Wednesday, June 18, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mîmar û pêşengê têkoşîna azadiyê; Şehîd Hisên Şawîş

17/07/2024
in Uncategorized
A A
Mîmar û pêşengê têkoşîna azadiyê; Şehîd Hisên Şawîş
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Pêşeng û şoreşgerê kurd Hisên Şawîş ji bo serxistina têkoşîna azadiya glê kurd bi şev û roj, li deşt û çiyayên azad bêrawestandin têkoşîneke bê hempa dida meşandin. Bi destpêkirina şoreşa Rojava re di qada civakî, siyasî, çandî û leşkerî de xebateke giranbuha da meşandin. 

Fermandar û şoreşgerê Kurd Hisên Şawîş di sala 1958’an de li gundê Beroj (Qereçoxê) ê Koçeratan ê girêdayî Dêrika Hemko ji dayîk bûye. Ji êla Mîra ya koçeran e. Şawîş di hembêza çiyayê Qeraçox û li beramberî çiyayê Cûdî yê Bakurê Kurdistanê mezin dibe.  Dibistana seretayî li gund, a navîn li dibistana Zekî Arsozî û piştre jî li Dêrika Hemko xwendinê dewam dike.

Di Sala 1982’an ew navê xwe li fakulteya çandiniyê a zanîngeha Şamê qeyid dike. Lê ew xwendina xwe berdewam nake û dest bi xebatên siyasî dike. Destpêke tevlî komunîstan dibe, piştî wê tevlî Çepê Kurd dibe. Li gel xebatên siyasî sala 1984’an leşkertiya Sûriyeyê dike.

Tevlîbûna Tevgera Azadiyê

Şawiş berî biçe leşkeriyê sala 1982’an bi rêya xwendina parastina kadroyên PKK’ê yên girtîgeha Amedê Tevgera Azadiya Gelê Kurd dinase. Bi berxwedaniya wan bandor dibe û biryara têkoşînê dide. Sala 1985’an weke milîsekî bi ERNK’ê re dest bi xebatê dike û 1985’an tevlî Tevgera Azadiya Gelê Kurd dibe. Heyanî demekê bi Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan re dimîne. Tevlî dewreya perwerdê ya Akademiya Masûm Korkmaz a li Lubnanê dibe. Perwerdeya wî şeş mehan didome û piştre derbasî xebatên civakî dibe.

Ji deştê ber bi çiya ve

Şawêş li paytexta Sûriyê Şamê, Helebê, Amûdê û Dêrika Hemko doza gelê Kurd belav dike û gel bi rêxistin dike.

Têkoşîna wî bi xaka Rojava û Sûriyê re sînordar namîne. Sala 1989’an derbasî çiyayê Bakurê Kurdistanê dibe. Ji deştê derbasî çiya dibe, ew cara yekem e ku dê di nava şert û mercên çiya de bijî. Her ji dûr ve li çiyayê Cûdî dinêrî, êdî ji nêzve pêre dijî, destê xwe dide xaka wî welatî, para xwe ji tîrêjên wê digire û dest bi gerilayetiyê dike.

Kedkarê zimanê Kurdî bû

Sala 2007’an di konferansê damezrandina saziya ziman de ku li Kobanê hatibû lidarxistin, Şawîş wekî Serokê Saziya Ziman tê hilbijartin. Her wiha yek ji damezrênerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû.

Li ser herêma Koçeratan pirtûka bi navê “Lêkolîna civakî, çandî û dîrokî ji jiyana civaka koçeratan ku hatiye jibîrkirin” ku bi zimanê Erebî nivîsand.

Her wiha pirtûka helbestan a bi navê “Li hev kombûn û Pênûsa min” dinivîsîne. Helbestên Nîzar El-Qebanî ji Erebî werdigerîne bo Kurdî. Çîrokan dinivisîne û ji kovara Dengê Kurdistan, El-Şeriq El-Ewset û ji rojnameya Ronahî bi navê Sicil El-Eswed gotaran  dinivisîne.

Derbarê Salvegera Şehadeta Hisên Şawîş de sernivîskarê kovara şermola Dilşad Murad ji Rojnemeya me re axivî.

