Amara Baran/ Qamişlo
Rojnemevan Argêş Şengalî diyar kir ku dewleta tirk ji bo ku dengê heqîqetê biçewisîne û rastiya heyî di tarîtiyê de bihêle bi hemû hêza xwe êrîşî rojnamevanan dike.
Di 8’ê Tîrmehê de, dema ku ekîbeke rojnamevanan li Şengalê li ser karê xwe bûn, rastî êrişeke dewleta Tirk a dagirker hatin û di encamê de rojnamevanek Şehîd bû.
Derbarê erîşên li ser rojnamevanan û ragahandina azad, rojnamevan Argêş Şengalî bersiva pirsê rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:
Armanca dewleta Tirk a dagirker ji hedefgirtina Rojnamevanan çi ye?
Sedemên hedefgirtina rojnamevanan, ne cara yekeme ku rojnamevan têne hedefgirtin gelek caran kar û xebatên wan ji aliye Dewleta Tirk û PDK’ê ve hatine astengkirin di sala 2011- 2012’an de çapemeniya êzîdxanê ber bi damezrandinê de dihat û di dawiyê de Rojnamevan ji aliyê PDK’ê ve dihatin astengkirin û ragirtin. Çapemeniya Şengalê di fermana sala 2024’an de bi hemû cîhanê da naskirin û her kes dizane ku ferman ji kûderê de destpêkir, kesên ku destek dan DAIŞ’ê û rê li ber wan vekirin û hêzin xwe ji Şengalê derxistin kî bûn ev hemû bi saya ragihandina azad derketin holê ger ev nebûya ev ferman jî wek 73 fermanên din derbasbibûya û kesek nizaniba êşê ku civaka Êzîdî dikşîne çine, ev yek bi saya Ragahandina azad pêk hat û her ku çu erîşên li ser rojnamevanan jî zêde bû.
Di sala 2017’an de bi firokên şer êrîş li ser Şengal, Qereçox û Mexmûrê çebûn, wê demê mirov dikare bibêje erîşa wan a yekemîn ango gava wan a yekemîn bû avêtin û wî demê erîşê dengê çira şengalê kirin. Bi wî êrîşê re gef û êriş li ser rojnamevanan zêde bû. Di heman salê de di 3′ ê Adara 2017′ an de dema ku pêşmergeyên Roj li ser Xanesorê de girtin û xwestin ji Xanesorê derbasê Rojavayê kurdîstanê bibin fîşeka yekemîn li hemberê Rojnamevanan kar anîn û xwastin dengê heqîqetê biçewisînin. Ji aliyê hikumeta Iraqê ve jî zextek li ser rojnamevanan hate kirin PDK’ê li gelek cihan rê li ber rojnamegeriyê girt û xwest deng û rengê Êzîdxanê li gelek cihan asteng bike nehişt ku rojnamevan li Başurê kurdîstanê xebatên xwe bimeşînin.
Her ku salvegera komkujiya Şengalê nêz dibe, dewleta tirk erîşên xwe zêde dike, hûn vê yekê çawa dinrxînin?
Ne tenê di salvegerên komkujiya şengalê de, lê çi rojên pîroz, çi cejin, şahî salveger bin Şengal rastê êrîşên dewleta tirk a dagirker û PDK’ê ve tê hedefgirtin. Gelek cihên Ezîdiyan yên pîroz hatin topbarankirin û gelek leheng û fermandarên civaka Ezîdî hatine hedefgirtin. Her ku em nêzîkî salvegera fermanê dibin rêveberiya xweser bi rêya ragihandinê bang li malbatên ku ev deh salin koçberbûne û li kampên Başurê kurdîstanê de bi cîh dibin û dema ku aramiya Şengalê bi derdor re dihat parvekirin, ekîbek rojnamevan dema ku ji ser erk diziviriyan rastê erîşên Dewleta tirk hatin. Dewleta tirk her ku diçe êrişên xwe li ser Şengalê û tevahî beşên Kurdistanê zêde dike. Malbatên ku li Başurê kurdîstanê dijîn her ku bixwazin bizivirin ser axa xwe jiyana xwe ya asayî pêk bînin Dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê hincetekê derdixîne da ku erîşeke ne merdane li ser civakê bike. Herê dawiyê ekîba me ya Çira Tv rastê erîşa dagirkeriya tirk hat û ev yek bi hevkariya PDK’ê pêkhat û ji sedî not axa Başurê Kurdistanê ji dest daye. Her wiha dema ku koçberên Şengalê jî vegerin wê di hilbijartinên ku di Cotmehê de pêk werin carekedin binbikevin. Ji ber ku koçberên Şengalê mîna dengên hazir di berîka wan de bûn, û bi dehan endam şandin encûmena parêzgehên koçberan û bi dehan parlemento derxistin bi dengê koçberan. Ji ber ku hazirin di destê wan de wek zîndanin bêjin hûn dengê xwe bidin mecbûr bê çare dimînin û dengê xwe bikartînin, sedemên van rastiyan bû ku êrîşên rojnamevanan kirin yadin jî ji bo ku nikaribin di salvegera 10’mîn a fermanê zindî bikin û li hemû cîhanê parve bikin. Van hijmarên fermanê girîngin ku em bikaribin bi hemû cîhanê re parve bikin her wiha niha rêveberiya xweser jî amadekariyên xwe dikin dako salvegera 10’mîn de naskirina êşa Ezîdiyan bi cîhanê de bidin qebûlkirin. Her wiha ragihandina Êzîdxanê jî ji niha de amadekariyên xwe dike û tiştên ku nehatine lêkolînkirin êşa jinên Ezîdî ji destê çeteyên DAIŞ’ê kişandine bi raya giştî re parve bike heta ku karibin ew kesên ku sucdarê fermanê bûn di dadgehan re derbas bibin
Çima hikumeta heremê û hikumeta Iraqê li hember van erîşan bê deng in?
