Amara Baran/ Qamişlo
Ji bo pêkanîna xeyal û hêviyên gelên herêmê di avakirina civakeke exlaqî, demokrasiyeke rasteqîne, biratiya gelan û jiyana hevbeş, di 19’ê Tîrmeha 2012’an de şoreşê dest pê kir û ezmûneke nû li herêmê afirand. Ev şoreş bû hêzeke aktîf ku di gelek qadan de têkoşîneke girîng raber dike û ji bo parastina mirovahiyê fedakariyên mezin dide. Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer da zanîn ku şoreşa Rojava ji tevahiya gelên bindest re bû hêviya azadiyê.
Derbarê salvegera şoreşa 19’ê’Tîrmehê de, dengvedan û bandora wê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bersiva pirsên Rojnameya me da û naveroka hevpeyvînê jî wiha bû.
Şoreşa 19’ê’ Tîrmehê heta çi astê dikarîbû li ser gelên Sûriyê û tevahiya gelên Rojhilata Navîn bandoriyê bike?
Şoreşa 19’ê Tirmehê li ser bingeha tekoşîneke demdirêj a siyasî, civakî û çandî hatiye destpêkirin. Ev şoreş xwedî nirxeke pir dirokî û tecrûbeyên pir mezin in. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ne wek şoreşên ku li Rojhilata Navîn de pêşketine. Bingeha wê li ser esasê hêz, rêxistbûyîn û çanda civakê pêş ket. Di navbera şoreşa 19’ê Tîrmehê û tevahiya şoreşên ku li Rojhilat Navîn pêşketine cudahiyeke pir mezin heye. Armanca sereke ji şoreşa Sûriyê û tevahiya şoreşên Rojhilata Navîn, destdayîna li ser desthilatdariyê bû, herwiha xwecihkirina li şûna sîstema beriya xwe bû, tu guhertin di nava civakê û zihniyetê de nedan çêkirin, tenê armanca wan desthilatdarî bû.
Lê ger em ji şoreşa 19’ê Tîrmehê bi vî rengî penase bikin, em nikarin navê şoreşê lê bikin. Şoreş tê wateya ku di bingehîn de civak, çand û demokratîkbûn pêş bikeve. Yanî armanca sereke avakirina civakeke exlaqî û polîtîke. Şoreşa Rojava jî li ser vî bingehê hat avakirin, şoreşê hêz û vîna xwe ji gelan girt.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser asta Kurdistan û tevahiya cîhanê çi pêşketin bixwere anî?
Şoreşa 19’ê Tîrmehê weke şoreşa jin tê pênasekirin, ji ber ku azadiya jin tê de li pêşe, jinê di tevahiya qadan de cihê xwe girt, ev jî dide ispatkirin ku taybetmendiya vê şoreşê ne wekî taybetmendiya şoreşên dinin, herwiha mirov nikare wê weke şoreşên din jî şîrove bike. Li vir civak bi hêza xwe û îradeya ciwanên xwe parastina xwe dike. Herwiha gel bi bawerî, rêxistinbûyîn û vîneke mezi li ber xwe dide. Li vir esase îrade û hêza civakê ye, û civak wisa xwe birêve dibe. Li ser vî esasê şoreşa 19’ê Tîrmehê bandora xwe li ser hemû Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê kir.
Şoreşa Rojava yek ji şoreşên herî pîroz yên ku di dîrokê de hatine meşandin. Ji ber ku ev şoreş, şoreşa exlaqî, wijdanî û mirovahiyê ye. Di roja me ya îro de tevahî mirovahî û neteweyên cîhanê çavê wan li Rojava ye. Ji ber ku di nava şoreşa Rojava de tevahî hêzên demokratîk û tevahî mirovahî cih digire, ji ber wê çav û siyaseta hêzên hegemon jî li ser Rojava û şoreşa wê ye. Hêzên hegemon şoreşa Rojava weke gefekê li ser xwe dibînin, ji ber vê yekê tevahî hêzên NATO û bi taybet dewleta Tirk vê şoreşê weke gefekê li hemberî xwe dibîne. Lê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê tu carî li hemberî desthilatdariya ku bi hezaran salin mirovahiyê dike koleyê xwe, serî netewand û hertim bi berxwedaniyeke mezin pêş ket. Ji ber vê yekê jî ev şoreş bû hêviya gelên bindest. Her çendî êrîş û gefên dewleta faşîst ya Tirk li ser Rojava û Şoreşa 19’ê Tîrmehê hene jî, ev tê wateya ku ev dewlet ewqas ji vê şoreşê ditirse.
