Rojnameya Ronahî

Mustafa Mihemed di oxira ragehandina rastiyê de şehîd bû

Birûc Resûl/Qamişlo

Pêşkêşvanê Ronahî TV Alan Meîş diyar kir ku rojnemevan Mustefa Mihemed berpirsyartiya ragehandina rastiyê girt ser milê xwe û di oxira wê de şehîd bû û wiha got: “Divê em nameya şehîdên xwe bighînin cih û ala wan bildind bikin, ji ber ku şehîdên me rêya me ya azadiyê ne.”

Li Rojavayê Kurdistanê çapemenî jî yek ji wan saziyan e ku bi şoreşê re firset û derfeta xebatê li pêşiya wê vebû. Di pêvajoya Şoreşa Rojava de ku heya roja me ye îro didome, têkoşîneke xurt hat meşandin û rojnamevanan jî hem ciyê xwe di vê têkoşînê de girt hem jî ev têkoşîn belge kirin. Yek ji wan rojnamevanan jî nûçegihanê Ronahî TV û endamê Meclisa Yekitiya Ragihandina Azad Mustefa Mihemed Şukrî bû. Şehîd Mustefa 18`ê Tîrmehê di hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû. Ew sala 1987`an li gundê Yapsê yê girêdayî Girê Spî ji dayik bûbû.

Şehîd Mustefa sibata 2015`an tev li xebatên Ronahî TV dibe û bernameya `Îdaeat` pêşkêş dikir. Her wiha tev li duyemîn kongreya Yekitiya Ragihandina Azad bû û di kongreyê de wek nûnerê Kobanê ciyê xwe di Meclisa Ragihandina Azad de girt. Piştî ku Hemleya Şehîd Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê dest pê kir, şehîd Mustefa jî tevî gelek rojnamevanan hemle şopand. Roja 13`ê Tîrmeha 2016`an şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê çerxerêya Dewar Sebie Behrat a bajarê Minbicê rizgar kir. Şehîd Mustefa tevî hinek rojnamevanên dîtir li gel şervanan derbasî çerxerêya Sebie Behrat bû û li wê derê mayin bi wan ve teqiya. Di encama teqîna mayinê de rojnamevan Mustefa Mihemed û Kendal Cûdî birîndar bûn. Mustefa Mihemed ji ber birînên xwe yên giran 18`ê Tîrmehê li Nexweşxaneya Şehîd Xebat şehîd bû.

Di derbarê Salvegera şehadeta rojnemevan Mustefa Mihemed, pêşkêşvanê Ronahî TV Alan Meîş ji Rojnemeya me re axivî.

diyar kir ku şehîd Mistefa ji kesên destpêkê bû ku xwe gihand rêwîtiya ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Şehîd Mustefa bawernameya ragihandinê bi dest xistibû lê xwest vê zanista xwe bike xizmeta gel û welatê xwe, lewra ket ser şopa rastiyê. Ji destpêka êrişên li dijî Rojava, şehîd Mistefa bêyî dudilî ket nava tevgerê û dest bi xebata xwe kir, bêtirî xwe di nava gel de digeriya û her wekî cihê xwe di pêngavên li dijî DAIŞ’ê de jî girt, herî dawiyê Pêngava Rizgarkirina Minbicê bû. Di wê demê de tevahiya cîhanê bi mereq li wê pêngavê dinêrî, ji ber ku di terora DAIŞ’ê li cîhanê belav bûbû. Lê belê dema vê pêngavê dest pê kir, Mistefa biryar da ku ew vê rastiyê ragihîne cîhanê. Hem berxwedana şervanan û awayê rizgarkirina sivîlan û hem jî rastiya hovîtiya DAIŞ’ê eşkere bike. Lewma di dema li belgeyên wê rastiyê digeriya, qet li metirsiya wê nenêrî. Koşe bi koşe digeriya. Tevî ku dizanîbû DAIŞ mayîn li her derê çandiye, lê ew xwedî armanceke destxistina rastiyê bû. Ji ber vê yekê xwe li vî dîwarê qeliband û heta radeyekê her tişt li wê derê eşkere kir. Lê carekê jî mayîn bi wî de teqiya û gihaşt asta şehadetê. Di wê demê de nameyek da her kesî ku rêya derxistina rastiyê ne hêsan e û yê xwe bide ber gerek e her tiştî bide ber çavên xwe û bi wê mebestê ji bo gel û welatê xwe kar bike.”

Girîngiya Ragihandinê

Alan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ragihandin navgîneke ji bo zelalkirina bûyeran e. Hem jî rêyek bo belgekirina rastiya gel û welatekî ye. Li gorî min, ger ku ragihandin nebe, dê hêzên tarî hemû zagon û pîvanên mirovahî bin pê bikin û bi ser gelan de biçin. Nimûneyên vê yekê di Sûriyê de hene. Dema ku hikûmeta Hafiz El-Esed komkujî li Hemayê pêk anî, tu kesî rastiya wê dernexist û heta niha jî belgeyên wê veşartî ne. Dema ku di Peymana Lozanê de Kurdistan hat parçekirin jî deng derneketin û tu kesî rastî û xeteriya wê eşkere nekir. Heta niha jî gelek bendên wê veşartî ne. ji lewra, bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, pêdivî hat dîtin ku pêşî ragihandin bi pêş bikeve, ji ber ku eger ne wiha ba, wê tu kesî rastiya vê şoreşê û berxwedana ku nîşan daye, nas nekiriba. Dikarim girîngiya ragihandinê di vir de pênase bikim. Her wekî ew dikare bibe dengê derdê gelan li ber destê hikûmetan wan. Ev rastiyeke wê ye ku dîwarê bêdengî û tirsê dişkîne û armancên her aliyekî dikare bi zelalî eşkere bike. Helbet ne hemû ragihandin dikarin xizmeta vê yekê bikin, encax ragihandineke ku azadiyê ji bo xwe bike pîvan û rastiyê bike mebest, karibe vî barî rake. Mînka vê kedê jî şehîd Mustefa bû.”

‘Divê em nameya şehîdên xwe bighînin cih

Alan di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew çawa bikaribin li gor xeyal û armanca şehîdên şopdarên heqîqetê derkevin û wiha domand: “Beriya her tiştî divê her kes xwe û rastiya xwe nas bike. Eger nas kir wê demê wê hemû tiştên li ber destê xwe bide raya giştî. Eger ku em li dû berjewendiyên kesayetî nekevin, em ê karibin xwedî li şehîdên rastiyê derkevin. Eger ku em îro rastiya hêzên tarî wekî dagirkeriya Tirkiyê û DAIŞ’ê derxînin, wê demê em ê xwedî li deng û keda Şehîd Mistefa derdikevin. Lewma îro ji her rojnamevenekî tê xwestin ku destê xwe deyine ser wijdanê xwe û bixebite. Bila li dîrokê vegerin û komkujiyên ku hatine li serê gelê kurd bixwîne û nas bike, herwiha bi rêya vê karibe rê li ber bobelatên din bigire. Îro erkrekî dîrokî li ser milê me ye. Divê em nameya şehîdên xwe bighînin cih. Divê em ala wan bildind bikin û her li ba bikin. ji ber ku şehîdên me rêya me ya azadiyê ne.”