Em wek civaka Ezîdî ya şengalê û rojnamevanên Şengalê tu hêvî û bendewariyên me ji hikumeta Başurê kurdîstanê nîne û di roja me ya îro de em lê mêyzebikin bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û dagirkeriya Tirk li ser axa Başurê kurdîstanê bi cîh dibin heta ku karibin liv û tevgera gerîla asteng bikin an jî dest bi operasyonekê li ser heremên parastina medya bikin. Serlêdana Erdoxan û rayedarên şer a ji bona Baxdayê kiribûn û li ser 26 xalan lihevkiribûn û ev xal hêdî hêdî têne bicîh kirin. Anîna artêşa iraqê li ser axa Başurê kurdîstanê ku qaşo herêmên bi ewle avabikin an jî 40 km ji sînorên xwe herêmên bi ewle avabike. Bi erêkirina hikumeta iraqê û başurê kurdistanê. Helbet li hember erîşeke bi vî awayê ewê bê deng bimînin, ji ber ku rojane firokên Dewleta tirk derbasê ezmanên şengalê dibin bê ku destûr ji iraqê bixwazin, cîhê ku dixwazin topbaran dikin. Ji parêzgeha Silêmanîyê heta Şengal, Mexmûr û herêmên parastina medyayê û heta Mûsilê bi qasî 300 km yê ji asîmanê iraqê dûre, ger bixwazin erîş bikin tu serweriya iraqê nemaye. Heger Amerika karibe di firokxaneyên nav dewletî ya bexdayê de erîşê Kasim Suleyman û Ebu Mehdî el mihendis bike wê demê serweriyeke iraqê nemaye her parçeyek ji iraqê di deste hindekan da ye. Başurê kurdîstanê jî niha sedî sed di destê Dewleta tirk de ye, beşek ji iraqê jî di destê Amerka de ye sedemên wê evin ji bo ku iraq nikaribe helwesteke cîdî li hemberê van erîşan bide.
Ji bo ku rastî di tarîtiyê de nemîne û êriş bi dawî bibin erk û berpirsiyartiya dikeve ser milê rojnamevanan çi ye?
Di vê demê de erk û berpirsiyartiya ku dikeve ser mile rojnamevanan êşa civakê ku jiyan dikin bi rengekî rast bê parvekirin. Em di roja me ya îro de dibînin ku bi milyonan malpêr, ajans, televîzyon, kovar û bi mîlyonan li ser axa rojhilata navîn hene û weşanên xwe bi şiklekî yasayî dikin bê ku bê astengkirin li her dera dunyayê de tevger dikin. Sedem çiye ku rojnamegeriya azad tê astengkirin ya ku êşa civakê dide ser mile xwe yên ku derdê civakê bi cîhanê dide naskirin û parve dike û li hemberê êrişan civakê diparêze. Pêwîste ku rojnamevan bi vî rengî bin, ne ku erîşek li ser rojnamevanekî were kirin wê demê gav paşde Bavêje, lê berûvajî wê yekê divê hîn bêtir di xebatên xwe pêşbikeve û her dem şopdarê rastiyê be. Komên rojnamevanan dema bi yek dengê van berpirsiyartiyan bidin ser milên xwe ewê rojnamevan xwedî li hev derbikevin û êrîşên dewleta tirk a dagirker vala derbixin.