Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Aboriya jin derfetên cur bi cur ji bo jinan ava dike

21/07/2024
in Uncategorized
A A
Aboriya jin derfetên cur bi cur ji bo jinan ava dike
Share on FacebookShare on Twitter

Aborî yek ji stûnên ku civak xwe dispêrin û pê jiyana xwe didomînin e. Aboriya Jin ya Tirbespiyê ji bo jin derbara xwe bikin gelek projeyan cur bi cur pêş dixe.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re şêniyên herêmê hewl dan xwe di her alî de bi pêş bixin bi taybetî di aliyê aborî de. Her wiha jinan bi taybetî jî hewl dan sûdê ji vê şoreşê bigrin û di wê warî de xwe bi rêve bibin.

Aboriya jin; li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji wan saziyên ku roleke girîng di pêşxistina aboriya herêmê de û bi taybetî jinan de dilîze ye. Derfetên kar ji gelek jinan re çêbûn ku aboriya xwe ya taybet bi riya projeyên curbecur û berhemdar ava bikin.

Ji bo gundan projeyên biçûk hene

Ji bo zanîna girîngiya aboriya jinan û projeyên ku li navçeya Tirbespiyê ya girêdayî bajarê Qamişlo rêvebera aboriya jin de Lema Xelîl got: “Ev sazî kar li ser pêşxistina jinan di aliyê aborî de dike û derfetên kar ji wan re peyda dike. Projeyên me yên niha firin û projeyên komînal ên biçûk li gundan in. Ji wan nanê sêlê û tenûrê ye her wiha projeyên çandiniyê jî hene. Di her projeyê de sîstemeke hundirîn heye ji bo kar baştir were kirin.”

Her wiha got: “Armanca van projeyan avakirina aboriyeke taybet ji bo jinan e ji bo ku alîkariya malbata xwe û xizmên xwe bikin. 4 projeyên nan li Tirbespiyê hene. Projeya çandiniyê li gundekî nêz jî heye ku 20 jin tê de kar dikin. Jin li wê derê bi tena xwe bêyî alîkariya tu kesî erdên xwe û diçînin û berhemên xwe radikin.”

‘Divê jin tu carî dest ji karê xwe yê çandiniyê bernedin’

Lema Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Divê jin dest ji karên xwe yên çandiniyê bernedin û xwe bi pêş bixin, ji ber ku gaveke girîng e. Her dem em diçin serdana komînan, ji bo em hinek jinên dixwazin di projeyan de kar bikin bibînin. Her wiha carna em pêşniyarên jinan der barê projeyên nû de digrin û li ser kar dikin da ku weke gaveke kar ji bo wan be. Çend ji projeyên herî daxwazkirî yên ji me tên xwestin li herêmê projeyên çandinî dirûtin, dikanên şêraniyê her wiha firinên nan û kulîçeyan in. Her wiha em hewl didin alîkariya jinên ku sewalan li gundan xwedî dikin bikin bi riya vekirina projeyên taybet. Wekî din jî em hewl didin bazaran ji jinên ku berhemên şîr difroşin re vekin ji bo parastina wan ji sermaya zivistanê û germa havînê bikin.”

Der barê zehmetiyên bi wan re derdikevin de jî wiha got: “Karînên me hindik in û cihên taybet jî teng in ji ber wê, pêşî li girtina hejmarek baş ji jinan digre.” NÛ JINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.