Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bo parastina mirov û civakê perwedeyên destwerdana destpêkê tên dayîn

21/07/2024
in Uncategorized
A A
Ji bo parastina mirov û civakê perwedeyên destwerdana destpêkê tên dayîn
Share on FacebookShare on Twitter

Ji şaxên perwerdeyê yên girîng, dîtina perwerdeyên tenduristiyê ye. Ev xebat xwedî girîngî û pêwîstiyeke sereke ji civakê re ye. Li herêma Şehbyê ji aliyê Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê pewredeyên tenduristî yên mudexeleya yekem ji gel re tê dayîn.

Zana Roj/ Şehba

Di rewşeke weke rewşa  ku gelê Efrînê li herêma Şehbayê tê de jiyan dike, yek ji girîngtirîn pewerdeyên pêwîst ji civakê re; perwerdeyên  tenduristiyê yên wekî destwerdana destpêkê ye. Desteya Tenduristitiyê li herêma Şehbayê,ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêmê re ev erk girtiye ser milê xwe û perwerdeyên tenduristiyê dide gel.

Girêdayî xebatên perwerdeyê yên qada tenduristiyê, endamê Koordînasyona Desteya Tenduristiyê ya Kantona Efrîn û Şehbayê Talet  Welo ji rojnameye me re axivî.

Ji erkên bingehîn xurtkirina perwerdeyan e

Talet di destpêkê de bal kişand ser girîngiya perwerdê û insiyatîfên ku hatine kirin û wiha pê de çû: “Bi derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re, ji erkên me yên sereke bûn ku em xebatê perwerdê di herêmê de bidin destpêkirin. Ji bo civakeke ku rojane rasrî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê tê bê guman ev gav pêwîst bû ku bê pêşxistin. Di heman demê de ji girîngtirîn encamnameyên konferansa Tenduristiyê hatiye derketin xurtkirina perwerdeyên destwerdanên yekemîn di nava civakê de bû. Li ser wê bingehê di vê warî de gelek dewreyên girtî û vekirî di nava ciwan û tavahî gel de bi tensîq bi meclîs û komînan re hatin vekirin.”

Talet girêdayî perwerdeyên ku hatine vekirin wiha got: “Perwedeyên ku tên dayîn ji aliyê kadroyên taybet yên tenduristiyê û bi sînevizyon û şîrovekirinên xurt tên dayîn. Herî dawî dewreyek li ser asta navçeya Fafînê bi tevlîbûna 63 ciwan û jinên ciwan hate orgenîzekirin. Ev dewre bi avakirina girûpên destwerdana yekemîn di rewşên awerte de hate bidawî kirin. Bê guman hevalên ku bi serkeftî ji van perwerdeyên tên derketin li gorî pêwîstiyên qada tenduristiyê li cihên guncav tên erkdarkirin.”

Li gorî bîlancoya ku Desteya Tenduristiyê ji sala 2020 heyanî 2024 diyar kiriye, dewreyên hatine dayîn wiha ne:  

Li navçeya Ehresê 4 dewre, hejmar 90 kes. Navçeya Fafînê 5 dewre, hejamar 260 kes. Navçeya Şêrawa 4 dewre, hejmar 230 kes. Til Rifet 5 dewre, hejmar 250 kes. Navçeya Ehdas 5 dewre hejmar, 300 kes. Kampa Berxwedan 2 dewre, hejmar 70 kes. Kampa Serdem dewreyek bi tevlîbûna 50 kesî.

Talet di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Wê di demên pêşiya me de perwerdeyên taybet yên destekdayîna pîskeolojî ji aliyê akîbên pispor ve bên dayîn. Her wiha wê ev perwerdeyên tenduristiyê û Ambolancê wê li ser tavahî asta herêmê bi giranî bêne xurtkirin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.