Tuesday, July 21, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
in NÛÇE
A A
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo 

Bi boneya 14’emîn salvegera Şoreşa Rojava di bin dirûşmeya “Em ê bi ruhê 19’ê Tîrmehê mafê gelê Kurd mîsoger bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin” li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo şahiyek hat lidarxistin.

Li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo, gelên Qamişlo û Amûdê salvegera 19’ê Tîrmehê ya 14’emîn bi şahiyekê pîroz kirin. Şahî di bin dirûşmeya “Em ê bi ruhê 19’ê Tîrmehê mafê gelê Kurd misgor bikin û Sûriyeyê demokratîk bikin” hat lidarxistin.

Qada şahiyê bi ala Kesk, Sor û Zer a Rojavayê Kurdistanê hatibû xemilandin, herwiha gel bi çoşeke mezin şahî pîroz kirin. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin li ser qiyanê Şehîdên şoreşa azadiyê hat destpêkirin.

Piştre li ser navê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Foza Yûsif axivî û wiha got: “Gelên hêja ez şoreşa azadî û mirovahiyê li we pîroz dikim. Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe bingeha vê şoreşê nîvisand. Ev 14 sal in ji axa pîroz a Kobanê şoreşek dest pê kir. Ev şoreş armanca wê ku em bi awayekî azad bi nasnameya xwe jiyan bikin, weke gelê Kurd û pêkhateyên ku li ser vê axa jiyan dikin. Ev 14 sal şoreşa me ji bo tevahî mirovahiyê rûpeleke zêrîn afirand. Ev şoreş bû mînak ji bo tevahî cîhanê, şoreşekî ku hişt gelên herêmê bi awayekî azad bi nasname û zimanê xwe jiyan bikin. Herwiha şoreşekî hişt ku jin bi îradeya xwe tevalî hemû qadên jiyanê bibin. Di heman demê de şoreşa ciwanan bû, ji ber ku hem ciwanan pêşengtiya wê kir, hem jî bi xwîna xwe ew parastin û laşê xwe kirin mertal. 14 sal me li vê derê molela jiyaneke nû ji bo tevahî mirovahiyê pêşkêş kir û em îro jî dikevin qonaxekî nû, ev qonaxa jî ew a ku nirxê şoreşa me ava kiriye. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo ku gelê me bighêje mafê xwe hate destpêkirin. Îro jî armanca me ew e ku em mafê xwe di destûra Sûriyê de misoger bikin. Ji bo wê em dibêjin şoreş bidawî nebûye, berovajî wê pêvajoyeke nû pêvajoya ku em bi awayekî qanûnî û bi têkoşîna siyasî mafê gelê xwe di destûra Sûriyê de garantî bikin. Herwiha ev şoreşa ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, heta em Komara Sûriya Demokratîk ava bikin wê dewam bike.”

Piştre bernameyê hunerî hate destpêkirin ku ji aliyê Hozan Comer, Denîz Deman, Koma Hîlala Zêrîn stranên şoreşgerî hatin vegotin û ji aliyê koma Govendê ya Şehîdên Qereçox a Koçerta govend hat gerandin.

Şahî bi siloganên “Bijî berxwedana Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Jin Jiyan Azadî, Bijî berxwedana Rojava” bidawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’
NÛÇE

‘Qanûneke ku ji Rêbertî heta bi şervanan her kesî tevlî siyaseta demokratîk dike, divê bê derxistin’

20/07/2026
Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Salvgera 14’emîn a 19’ê Tîrmehê li Qamişlo hat pîrozkirin

19/07/2026
PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe
ROJEV

PJAK: Şoreşa Rojava mînakek zindî ya îlhambexşe

19/07/2026
KCKê Çarşema Sor pîroz kir
ROJEV

KCK: Gelê Rojavayê Kurdistanê wê destketiyên xwe weke doh îro biparêze

19/07/2026
Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir
NÛÇE

Rojava TV rêwîtiya heqîqetê ku bi şoreşê re dest pê kir

19/07/2026
Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin
CIVAK Û JIYAN

Şoreşa 19’ê Tîrmehê; Qêrîna azadiyê ya ku sînor şikandin

19/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.