Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Qamişlo kirîn û firotina xanûberan kêm bûye

21/07/2024
in Uncategorized
A A
Li Qamişlo kirîn û firotina xanûberan kêm bûye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Ji ber kirîza Sûriyê bi giştî, herwiha dorpêç û êrişên ser herêmê tevgera kirîn û firotina xanûberan pir kêm bûye. Herwiha nirxê kirîn û firotinê yê bilind jî bandoreke neyênî li bazar kirîn û firotina xanûberan kiriye.

Ji destpêka aloziya Sûriyê  ve û heta niha, gelek pirsgirêkên jiyanî jî rû didin. Ji ber şerê di navbera hikumeta Şamê û komên çeteyan yên çûr bi cûr, gelek bajar, bajarok û gundên li herêmên cûda yên Sûriyê wêran bûn. Ji ber ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêma  herî ewle bû di tevahiya Sûriyê de, jimareke mezin ji xelkên deverên şer û yên malên wan wêran bûne berê xwe dan herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di Encamê de kirî, kirîn û istismarkirina xanûberan jî buha bû. Piştî êrişên dewleta Tirk li ser Girê Spî , Efrîn û Serêkaniyê û dagirkirina van herêman, gelek ji xelkên van herêman jî berê xwe dan bajarên mezin yên kantona cizîrî wekî Qamişlo û Hesekê, ji ber wê kirê û kirîna xanûberan buhatir bû.

Rawestandina tevgera kirîn û firotina xanûberan

Ji ber  gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ser herêmê, herwiha hedefgirtina binesaziya herêmê ji stasyonên xaz, betrol û enerjiyê gelek bandor li tevgera avakirina avahiya kir.

Wekî din jî herêm bû şahidê rawestandina kirîn û firotina avahiyan, madeyên avakirinê buhabûn êdî tevgera avakirinê bi giştî jî sekinî, bi sedema êrîş, gef û metirsiya ji dagirkirinê gelek şênî avahiyên xwe bi nirxekî kêm difroşin da ku koçberbibin û cihekî bi ewle bi cih bibin û pêşerojeke baş lêkolîn bikin, ev yek diyardeya îstsmarkirinê zêde dike, nirxê frotinê dişkîne.

Rawestandina avakirinê

Yek ji sedemên sekinandina tevgera avakirinê ew e koçberî û kêmbûna hêza kirînê ji hêla derve, ev jî ji ber sedema herî bingehîne ya ne aramiya siyasî li herêmê û metirsiya ji dagirkeriya Tirk ji herêmê re û buhabûna madeyên avakirinê, dema peymankar avahiyan ava dike bi bûhabûna madeyên avakirinê neçar dimîne ku van avahiyan bi nirxekî buha bifroşe, lê ji ber rewşa xirab û zêdebûna xizaniyêli herêmê kirîna malekê dibe xeyaleke ji mirovan re.

Derbarê ve mijarê de hevserokê Yekîtiya Ofîsên xanûberan li Qamişlo Şêxmûs Mihemed, ji bo kirê, frotin û kirîna avahiyan wiha anî ziman: “Bi awayekî giştî tevgera kirîn û frotina xanûberan hatiye sekinandin, wekî din jî kiriya malan pir biha bûye, em weke Yekîtiya Avahiyan çend civînan li dar dixin da ku em qanûneke giştî û nirxekî deynin ji bo kiriya malan û vê zehmetiyê kêm bikin ji bo şêniyên koçber.”

Şêxmûs Miheme wiha berdewam kir: “Tevahî Ofîsên Xanûberan gazinan dikin ku kar tune ye, gelek xelk malên xwe rehîne jî dikin da ku derkevin Ewropa ev jî tevgerê disekinîne, dibe ku em nirxê kiriya malan bi giştî bikin yek, em ê hewilkirê bikin ne zêdeyî 50 dolarî be, weke biryar ji bo tevahî şêniyan.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.