Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xebatên xizmetê yên şaredariya Mexmûrê dewam dikin

21/07/2024
in Uncategorized
A A
Xebatên xizmetê yên şaredariya Mexmûrê dewam dikin

DCIM100MEDIADJI_0688.JPG

Share on FacebookShare on Twitter

Li wargeha Mexmûrê tevî bê derfetiyan jî kar û xebatên ji bo xizmeta xelkê wargehê dewam dikin. Divê çarçoveyê de hewuzek avjeniyê bûye cihê avjeniya zarok û xelkê wargehê. Encûmenê Şaredariya Mexmûrê Sedîq Kara got; “Ji ber ku gelek kesan di gotin ev ava germavê dermane, me havîna derbazbûyî li kêleka vê bîrê hewuzek çêkiriye û di meha Nîsanê de jî dar çandin.”

Şaredariya Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) tevî kêmderfetiyan jî hewl dide bi xizmetek baş kar û xebatên xwe bikin. Di havîna derbazbûyî de Şaredariya Mexmûrê ji bo avjeniyê hewuzek ya ava germavê ji gel re çêkiribû. Ji bo berfirehkirin û xweşkirina wê qadê, îsal di 4’ê Nîsanê ango Rojbûna Rêber Apo de 500 dar hatine çandin. Têkildarî vê mijarê Encûmenê Şaredariya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Sedîq Kara ji ajansa me re axivî.

‘Vir bi dekorek xwezayî hatiye sazkirin’

Sedîq Kara di destpêka axaftina xwe de balkişand li ser kar û xebatên şardariyê yên ji bo werza havînê tê kirin û wiha got: “Destpêkê ev bîr bi armanca ava vexwarinê hat kolandin, lê ji ber ku ava wê bi asît bû me nekarî em ji bo vexwarinê bikarbinîn. Li ser daxwaza gel me hewuzek ya xwezayî ji bo avjeniyê li kêleka vê avê da çêkirin. Havîna borî xelkê wargehê giştî berê xwe dida ser vê avê. Ji bo wê jî me wek şaredarî çêkirina vê hawuzê erkê xwe dît. Gelek kes ji ber nexweşiyên xwe jî di hatin ser vê avê. Ji ber ku gelek kesan di gotin ev ava germavê dermane, me havîna derbazbûyî li kêleka vê bîrê hewuzek çêkiriye, îsal jî ji meha Nîsanê ve me ev cih ji bo avjeniyê vekiriye. Zarok piranî di demjimêrên germ de tên vir avjeniyê dikin. Me jeneretorek aniye, emê di demjimêrên elektirîka giştî neyî de pêbixin û ava wê di wan demjimêran de jî tê pêxistin. Li vir me hemû derfetên avjeniyê berdest kirine. Me li gorî derfetên xwe vir bi dekorek xwezayî sazkiriye û demjimêrên hatina ser avê ya jin û zilaman diyar kirine. Kesên dixwazin dikarin di wan kêliyan de bên avjeniyê bikin.”

 ‘Mîna daristanekê lêbikin’

Sedîq Kara di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de 500 dar li ser vê avê hetine çandin û wiha got: “Li kêleka vê hewuzê di 4’ê Nîsanê de ango Rojbûna Rêber Apo de 500 şitlên daran hatine çandin. Armanca me ewe ku em vir bikin cihek yên bêhnvedan û rûniştina xelkê wargehê. Me ji bo parastina zarokan û avdana daran dû kes li vir erkdar kirine. Gelek kêmaniyên xwe jî hene em hewl didin bi derfetên xwe van kêm û kûrtiyên heyî jî derbaz bikin û cihek xweş yê bêhnvedanê çêbikin, vir mîna daristanekê lêbikin. Hem cihê heyî berfirehe hem jî ava heyî têrê dike ku em çandinya daran li vir zêde bikin. Armanca me jî ewe ku em vir hîn berfirehtir û xweştir bikin.”Rojnews

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.