Diyana Mistefa/ Reqa
Bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser, partî û tevgerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ,Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê navenda xwe li bajarê Reqayê vekir.
Di vekirinê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Partiya Yekîtiya Demokratîk, Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiya, amade bûn.
Vekirin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Şehîdan dest pê kir û piştre hevseroka Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sewsan El-Hesen bixêrhatina mêvanan kir û wiha got: “Em bi boneya vê vekirinê ku hevdem e bi salvegera destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa gelan û azadiyê re, spasiya hemû kesên ku beşdar bûne dikin û em vê navendê diyarî şehîdên xwe û malbatên şehîdên xwe û girtiyên şer dikin û em bi taybetî behsa Rêberê Neteweyên Yekbûyî Abdullah Ocalan dikin ku bêyî wî em li vê derê li ber xwe nedidan û hevdîtin nedikirin.”
Piştre jî çîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gabrîel Şamûn axivî û got: “Şervan û ramanwerên siyasî yên şehîd bûne ku bêyî wan me nikarîbû li vê derê li ber xwe bidin û bi rêya vê konfederaliyê dê saziyên civaka sivîl bên birêxistinkirin û em ê bibin temamkerê hev, da ku gelê me bikaribe xwedî jiyaneke hêja be”.
Paşê telgrafên pîrozbahiyê ji aliyê saziyan ve bi boneya vekirina navendê hatin pêşkêşkirin, herwiha jî korta vekirinê ji aliyê dayika şehîd Udey El-Berho Ebîr El-Ebdullah ve hate birîn, piştre beşdaran li navendê geriyan û beşên navendê naskirin.






