Sunday, July 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa vejîna jinê ye

20/07/2024
in NÛÇE
A A
Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa vejîna jinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Zana Roj/ Şehba

Li dijî pergala netew-dewlet ku dixwaze mirovahiyê bi giştî û bi taybet jinê kêlî bi kêlî ber bi tunebûnê ve bibe. Şoreşa Rojava weke şoreşa jinê derkete pêş, vê şoreşê pêşketinên mezin bi xwe re anî û ji tevahî mirovahiyê re bû mînak. Di 19’ê Tîrmehê de ev çirûsk ji Kobanê destpêkir û belavî tevahî Rojava û Sûriye bû. Şoreşa Rojava ku jinê tê de rola pêşengtiyê lîst, îro ji bo hemû jinên cîhanê jî bûye roniya hêviyê û riya sembola azadiyê.

Bi destpêka Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bajarê Kobanê re di sala 2012’an de, xeyal û hêviyên gelê me û tevahî gelên herêmê bi cih hatin. Îsbat bû ku şoreş li gorî pîvan û rêgezên şoreşgerî yên nûjen ava bûye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo avakirina şoreşeke rizgariyê ya civakî, demokratîk a rasteqîn, rêgezên biratiya gelan, jiyana hevbeş esas girt ku  şoreşên berê yên klasîk cuda ye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo guhertin û veguhertina ber bi demokrasiyê ve ezmûneke nû û girîng li herêmê afirand. Ev şoreş bû hêzeke aktîf ku hîna jî di gelek qadan de têkoşîneke girîng raber dike û ji bo parastina mirovahiyê di mercên zehmet de fedakariyên mezin dide. Di serî de çeteyên  DAIŞ’ê , gelek hêzên tundraw êrişî şoreşê kirin, şoreş bû hedefa gelek planên komploger ên hêzên navneteweyî û herêmî, di serî de dewleta Tirk a dagirker, hewl dan binyada civakî ya şoreşê têk bibin, xeta wê biguherin û yekitiya hevgirtina gelan tune bikin.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji tevahî çandên exlaqî yên xwedî îradeya azad û rasteqîn û vebijêrkên wê yên durist ên ji stratejiya siyasî ya xeta sêyemîn a projeya çareseriya demokratîk, civakî, exlaq û polîtîk, bi rola jin û ciwanan a pêşengiya şoreşa bihara gelan,  bûye dergûşeke civakî ya demokratîk. Di encama vê yekê de zemîneke aktîf û hêzeke xurt a ji bo pêkanîna îstiqrar, çareseriya siyasî ya bi rêya diyalogên nîştimanî yên rasteqîn ava bû.  Ruxmî lidarxistina gelek kongre, palatform, civînên navneteweyî wekî Cinêv, Astana û yên dîtir, lê paşguhkirina vê destkeftiya dîrokî ya nûjen xizmeta siberoja çareseriyê li Sûriyeyê nake. Tevahî hewldan ji ber dûrxistina îradeya gelê me û îradeya siyasî ya civakî û projeya çareseriya demokratîk  a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk çûn. Ev dide nîşandan ku hêza çareseriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji ber vê yekê naskirina vê hêzê girîng e. Li gorî tevahî çareseriyên ku dewletên têkildarî rewşa Sûriyeyê pêşkêş dikin ku berjewendiyên xwe li ser yên tevahî gelên Sûriyeyê re digirin, lê beyannameya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bingeheke nîştimanî ya rasteqîn e ku yek ji projeyên herî girîng ên çareseriya demokratîk e.

Derbarê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk li Kantona Efrîn û  Şehbayê Hêvîn Reşîd ji rojnameya me re axivî.

Hêvîn diyar kir ku destpêkirina Şoreşa Rojava veguherîneke dîrokî ya ber bi pêkanîna demokrasiyê ve ye û wiha got: “Sûriyê bû şahidê tevgereke mezin a gel û serhildaneke ku riya xwe ya pêkanîna azadî û rûmetê guhert, ev jî ji ber destwerdana gelek hêzên derve, di serî de Tirkiyê bû. Van hêzan ji kirîza ku welat tê de derbas dibû, sûd werdigirtin. Hebûna xwe li ser axa Sûriyê dirêj dikirin da ku armancên xwe pêk bînin. Di demeke wisa de şoreşa Rojava dest pê kir û veguherîneke dîrokî bi xwe re anî.”

