Birûc Resûl/Qamişlo
Fermandarê YPJ’ê Gûlbihar Kobanê diyarkir ku bi rihê şoreşa 19`ê Tîrmehê emê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê mesoger bikin û got:”YPJ`ê wê ti carî soza ku daye jin û gelan ji bîr neke û herdem ew ê dilsozê doza azadiyê be.”
Di nava şoreşa Rojava de Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê berxwedaniyeke lehengî li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê, dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên din ku hewl dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin, nîşan dan. YPJ’ê bi pêşengiya jinên Kurd xwe di hemû bajaran de bi rêxistin kir, paşê ji gelek pêkhateyên din bi taybetî jinên Ereb tevlî nava refên YPJ’ê bûn. Hêzên YPJ’ê dîroka bi hezaran salan a jinan ji nû ve zindî kir û careke din bi hêza xwe dikaribû hebûna jinan ji tevahî tarîtiyê xilas bike. Îro YPJ’ê mohra xwe li dîroka jinan daye û bûye îlham ji tevahî jinên Rojhilata Navîn û cîhanê re. Bi rasthatina salvegera Şoreşa Rojava 19`ê Tîrmehê Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin YPJ Gulbihar Kobanê ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi saya ramanê Rêber Apo hêza jin xurt bû’
Gulbihar Kobanê diyar kir ku di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jin di hemû qadên jiyanê de kesayeta xwe îfade kir û hêza xwe derxiste holê û wiha got: “Di 2011_2012`an de salên herî dijwar bûn ku li tevahî cîhan û bi taybet jî li Rojhilata Navîn hatin jiyîn. Pêdiviya jin û gelan ji hemû deman zêdetir bi şoreşekê wiha dirokî hebû. Rêber Apo her dem peywirên dîrokî da ser milên jinan, di şoreşa rojava da jî jinê giringiya vê bi awayekî pir şênber dît û bi vê zanebûna xwe ji parastina jin û gelan berpirsiyar dît, ji bo vê yeke jî heta dawiyê bû xwedî ked. Helbet şoreş bê berdêl çênabin, di hemû şoreşên gelan de berdilên giran hatine dayîn, lê şoreşên ku pêk hatine nekarîbûne xwe ji têkçûnê biparêzin, ango nekarîn xwe bighînin armancên xwe yên sereke. Bi navê gel rabûn, lê tu berjewendiyên ji bo gel nehatin bidestxistin, banga azadiyê hate kirin, lê pergaleke nû ya bindestiyê hate ava kirin. Lê belê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bi ronahiya ramanên Rêber APO ev 30 sal e têkoşîna hebûnê, xwebûyîn û azadiyê didin meşandin. Li ser heman mîrasê jî bi zanebûna jin dikare hebûna xwe biparêze. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bû şoreşa jinan. Di sedsala 21`an de jin bi erkên xwe yên demê rabûn û bi rengê xwe di nava şoreşa Rojava da hêza sereke û pêşengtî leyist.”
‘YPJ`ê karîbû ku destkeftiyên hemû jinan bi cih bînê û biparêze’
Gulbihar di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “YPJ’ê di 4’ê Nîsana 2014’an da bi awayekî fermî xwe îlan kir, bi heqîqeta ku wê bikarê berpirsiyartiya tevahî jinên ku di bin serweriya hişmendî û desthilata baviksalarî da mane rabikê, jinan ji vê zordariyê rizgar bikê, têkoşîna azadiya jin û gelan da meşandin. Her wiha bi avabûna Yekîneyên Parastina Jin YPJ’e re Jina Kurd careke din xwe ispat kir ku dikare ji hebûna tevahî jinên cîhanê re jî pêşengî bike û ev yek jî bi pêşveçûnên Şoreşa Rojava û bandora wê ya li ser tevahî cîhanê zêde kir. Ger îro li seranserê Rojhilata Navîn û cîhanê hemû jinên azadîxwaz çarenûsa xwe di nava refên YPJ’ê û Şoreşa Rojava da dibînîn û bangawaziya xilasiya xwe ji YPJ’ê re dikin, ev bi saya berdêlên giranbuha yên ji aliyê jinên wêrek yên YPJ’ê ve hatine bidestxistin e. Ji ber YPJ’ê di nava van 12 salên Şoreşa Rojava da xwe îspat kir, ku dikarî bû soza parastina destkeftiyên hemû jinan bi cih bînê û biparêze.”
‘YPJ`e dikarîbû di hemû aliyan de pêşengtiyê bike’
Gulbihar da zanîn ku hebûna jin di nava şoreşê da bi serê xwe şoreşa azadiya jinê ye û wiha got: “YPJ`ê soza misogeriya jiyana hemû jinên cîhanê wekî erka xwe ye bingehîn dibînê û li ser vî bingehê jî têkoşîna azadî û wekheviyê dide meşandin. YPJ`ê bi pêkanîna erkên xwe yên azadî û demokrasiye re, ji bona azadiya gelan û jinan xwe feda dike. Di nava şoreşê de milîtanên jin ên wekê hevrê Silava Efrîn, Rêvana Rojava, Arîn Mîrkan, Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Jiyan Tolhildan û Sosin Bîrhatan, bûn sembolên pêkanîna soza azadiya tevahî jinên cîhanê. Bi pêşveçûnên şoreşê re şervan û fermandarên YPJ’ê karîbûn xwe di hemû aliyan de bi zanist bikin û di warê siyasî, diblomasî û leşgerî ve ji tevahî jinan re pêşengtiyê bikin. Ji ber hêza YPJ’ê bi vê hişmendiyê ber bi Şoreşa Jinê ve gavên dîrokî avêt û bû çavkaniya civaka azad û demokratîk. Her wiha milîtanên azadiya jinê bi şerê xwe yê li hemberî terora DAIŞ`ê, di warê bîrdozî û leşgerî da îradeya ku ji mirovahiyê re nîşanda û ispat kir.”
‘YPJ`e wê herdem dilsozê doza azadiyê be’
Fermandara YPJ’ê Gulbihar Kobanê di dawiha axaftina xwe de balkişand ser jinên Ermen, Suryan û Aşûr yên ku êdî dikarin mafê xwe yê parastinê bikarbînin û di nava pergala parastinê de xwe bi cih bikin û xwe bi rêxistin bikin û wiha domand: “Ev tê wateya ku YPJ’ê misogeriya jiyana hemû jinan e. Bi vê rastiyê re girêdayî ji bo tevahî jinên Bakûr û Rojhilatê Suriyê bikaribin hebûna xwe mayinde bikin, pêwîste xwedî li hebûn û mafê xwe yê azadiyê derbikevin. Ji bo vê jî xwe di warê bîrdozî û parastinê de xûrt kirin ku destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin. Her wiha jin êdî bi zanebûna şoreşa Jin, Jiyan, Azadîyê re dikarin wateya hebûna xwe gerdûnî bikin. Dîsa şoreşa ku jinan di oxira wê de berdêlên giran dayê, di warê terz û taktîkê da ezmûnên mezin qezenc kiriyê. Rihê fedayî ji bo xwe esas girtiye, ji ber wê jî ew ê ti carî soza ku daye jin û gelan ji bîr neke û wê her dem dilsozê doza azadiyê be. Her wiha bi rihê şoreşa 19`ê Tîrmehê emê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin.”