Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gerîla derbeyên giran li dagirkeran dide

20/07/2024
in NÛÇE
A A
Gerîla derbeyên giran li dagirkeran dide
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Geverê, Metîna û Zapê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatine cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.

Di derbarê çalakiyên Gerîla  yên li dijî artêşa Tirk a dagirker, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da wiha got:

– Geverê:

17’ê Tîrmehê 3 kamerayên mobesse yên ku artêşa Tirk a dagirker li qadên Gundê Civyan, Şargulata û Gundê Sêgûza yên Geverê bi cih kirî, hatin tespîtkirin û îmhakirin.

– Herêma Metînayê:

19’ê Tîrmehê di saet 20.00’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hate xistin. Derb li çeperên dagirkeran hate xistin û 2 çeper îmha bûn. Dagirkeran xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi rengekî hemwext derbe li 2 çeperên din jî hate xistin. Li vir 2 çeper hatin îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.

-Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

17’ê  Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê mobesseya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hate îmhakirin.

18’ê Tîrmehê di saet 05.40’an de dagirkeran xwestin kameraya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatî îmhakirin, biguherin. Lê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

19’ê Tîrmehê di saet 18.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn:

18’ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn:

18 û 19’ê Tîrmehê qadên Lolan, Kolît û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 9 caran, qadên Avtehlê, Deşta Kafya, Spîndarê, Kanî Gûzê, Girgaşê û Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 6 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

20’ê Tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.