Şoreşa Rojava nûnertiya xeta heqîqeta rastiya civaka ku cewherê xwe ji rastiya mirovahiyê digire, dike. Herwiha netewa demokratîk ku bingeha wê civakbûna rasteqîne ye di xwe de dide ava kirin.
Qasî ku di dîrokê de dijminên şoreşê hene, di heman demê de hezkiriyên azadî, aştî û wekheviyê jî li hemberî vê yekê hene. Her çendî dijminê gelê kurd û hevkarên wan bixwazin şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibin, wê ewqasî hezkiriyên azadî, aştî, wekhevî û dostên wan jî bi hevre li ber xwe bidin û şoreşa mirovahiyê biparêzên.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê çirûska yekemîn di Kobanê de avet û DAÎŞ’ê têk bir. Berxwedana Kobanê bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê û li giştî Rojava belav bû, bandora xwe li ser her çar parçeyên Kurdistanê jî kir. Piştî şerê DAÎŞ’ê heqîqet derket pêş û şoreşê bandora xwe ne tene li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, li tevahiya cîhanê bandor kir. Ji ber ku li wir parastina tevahiya cîhanê kir.
Bajarê Reqa jî ku çeteyan ew wekî paytexta xwe ragehandibû, piştî rizgarkirinê bûye peytexta netewa demokratîk, di heman demê de li giştî bajarê Bakur û Rohilatê Sûriyê de jî pirojeya Netewa Demokratîk pêş dikeve. Ger li hemberî DAÎŞ’ê berxwedînî nehatiba kirin, xeteriyeke mezin li ser tevahiya cîhanê çêdibû. Bi felsefa Netewa Demokratîk a ku Rêber Apo pêşxistiye, rihê berxwedanê li Rojava pêşket, li hemberî zîhniyeta îslama radîkal, li hemberî zîhniyeta netewperestiyê û cînsiyetperestiyê tekoşîneke pir xurt hate meşandin.
Ji bo parastina şoreşa 19’ê Tîrmehê û destkeftiyên wê pêwêste çi bê kirin?
Ev 12 sal di ser destpêkirina şoreşa Rojava re derbas dibin û gelek tecrûbeyên mezin jî bidestxist, li Rojava tecrûbeyên siyasî, leşkeri û rexistinî yên mezin hatine girtin. Şoreş ji ber ku di pêvajoyeke pir zehmet de derket, kemasî jî derketin. Ji bo ku em kêmasiyan nas bikin û analîz bikin, pêwêste em ji du milan ve lê binêrin. Ji milekî ve zirûfên derve û ji milê din ve jî yê hundirîn. Yên derve wekî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji destpêka şoreşa Rojava û heta niha dewam dikin û armanca sereke jê şoreşa 19’ê Tîrmehê bû. Herwiha hin tevger û partiyên kurd jî ketin nav liv û tevgerê û xwestin şoreşa 19’ê Tîrmehê reş bikin. Di aliyê aborî de jî dorpêçeke mezin hebû, li aliyekî Başûr û li aliyê din jî hikumeta Şamê dorpêç li ser Rojava dida ferizkirin.
Ya hundirîn jî, helbet civakeke ku bi 10’ê salan di bin sîstema dewletê de ewqas zilm û zor lê hatiye kirin, herwiha li ser zihniyeta dewletê mezin bûbe, ev zihniyet wê li pêşiya şoreşê astengiyên mezin çêbike, wisa civak fêrbûye ku bê desthilatdarî û bê dewlet ew nikare jiyan bike. Li aliyê din jî ewqas erîşên dewleta Tirk yên li ser heremên me taybet li Girê Sipî Serêkaniyê û Efrînê koçkirina gelê me bandoreke mezin li ser şoreşê dike. Rûsya destek da dewleta Tirk ku Efrînê dagir bikin, Amerîka jî destek da ku Girê Sipî û Serêkaniyê dagir bike. Vê heqîqet bandoreke neyînî li ser şoreşê kir. li keleka wî jî berxwedaniya gel û şervanê YPG-YPJ li giştî kudîstanê de dîrok nivîsandin û tekoşîneke bê hempa dan meşandin, ji bona rizgarkirina heremên dagirkiri ew berxwedana şervana heta niha jî berdewam dike.
Ji bona ku em şoreşa xwe bihêztir bikin û li tevahiya Rojhilata Navîn û cîhanê belav bikin, pêwîste em van rastiyan baş analîz bikin û binirxînin, herwiha pêwîste tekoşîna şoreşa me, di çarçoveya ku tecrîda li ser Rêber Apo bişkînîn pêwîstî bi tekoşîneke civakî û fikrî heye.






