Amara Baran/ Qamişlo
Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK û hikumeta Îraqê di 3’ê Tîrmehê de dest bi valakirin û şewtandina gundên Başûrê kurdîstanê. Endamê Konseya Rêveber ya KNK’ê Kamîran Berwarî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên ser Başûrê Kurdistanê avakirina xilafeteke nû ye.
Erdogan û hevkarên wî li Başûrê Kurdistanê bi rehetî tevdigerin û qadên sivîl jî di nav de, êrişên hovane pêk tîne. Ev yek nîşan dide ku PDK’ê siyaseta parastina dijmin dimeşîne û di xeta xiyanetê de berdewam e. Di rojên dawiyê de dewleta Tirk a dagirker bi hezaran leşker, tang , top, erbeyên zirxî û çekên giran derbasî Başûrê Kurdistanê dike. Herwiha di nava gundên Başûr de bendên kontrolê danîne û heta niha gelek welatî jî binçav kirine.
Derbarê êriş û tevgera dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê, endamê Konseya Rêveber ya Kongra Neteweya Kurdistanê (KNK) Kamîran Berwarî ji rojnameya mere axivî.
Kamîran Berwarî diyar kir ku hikûmeta AKP’ê li Başûrê Kurdistanê bi rehetî tevdigere û qadên sivîl jî di nav de, êrişên hovane pêk tîne û wiha domand: “Ev yek nîşan dide ku PDK’ê siyaseta xwespartina dijmin, dimeşîne. Weke berdewama vê siyasetê di van rojên dawî de bi hezaran leşker û bi sedan tank ji Başûr re hatine şandin û her wiha gelek baregehên leşkerî hatine avakirin. Ev erîşên dijwar yên li ser Başûrê KurdIstanê ne cara yekeme, di salên 1980′ an heta roja me ya îro êrişên dewleta Tirk berdewam dikin. Di sala 2008’an de gihaşt asteke herî bilind û stratejiyeke nû pilan kirin.”
‘Armanca PDK’ê û AKP’ê talankirina xwezaya Kurdistanê ye’
Berwarî da zanîn ku armanca dewleta tirk û hevkarên wê, valakirina Başûrê KurdIstanê û talankirina xwezaya wê ye yê û wiha dirêjahî da axaftina xwe: “Niha şerekî pir dijwar li ser Başûrê KurdIstanê tê meşandin. Enfala sala 1988’an bi ser gel de hatiye, ferqa vê enfalê ji enfalên din tune ye, ji ber ku di enfalên din de rejîma Iraqê erIşî gelê kurd kir, gelê kurd hemû bi yek dengî li sê parçeyên din yê Kurdîstanê li pişta hêzên rizgariya Kurdistanê bû. Sînorê Îran, Suriye û Bakur ji kurdan re vekiribû û kurd diçûn hewara hevdû. Wê demê jî çeken kîmyewî dihatin kar anîn û gund dihatin valakirin û şewitandin. Niha jî Erdogan gundan vala dike û dişewitîne, malê welatiyan talan dike û çekên kîmyawî li herêmê bikar tîne.”
‘Iraq xwe li hemberî dewleta Tirk lawaz dibîne’
Berwarî diyarkir ku gelên Iraqê, bi taybet rewşenbîr, nivîskar û sîyasetmedar ji parlementeya Iraqê daxawz dikin ku helwesta xwe nîşan bide û wiha got: “Ji hikumeta Iraqê tê xwestin ku helwesta xwe nîşan bike. Hikumeta Iraqê her çend beşek ji vê pilangeriya heremî û navxweyî ya li dijî Tevgera Azadiyê be jî, lê wê nikaribe pilangeriya xwe bibe serî û berdewam bike. Ji ber ku Iraq di van sedsalên çûyî de gelek derbên giran ji deste Dewleta Tirk xwerine û ne karî xwedan biryar be û serweriya xwe biparêze. Sedema ku Iraq li hemberî erîşan û dagirkeriya dewleta Tirk bêdenge, ji ber ku Iraq weke dewlet hê jî xwe lawaz dibîne û nikare xwe komî serhev bike. Ger Iraq bixwaze serweriya xwe wek dewlet biparêze, pêwîste deriye Îbrahîm Xelil qapat bike. Dema ku derî hat girtin wê Tirkiye bi milyona dolar zirar bike. Encama bêdengiya Iraqê tê wateya ku pilanên qirêj di navbera Mistefa Kazîmî û Erdogan de heye.”
