Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji destpêka salê ve 2196 qezayên Tirafîkê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane

17/07/2024
in Uncategorized
A A
Ji destpêka salê ve 2196 qezayên Tirafîkê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dane
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/Qamişlo

Ji destpêka sala 2024’an û heta niha, li kantona Cizîrê zêdetirî 2196 qezayên trafîkê rû dane. Sedema bingehîn ya qezayên tirafîkê jî nepêkanîna zagon û hişyariyên tirafîkê ne. Rêveberê Tirafîkê ya Kantona Cizîrê Ibrahîm Xelîl diyar kir ku

Wekî tevahiya cîhanê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî salane bi hezaran qezayên tirafîkê rû didin. Helbet ev qeza bi sedemên cûda pêk tên, lê sedema bingehên jê re; lêza zêde û nepabendiya bi zagon û pîvanên tirafîkê ye. Rêveberiya Tirafîkê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî, ji bo kêmkirina asta qezayên tirafîkê  gelek perwerde û pêngavê hişyarkirina ajokaran dane destpêkirin.

Derbarê sedemên qezayên trafîkê Rêveberê Trafîkê yê kantona Cizîrê Îbrahîm Bedran Xelîl ji Rojnemeya me re axivî.

Ibrahîm xelîl diyar kir ku ji destpêka sala 2024`an zêdetirî 2196 qezayên trafîkê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine rûdan û wiha got: “Buyerên qazayên Tirafîkê li herêma Bakur û Rojhilatê Suriyê zêde bûne, her wiha sedema wê jî, bêbaldarî û leza zêde ya ajokaran e. Ji bo kêmkirina bûyrên qezayên Tirafîkê, Rêvberiya Giştî ya Trafîkê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatên xwe dimeşîne. Rêveberiya Tirafîkê bi aktîvkirina polîsên rê li ser rêyan 24`setan, herwiha zêdekirina dewriyên Tirafîkê di hundir û derveyî bajaran de û danîna radaran ji bo sînordarkirina leza zêde li ser rêyên sereke yên di navbera bajaran de, hewil dide qezayên Tirafîkê kêm bike. Li aliyekî din jî  Dayira Giştî ya Trafîkê ji bo perwerdekirina ajokaran dixebite. Tirafîkê di demên dawî de ji bo danîna nîşaneyên deveran û nîşaneyên hişariyan kar dike, ev yek jî ji bo hişyarkirina ajokaran e. Rêveberiya Giştî ya Tirafîkê bi hemû şîwazan hewil dide qezayên Tirafîkê kêm bike.

 Rêgez û qanûnên tirafîkê

Ibrahîm Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Nivîsgeha Çavdêriya Rêyan a Rêveberiya Giştî ya Trafîkê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di destpêka sala 2024`an de, avakirina dezgeheke nû ya polîsên trafîkê ragihand. Ev dezgeh ji bo şopandina rêyan û ewlehiyê hatinûçûnê kar dike. Di heman demê de çavdêriya kesên binpêkirinên trafîkî dikin, dike. Li gor bendên qanûna trafîkê; ajokarên ku rêgezên trafîkê binpê dikin, tê girtin û li hemberî wan kirdariyên zagonî tên pêkanîn. Di heman demê de karê Polîsê Rêyên Giştî bê sînore, Rêveberiya Polîsê Rêyan dê beşdarî kontrolkirina trafîkê û rêgirtina li binpêkirinan bibe û di rewşên awarte de jî alîkariyên pêwîst pêşkêşî welatiyan bike.”

Hejmara Qezeyên ereban

Ibrahîm Xelîl balkişand ser hijmara buyerên qezayên tirafîkê û wiha qedand: “Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji destpêka sala 2024’an ve 2 hezar û 196 qezayên tirafîkê rû dane. Di van qezayan de 146 kesan jiyana xwe ji dest dane û hezar û 335 kes jî birîndar bûne;.

-Li Kantona Cezîrê 1170 qeza  rû dane,  55 kesan jiyana xwe ji dest dane û 612 kes jî birîndra bûne.

-Li bajarê Reqa jî 275 qeza rû dan û di encamê de 147 kes jî birîndar bûn.

Li kantona Firatê 110 qeza rû dane, 74 kes jî birîndar bûne, hejmara qezayan 223 bûye û 196 kes birîndar bûne û

-Li kantona Minbicê jî 124 qezayên trafîkê rû dane û 96 kes jî birîndar bûne û 32 kesan jiyana xwe ji dest dane,

– li kantona Efrîn û Şehbayê 8 kes jiyana xwe ji dest dan û 158 kesên din jî birîndar bûn, 178 bûyerên hat û çûnê li herêmê qewimîn.

-Li navenda Umm Madfa ya li ser rêya girê Sipî, 43 qeza qewimîn, 27 kes jî birîndar bûn û 7 kes jiyana xwe ji dest dan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.