Bi boneya salvegera 12’emîn ya şoreşa Rojav û ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî li herêmê, Partiya Yekîtiya Demokratîk li Kantona Efrîn û Şehbayê komxebateke diyalogî li darxist.
Zana Roj/ Şehba
Hêzên împeryalîzim û yên dagirker bi herikîna dîrokê re pilanên qirêj yên li ser tunekirina gelên bindest û ji bo parasrtina berjewendiyên xwe sazkirin. Li hemberî gelê Kurd jî bi 10’an pilanên qirkirinê û xwe mezinkirin li ser hesebê gelê Kurd hatine kirin. Bê guman ev pilan li ser gelê kurd li çar perçeyên Kurdistanê hatin pêkanîn û gel di bin bandoriya wan de ma.
Bi avabûna û derketina Tevgera Azadiya Kurdistanê re Rêber Abdullah Ocalan bi felsefeya azadî û demokrasiyê ne tenê hêzên dagirker û dijminê hezar salan hejand, tavahî hêzên navnetewî yên kapîtalîst hejand. Ev Tevger êdî li ser tavahî hêzên navnetewî bû tevgera herî metirsîdar û xeter. Li ser wê bingehê êdî hedefgirtina Tevgera Azadiyê bi her awayî hate kirin û bû armanca hemû hêzên navnetewî. Lê ec Tevger bi bedelên gelek mezin û pîroz gihîşt astên herî mezin û ji tavahî cîhanê re îsbat kir têkoşîna ku zêdetirî 50 sala ye hatiye meşandin, bi pilan û siyasetên wan têk neçû. Teysandina van serkeftin û destkeftiyan di şoreşa 19 ê Tîrmehê bi piratîkirina pirojeya Netewa Demokratî misoger bû.
Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD ê li kantona Efrîn û Şehbayê bi bûneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebateke diyalogî bi beşdarbûna nûnerên Partî, kesayetên serbixwe û endaamên saziyên Rêveberiya Xweser, li dar xist.
Xalên ku di komxebatê de hatine nîqaşkirin wiha bûn:
-Têkiliyên Tirkiyê û Sûriyê ji salên 1980 heyanî1990.
-Piştî hevpeymana Adana û heyanî destpêkirina rabûna gel.
-Rola Tirkiyê di rabûna gel di Sûriyê de.
-Pirojeyên pêşkêşkirî li Sûriyê û armanca dewletên herêmî.
-Ji berxwedana 14 ê Tîrmehê zayîna şoreşa 19 ê Tîrmehê.
-Lihevkirinên dewletên herêmî û hegemoniya cîhanî di êrîşkirina pirojeya Rveberiya Xweser de.
Têkildarî siyasetên ku tên gerandin û girîngiya Şoreşa 19 ê Tîrmehê Endamê Meclîsa PYD ê Îlham Mihemed ji rojnameya me re axivî.
‘Serkeftinên heyî ji lehengtiya 14 ê Tîrmehê diherike’
Îlham di destpêkê de serkeftina şoreşa 19 ê Tîrmehê li hemû gelê Azadîxwez pîroz kir û diyar kir ku ev şoreş hêza xwe ji berxwedaniya 14 ê Tîrmehê digire û wiha domand: “Ev şoreşa Azadî û demokrasiyê ji tavahî gel û pêkhateyên bindest re ye. Ev berxwedanî tu carî ji berxwedaniya 14 ê Tîrmehê ya ku tê de dîrokeke berxwedaniyê ji agirê bedena Mazlûm Doganan hatiye destpêkirine qut e. Efsaneya berxwedaniyê di dîroka mirovahiyê de hate nivîsîn û sîstema kamalîstan ya faşîst di wir de hate şikandin û ew bû ku faşîzim li hember îradeya gelê berxwedêr tu carî bi ser nekeve. Ji lewra di her destkeftiyên vê şoreşê de divê e mew berxwedaniya ku weke lehiyê di nava tevgera azadiyê de herikî em ji bîr nekin. Serkeftinên ku em niha behis dikin bi şopên wan qehremanan ve giêdayî ye”.