Dilşad Murad diyar kir ku Şehîd Hisên Şawîşe bû mîrateya şoreşa gelê xwe yê berxwedêr û wiha got: “Ji xwe şoreş dema tê avakirin xwedî pilan û piroje ye, ji lewra avakirina hîmê şoreşa Bakur û Rojhilatê Suriyê li ser bingeha avakirina Rêveberiya xweser bû. Li ser vî bingehî Şehîd Hisên Şawîş bi awayekî mezin berê xwe da qada zanist û zanebûnê ku çareseriya hemû pirsgirêkan xwendin didît, hem dixwend hem jî bala ciwanan dikşand ser xwendinê. Ji xwe tê zanî ku ji hêla Dewleta Tirk a dagirker ve jî hate binçavkirin û nêzî 15 salan di zindana Amed û Adaneyê de ma. Lê bi ti awayî rojek ji rojan bê hêvî nebû, her xwesteka wî ya zanist û zanînê hebû, ji bona vê yekê dema ku di zindanê de bû jî xwe fêrî çend zimanan kir, gelek gotar bi sernavên cuda nivîsandin. Di heman demê de ji bona hevalên xwe jî bû nimuneyekî jiyanî, xezîneyek bû hem digirt û hem jî parvedikir. Dema ku ji girtîgihê derket careke din derbasî qada tekoşînê û tevlî gelek xebatên bi hêz bû. Di heman wextê de di avakirina komîteya ziman de jî wekî Rêberê yekemîn hate hilbijartin, ji xwe di aliyê wêjeyî de jî bi taybet li ser asta herêma me gelek gav avêtin û xebatên ziman û wêjeyî da meşandin.”

‘Ji bo me bû mînaka jiyanê ye’

Derbarê pirtûkên ku Hisên Şawîş nivîsandiye û hatine çapkirin, Murad wiha got: “Hisên Çawîş di demeke Kurt de dest bi amedekirina gelek pirtûkan kir ku yek ji wan pirtûkan Rêzên jibîrkirî ji jiyana civaka koçeran, afsaneya şehadetê, di dîroka me ya wêjeyî de û hijmarek dîwan jî nivîsandin. Piştî şehadeta wî hemû nerîn û nivîsên wî di pirtûkên cuda de hatine bicîkirin. Her weha ji milê Rojnameya Ronahî ve pirtûka wî ya Rûpela Reşa hate çapirin, min bi xwe serperştiya wê pirtûkê dikir. Hisên Çawîş yek ji damezrînerê tevgera civaka demokratîk a ku di sala 2011’an de hate avakirin, ji aliyê perwerdê de jî xwedî tecrubeyekî mezin bû, bi ti awayî rojekî ji rojan xwe neda paş, negot ez westiyam. Ji bo me bû mînaka jiyanê, dema şoreş hate ragihandin Hisên Şawîş amade bû û tevlî xwebatên Rêveberiyê jî bû. Her dem dixwest ku dengê şoreşê belavî cîhanê giştî bike, bi hevalên xwe re her roj li ser kar bû û westandin ji bo xwe nedikir hêncet.”

‘Şehadeta Şawêş bandoreke mezin li ser gel kir’

Sernivîskarî Kovara Şermola Dilşad Murad di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala 2014`an de piştî ragihandina Xweseriya Demokratîk Şehîd Hisên Şawîş Cîgirê Hevserokê Desteya Perwerdê de hate hilbijartin, ji xwe piştî wê Hisên Şawîş dest bi amedekirina cihên ku ji bo civak û ciwan xwe lê perwerde bikê, di wê qonaxê de de zanîngeha Rojava hate avakirin û nifşên nû hate perwerde kirin. Di sala 20151an de Hisên Şawîş derbasî xwebatên Yekîniya Parestina Gel ya Akademiyên YPG’e bû. Tê zanîn ku şehîd Hisên Şawîş di roja 20`ê Tirmeha 2016`an de, di dema bi erka xwe ve radibû di encama qezayekî de Şehîd bû. Şehadeta wî bandoriyekî gelek mezin li ser gel kir, ji ber ku xwe gihandibû astekî wiha ku hemû pirsgirîkan çareser bike.”

Post Views: 125
ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de
ROJEV

Roja Cîhanê ya Rakirina Şîdeta Zayendî di şeran de

18/06/2025
Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin
JIN

Li hember hişmendiya pergalê têkoşîna her du zayendan tê xwestin

18/06/2025
ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ
HAJMARA PDF

ÎSRAÎL Û ÎRAN; ŞERÊ HEGEMONIYÊ

18/06/2025
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

18/06/2025
Ji çiraxên wêjeya kurdî
ÇAND Û HUNER

Ji çiraxên wêjeya kurdî

18/06/2025
17’ê Pûşberê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Çolbûyîn û Zuhabûnê
CIVAK Û JIYAN

17’ê Pûşberê Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Çolbûyîn û Zuhabûnê

18/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.