‘Dewleta Tirk li Başûr Kurdistanê çeteyan bikar tîne’
Berwarî da xuyakirin ku dewleta Tirk gelek çete aniye heremê û di şerê li li dijî Tevgera Azadiyê de wan bikar tîne û wiha domand: “Çeteyên ku li heremê hatinê bicîhkirin, ji sala 2015- 2016’an ve de li Başûrê Kurdistanê bicîh bûne. Ev çend salin li Rojava, Lubnan, UrdIn, Filîstîn, Bakûrê Efrîqa û li Iraqê Jî çeteyên dewleta Tirk hene. Ev aloziyên ku li gelek welatan çêdibin destê çeteyên dewleta Tirk tê de hene. Hemû çeteyên li dunyayê di bin sîwana ser çete Erdogan û hikumeta AKP û MHP ê de kar dikin. Ev beşek ji pilana heremî û cihanî ya komkirina çeteyn li Iraq, Sûriyê û li gelek cîhên din in. Çete bixwe jî bûne bermahiyên siyaseta Erdogan. Ew dema ku karê xwe bi wan diqedîne, wê demê wan çeteyan hemûyan radestî dewletên wan dike yan jî wan dikuje.
dewleta bike an jî wan bikuje. Hedefa Tirkan ew e ku sînorên Deryaya Sipî heta Zaxo kelaşîn û Rûsyayê hemû bi çeteyan dagire û demografiya heremê bi de guhertin.”
‘Pêwîste Iraq bêdeng nemine’
Berwarî wiha domand: “Dewleta Tirk di encama lêgerîna xîlafeteke nû de hêza leşkerî li Başûrê Kurdistan û Iraqê bi cih kiriye. Ev hêz ji bo parastina desthilatdariya PDK’ê nayên bi cih kirin. Berovajî tiştên tê xeyalkirin, di dawiya dawî de Tirkiyeyeke nû ya bi zêdebûna eyaletan tê dîzaynkirin. Gelê Kurdistanê wek salên din li hemberî talankirin û valakirina gundan xwedî helwestin, derveyî çend kesên ku îxanetkarin û bê bertek dimînin. Bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê helwesta xwe nîşanî dagirkeriyê didin, ji ber ku gele kurd di şoreşa Îlon û Gulanê de herî kêm du milyon şehêd li KurdIstanê dane. Hikumeta Iraqê ger destê xwe bide destê dewleta tirk û nexwedî helwest be, bê guman ger hilbijartin bêne kirin bi tu awayê sernakevin û li ser desthilatdariyê namînin. Bêdengiya hikumeta Iraqê ji aliyê gel û saziyên Iraqê ve cihê şermezariyê ye.”
‘Pêwîste gelê kurd li hemberî xiyanetê bêdeng nemîne’
Berwarî da zanîn ku PDK’ê gelê Başûrê Kurdistanê aniye asta radestkirina dewleta Tirk û çeteyên wê, lewma pêwîste dijî vê yekê berxwedaneke pir mezin hebe û gotinên xwe wiha bidawî kirin: “Pêwîste gelê me yê Başûrê Kurdistanê yê welat û niştîmanparêz jibîr neke ku dijî rejîma Baas a Saddam bi rojan berxwedanî kirine. Divê gelê Başûr li dijî van kiryaran bêdeng nemîne û biherike qadan. Girînge helwesta gelê me yê Kurdistanê bi giştî wisa be. Ji ber ku ev ne tenê pirsgrika rêxistin û sazîyekê ye, ya giştî gelê Kurdistanê ye.”