`Pirojeya Netewa Demokratîk pêşengtî ji hemû gelan re kir`
Îlham diyar kir ku keda ku hatiye dayîn bû sedema rêxistinbûyîna gel di aloziya Sûriyê de wiha pê de çû: “Berxwedanî, têkoşîn û keda ku ji berxwedaniya 14 ê Tîrmehê de kişiye, di aloziya Sûriyê de bû bingeh di rêxistinbûyîna gelê ku banga azadî, aşîtî û yekbûnê dike bû. ji ber wê dema ev alozî hatiye destpêkirin gelê Kurd yekser xwe birêxistin kir û xeta xwe li durî Rêjîm û opozisyonê diyarkirin. Di wê pêvajoyê de gelê Kurd pêşengitî ji hemû gelên Sûriyê re kir û banga azadî û demokrasiyê bê cudabûn kir, Ji ber wê di şoreşa 19 ê Tîrmehê de gavên mezin ber bi doza azadiyê ve hatin avêtin. Û pirojeya Netewa Demokratîk mînaka herî diyarker û mayîndar e”.
`Nêzîkbûnên ku tên kirin ji tirsa Pirojeya Netewa Demokratîk pêk tên`
Îlham anî ziman ku ji bo têkbirina vê pirojeyê pilanên gilobal hatin amedekirin û pêkanîn û wiha domand: “Dema ku em dibêjin vê pirojeyê gavên mezintir avêtin hêzên li dijî vê yekê xwestin vê pirojeyê hedefbigirin û êrîş bikin. Di van êrîşan de windahiyên ku nayên ji bîrkirin weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî her wiha hin bajarên Sûriyê jî ketin destê dagirkeriyê yê. Bi taybet di dema niha de piştî îlankirina hilbijartinên ku wê bihatibana lidarxistin. Li hember astengkirina wan hilbijartinan pilanên nû hatin amedekirin. Hilbijartinên ku bihatibana lidarxistin wê hêştiba dosiya ye Sûriyê di astên masaye navnetewî de bibûya ya duyek û yekem. Hevdîtin û nêzîkbûnên Edroxan û Esed jî di encama tirsa Tirkiyê ji pêşketinên Rêveberiya Xweser de ye”.
‘Hesabên xwe li ser tunekirina Pirojeya Demokrasiyê dikin’
Îlham di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Erdogan di geşkirina agirê aloziya Sûriyê de hêmanê herî sereke û bingehîn bû. dijminahiyên wan yên demkî her tim hebûn. Erdoxanê ku ji Esed re digot “Kujer Beşar El Esed”, lê vê dawiyê banga lihevkirin û nêzîkatiyan dike. yek ji armancên van nêzîkatiyan di asta yekemîn de lawazkirina Pirojeya Netewa Demokratîk di Sûriyê de, ya din îradeya gelê Kurd binpêbike, vê yekê jî bi gavavêtinên xwe yên di hundir Başûrê Kurdistanê de dike ku dixwaze Başûr jî kaşî pilanên xwe bike û êrîşên xwe li ser çiyayên azad bi rihetî pêk bîne. Her wiha jiyankirina hilweşandinên xwe yên hundirîn bi pilan û siyasetên nû dixwaze derbas bike. Armanca her du dewletan û ya Rûsiya jî êrîşkirina Pirojeya Netewa Demokratîk e”.
Îlham xuya kir ew dixwazin van siyasetan bi riya vê panêlê nîqaş bikin û wiha got: “Di vê demê de me xwest em careke din bal bikşînin ser siyasetên ku li ser hesabê gel û Pirojeya demokratsiyê ya di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ketiye meryetê de bikin. her wiha têkiliyên dewleta Tirkiyê zelal binirxînin. Çawa ku Tirkiyê li hember Sûriyê destek da komên Îxwan Muslimîn her wiha hevpeymana Adana avakir û dixwast sererastkirinek nû ji têkiliyên di navber xwe de avabikin. Lê îro careke din piştî ewqas dijminahî li ser yek maseyê rûdinin”.