‘Şoreşa guhartin û veguhartinê’

Hêvîn bal kişand ser destkeftiyên ku şoreşê di hemû qadan de bi dest xistiye û wiha got: “Şoreşa Rojava ji gelek şoreşên berê yên ku pêk hatin cuda ye, ji ber ku şoreşeke li ser esasê guhertin û avakirinê bû, şoreşeke ku daxwazên hemû gelên demokrasî xwaz  pêk tîne. Li ser bingeha cihêrengiya çandî, etnîkî û olî, şoreşa jin û ciwanan, şoreşa ziman û gelek destkeftiyên dîrokî ku di van salên dagirtî bi têkoşîn û  berxwedanê  li ser hemû astan hatine bidestxistin. Heta ku ji bo hemû pêkhateyên herêmê bû bawerî û hêviyek ji bo çûna ber bi rêya demokrasî û têkoşîna hevpar a li dijî zîhniyetên dewletê û hemû zihniyetên ku bi dehan salan ji bo çandina faşîzim, nîjadperestiyê û gurkirina  nakokiyên di navbera pêkhateyan de plan didan meşandin.”

‘Rola çalak a jinê sedema herî girîng a serkeftina şoreşê ye’

Hêvîn derbarê rola jin a aktîf di şoreşê de wiha got: “Rêjîmên desthilatdar ên dektator ku welatan bi rêve dibin, ji bo biçûkxistina rola jinan û kûrtirkirina zihniyeta mêrê serdest, xerakirina malbat û civakê bi salane siyasetên xwe dane meşandin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re herî zêde girîngî hat dayîn ji bo rola jinê  û vegerandina nasname û dîroka wê ya rast, xebat hat meşandin, ji ber ku bêyî çareserkirina pirsgirêka jinê û azadkirina wê ti pirsgirêk çareser nabe. Ji ber ku sîstemên desthilatdar qebûl nedkirin ku jin bi rengê xwe, di hemû qadên siyasî, leşkerî û civakî de beşdar bibin. Ji bo guherandina vê zihniyetê,  sîstema hevserokatiyê  di Rêveberiya Xweser de hat avakirin û yekem  model li seranserî cîhanê û serkeftinên şoreşê zêdetir kir.”

Hewildanên hedefgirtina destkeftiyên şoreşê

Hevîn di axaftina xwe de bal kişand ser planên hedefgirtina destkeftiyên şoreşê û herî zêde êrîşên dewleta Tirk a dagirker û polîtîkayên wê yên li ser herêmê û wiha got: “Ji destpêka şoreşê û vir ve destkeftiyên wê derketine holê. ji hemû rêbazên hedefgirtin û tinekirinê, ji hemû aliyên dijminê îradeya gelan û rêveberiya wan a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker ku yek derfetê jî ji bo hedefgirtina herêmê winda nake. û niştecihên wê, û binesaziyê û hemû destkeftiyên ku bi vê şoreşê bi dest ketine armanc dike, ji bo vegerandina herêmê ji berî şoreşê, berdewamkirina pirojeya xwe ya dagîrkeriyê û jinavbirina gelên wê”.

Hêvîn bi boneya 12’emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Rojava bal kişand ser pêwîstiya berdewamkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên şoreşê û wiha got: “Li gorî vê qonaxa hestiyar û dijwar a ku herêmên me tê re derbas dibin, Pêdiviya lezgîn a rûbirûbûna xetereyên êrîş û planên li dijî şoreşa me ye. peyamek ji dijminan re Ji ber vê yekê ev destkeftî ji bo parastina ji metirsiyên êrîşên qirkirinê gelekî pêwîst in, ji ber ku ew destkeftiyên bi têkoşîneke mezin û bi fedekariyên giranbiha yên bi hezaran kur û keçên vê xakê ne, ku bûne qurbanî. ji bo ku em bêhna azadiyê nefes bikin û bi vê minasebetê em soza berdewamkirina têkoşînê û parastina şoreşa xwe careke din nû dikin”.

Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Efrîn û Şehbayê Hêvîn Reşîd di dawiya axaftina xwe de bang li gelên herêmê kir ku li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî li ber xwe bidin. hay ji metirsiyên şerê taybet ku li dijî herêmê tê meşandin û hay ji wan hebe: “Hemû gel û hemû beşên civakê, ku şoreş ji bo wan bû ronahiyek ber bi pêşerojeke demokratîk û azad ve, bi pêwîstiya bilindkirina leza li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî, ji bo rûbirûbûna hemû êrîşên dijmin û rêbazên şerê taybet û parastina şoreş û hebûnê ji tunekirinê têdikoşin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR
HAJMARA PDF

VEJÎNA AZADIYÊ BI ŞOREŞA JINÊ DEST PÊ KIR

19/07/2026
Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin
CIVAK Û JIYAN

Gaziyên Şer: Em dest ji destkeftiyên xwe bernadin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.