Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dildara huner û wêjeya zarokan; Rona Egîd

21/07/2024
in Uncategorized
A A
Dildara huner û wêjeya zarokan; Rona Egîd
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Rona Egîd keçeke 15 salî ye, ji 6 saliya xwe ve xebata hunerî dike. Di heman demê de ji wêjeya zarokan hez dike, gelek stranên zarokan gotine. Herwiha xwediya pirtûkxaneyek taybet a zarokan e û bi vîne û dildariyeke mezin xebatekê di Kovara Rona de dide meşandin.

Li Rojavayê Kurdistanê, zarokên ku di temenê biçûk de ji wêjeyê hez dikin, xebata hunerî dikin hem jî ji bo pêşxistina çanda xwendin û nivîsîna kurdî kar dikin, ji ber sedemên curbecur kêmpeyda ne, ji van zarokên wisa jî Rona Egîd e.

Jiyana Rona Egîd

Ew keçeke bi temenê xwe 15 salî ye, li Amûdê di sala 2009’an de ji dayik bûye. Ew zarokeke ji destpêka ku bîrewer bûye, hezkirya hunerê ye. Ji refa yekê heya niha bi kurdî xwemdina xwe didomîne, qonaxa seretayî li dibistana Şerîf Redî  bi dawî kiriye. Herwiha piştre xwendina navîn li dibistana Zehraa domandiye li gor ku Rona diyar kir, ew îsal li ser refa 9’an a dibistanê xwe asta yekê serkeftî derket. Ew niha gihaştiye qonaxa amadehî ji xwendina xwe. Hem bi wêjeya zarokan ve mûjûl dibe, hem ji stranan dibêje û hem jî pirtûkxaneyeke wê taybet ji bo zarokan heye. Di heman demê de Rona Egîd ji warê bazirganiyê hez dike û hêviya wê ew e di pêşerojê de bibe derçûya beşa bazirganiyê  û hem jî xebata hunerî û wêjeyî jî bike.

Evîndariya wê ji hunerê re

Rona Egîd di temenê 6 saliyê de ji stranan hez dikir, wê cara yekem strana Tehsîn Taha ya bi navê Bêrîvanê li Bûyer FM gotiye û qeyd kiriye. Piştre jî wê û hunermend Ridwan Kenio du kilîp li ser zimanê kurdî û Cejna Newrozê amade kirin. Di sala 2015’an de jî bi wî temenê xwe yê biçûk li ser dikeya şahiyekê strana Ez Şah im Delala Min gotiye. Hem jî bi gelek starnbêj û hunermendên kurd yên navdar stran gotine. Hêjayî bi bîrxistinê ye jî ku di zarokatiya xwe de mijûlî xebata sînemayê bûye. Rona di 8 saliya xwe de beşdarî fîlmê Bêdeng yê ku li ser zarokên Efrînê ye, bûye. Herwiha beşdarî fîlmê Cîranê bû, Rona di wî fîlmî de jî rola keça penaber dilîst.  Di warê hunerê de, Rona sazbend e û li ber destê çend muzîkjenên tembûrê fêrî amûra tembûrê bûye. Tevî ku temenê Rona biçûk bû lê  tembûr hilgirt destê xwe û xwe pêş xist, lê ji ber xwendina xwe û kêmvalabûnê dûrî tembûrê ket.

Pirtûkxaneya Rona

Rona Egîd bi nivîsînê û wêjeyê ve girêdayî ye, bi taybet wêjeya zarokan, hertim armanca wê ew e ku zarok xwe di warê nivîs, xwendin û rewşenbîriyê de pêş bixin. Di heman demê de destekdayîna Rona ji  zarokên ku hewla wan heye xwe pêş bixin, hertim amade ye. Li gor ku Rona ji me re got ku ew destpêkê tevlî Pêşangeha Herekol a Pirtûkan a çaremîn bûye, wê gelek çîrok û pirtûkên zarokan bi reiya pirtûkxaneya Amara beşdar kirine. Piştî wê jî berşdarî gelek pêşangeh û çalakiyên wêjeyî bûye. Heya ku bû 9’ê sala 2021’ê, Rona pirtûkxaneyek bi navê xwe vekir. Ev pirtûkxane bi taybet ji bo zarokan e, pirtûkxaneyeke biçûke lê di nav xwe cîhaneke ji wêjeya zarokan û hizir û xeyalên zaroktiyê tê de dihewîne . Ji ber ku pirtûkên hildigire nava xwe, çîrok, roman û helbestên zarokan, fêrkrina ziman û hwd… in. Ev pirtûk bi zimanê kurdiya kurmancî û soranî, zimanê erebî û inglîzî ne, hejmara wan nêzî 300 navnîşanî ye. Li gor ku Rona da zanîn, hejmara pirtûkan di demên borî de ji wiha bêhtir bûn, lê di pêşangega de hatin belavkirin. Rona ji bo me eşkere kir ku rêjeya zarokên ku tên pirtûkxaneyê û yên ku pirtûkan dibin pir kêm e. Tevî wiha jî hewildanên Rona hene ku hejmara pirtûkan ji wisa pirtir bike û şaxên din li bajarên Rojava jî bide vekirin.

Kovara Rona

Rona projeya xwe ya kovara zarokan kir hizreke bingehîn û pirojeyek ronak ji bo pêşxistina çand û wêjeya zarokan. Sedema vê projeyê berî ku dest bi projeya kovarê bike hewl da ku projeya xwe bi rengekî nû bide destpêkirin. Çi ji hêla dîzaynê, çi ji hêla reng, kaxez, stîl û mijarê ve. Rona Egîd xwest roja weşana hejmara yekê bike rojeke dîrokî, ku heman roja weşana yekem a kovara kurdî ji zarokan a bi navê Gir û Galî Mendalanî Kurd. Ev kovar ku di 21’ê Nîsana 1946’an de li Komara Mahabadê yekem car ji bo zarokan hatiye çapkirin. Helbet armanca Rona bi vê kovara ku mehane derdikeve ew e ku bipêşxistina wêjeya zarokan û kovargeriya zarokan li Rojavayê Kurdistanê geş bibe. Rona ji bo me da destnîşankirin ku ev kovar ji hêla rêxistineke civakî bi navê Hêl Kurdistan dihat palpiştkirin û vê rêxistinê destek dida kovara Rona. Lê niha Rona, bavê xwe û tîma wê kovarê bi rê ve dibin, Rona da zanîn  ku heya niha 5 hejmar hatine derxistin, berî niha bi hezaran hejmar dihatin çapkirin, lê ji ber pirsgirêkên madî hejmara derxistin û çapkirina hejmarên kovarê kêm bûye 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.