevkirina gelên Sûriyê, diyaloga sûrî û berjewendiyên gelên sûrî ye. Lê ji ber ku hêzên navdewletî û dewletên herêmî bi dosiyayên wekî şerê Okraniya-Rûsiya û şerê Israyîl û Hemasê mijûl dibin, dosiyaya Sûriyê hatiye paşguhkirin.
Bi dirêjahiya 13 salan ji aloziya Sûriyê bi ti awayî Komkara Erebî û dewletên ereban destwerdan di dosiyaya Sûriyê de nedikir. Di van salên dawî de hin dewletê ereban têkiliyan bi hikumeta Şamê re çêdikin. Lê pêwîste ne tenê bi hikumeta Şamê re danûstandin çêbibin, divê têkiliyên wan bi hemû gelên Sûriyê re pêk werin. Me weke MSD’ê dît ku ev hewldan bi tena xwe aloziya Sûriyê çareser nake û pêwîste gelên sûrî li ser çareseriyekê ji bo aloziya Sûriyê erê bikin. Lewma ji bo ku ev yek pêk were em niha gelek Desteyên Diyaloga Netewî, li Helebê û gelek deverên din çêkirine. Lihevkirinek tê çêkirin li ser bingeha yekîtiya axa Sûriyê û hem tê erêkirin ku çareserî ne li gor sîstema navendî be, lê belê li ser esasê sîstemeke demokratî were pêkanîn.
Çav hemû li ser MSD’ê ne ku pêşengtiya van hevdîtinan bike, heta ku kongreyeke netewî ji bo hemû aliyên sûrî were lidarxistin, bangewaziya we ji bo hikumeta Şamê û hêzên sûrî çi ye?
Di dema heyî de xwesteka gelên sûrî heye ku kongreyeke netewî were lidarxistin, bi mercê ku hemû hêz û aliyên sûrî di çareserkirina kirîza Sûriyê de beşdar be. Helbet eger wiha pêk were wê çareseriya kirîza Sûriyê pêkan be. Lewma jî armanca me ew e ku em kongreyeke netewî ji bo hemû gelên Sûriyê li dar bixin. Ji ber ku dema em bêjin kongreyeke netewî, divê hemû aliyên sûrî tê de beşdar bibin. Lê di dema heyî de li darxistina kongreyekî giştî pir zehmet e, ev nayê wateya ku bangewaziya MSD’ê radiweste, lê belê hertim bangewaziya diyalog û çareseriyê dikin. Bi rastî heta astekê gelên Sûriyê û hin aliyên netewî yên sûrî gihaştine wê baweriyê ku diyaloga sûrî, Rêveberiya Xweser û MSD’ê ne. Lê hertim hikumeta Şamê û hêzên Muxalefetê xwe dûrî diyalogê dixin, em weke MSD’ê jî hertim ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê kar bikin û wê hewldanên me ji bo pêkanîna diyaloga sûrî-sûrî ranewstin. Li aliyekî din em niha amadekariya lidarxistina kongireyeka Hêz û Kesayetên Netewî dikin. Ev 3 sal in ku em hewla lidarxistina vê kongreyê dikin, lê ev yek ne bi hêsanî pêkwere, lewma ji ber ku em rewş û şertên zehmet dijîn, ev kongire dereng ma. Em dikarin bêjin heya meha 10’an wê kongreya Hêz û Kesayetên Netewî pêkwere û li ser asasê pêşeroja Sûriyê çareserkirina kirîzê, nîqaş werin kirin.






