Hemza Sêvo/ Qamişlo
HRRK’ê encama kongreya xwe ya 9’emîn da eşkerekirin û soza berdewambûna xebata rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê da. Herwiha endamên Desteya Rêveberiya HRRK’ê hatin hilbijartin; Ehmed Huseynî wekî serok û Mistefa Ebdo jî wekî berdevkê û rêveberê Nivîsgeha HRRK’ê, hatin destnîşankirin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê, HRRK’ê bi beşdarbûna 70 endamên xwe kongreya xwe ya 9’emîn li hola Zana ya li Qamişlo li dar xist.
Bi diruşmeya “Ber bi rewşenbîriyeke resen a kurdî ve biçin da ku bikarin li nasnameya xwe, li erdnîgariya xwe û civaka xwe xwedî derkevin” Kongreya 9’emîn a HRRK’ê li Qamişlo di 12’ê Tîrmehê de hat darxistin.
Kongreyê bi amadebûna endamên HRRK’ê dest pê kir. Di pêşveçûna kongreyê de rêziknameya hundirîn û raporên giştî yên HRRk’ê hatin xwendin û dîwanek ji 3 kesan hat avakirin. Di heman demê de desteya rêvebirinê jî ji 9 kesan hat çêkirin, 7 ji van sereke ne û 2 yedek. Endamê Desteya Rêvebirina HRRK’ê Mistefa Ebdo eşkere kir ku rêjeya jinê di nav xebata rewşenbîrî ji salên berê pirtir bû ye û hejmara jinên di desteya rêvebirinê de 4 in û yên din mêr in.
Herwiha kesên ku cihê xwe di Desteya Rêvebirinê de digrin jî ev in: Ehmed Huseynî, Mistefa Ebdo, Solîn Osê, Kemal Necim, Şepal Yûsiv, Mehmûd Ebdo, Dêrsim Ebdella, Ebdilbarî Ehmê û Helîme Xelîl.
Hin biryar di vê kongreyê de hatin standin, ji van biriyaran ew bû ku wê HRRK’ê bibe sîwanek ji bo rewşenbîrên kurd yên Rojava û têkiliya xwe bi rewşenbîran û civakê bi giştî re ji wiha xurtir bike. Lewma jî wê piraniya çalakiyên xwe di dema pêş de li Rojava bi giştî li gor derfetên heyî li dar bixe.
Di heman demê de wê hewldan hebin ku mehane pirtûkek were çapkirin ji aliyê hevgirtinê ve. Li aliyê din jî lidarxistina çalakiyên yên di pilan HRRK’ê de wê bidome. Ji biryarên herî girîng yên ku di kongreyê 9’an de hat girtin; avakirina şaxekî HRRK’ê li Ewripayê ji bo rewşenbîrên kurd yên ku li derveyî welat dimînin. Ji ber vê yekê jî wê konfransê 4’an yê HRRK’ê di 10’ê Tebaxê de li Elmaniyayê bajarê Boxûm were lidarxistin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku her 2 salan HRRK’ê kongreya xwe li dar dixe, yekem kongreya damezrandinê di sala 2004’an li Siwêdê li darxist û kongreyê 5’an li Rojava, bajarê Qamişlo di sala 2016’an de li dar xist. Ji wê demê ve ew weke saziyeke rewşenbîrî kar û xebata têkildarî çand, wêje û zimanê kurdî li Rojava dike.






