Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama fikir û felsefeya Rêbertî ye’

17/07/2024
in Uncategorized
A A
‘Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama fikir û felsefeya Rêbertî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçean

Mesûc Mihemed ê ku bi Rêber Abdulla Ocelan re civiyabû diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana fikir û felsefeya navneteweyî û got: “Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.”

Welatiyê bi navê Mesûc Mihemed (47) ê ji gundê Selam ê girêdayî bajarê Dirbêsiyê ye û di 1992`yan de tevî çend ferdên malbata xwe û komek ji welatiyan li Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li herêma Bîqa ya Lubnanê bi Rêber Abdullah Ocalan dîtin.

Mihemed bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocelan piştî dîtina wî bawer kir û got: “Dema min Rêber Abdullah Ocelan dît, ez bi heyecan bûm. Rêber Abdullah Ocelan bi saetan li ser avakirina şoreşê li Kurdistanê, welatparêzî û hezkirina welat axivî. Nêrîneke wî cuda hebû. Kesan ji cara yekê nas dike. Xwedî hêz û zanabûn bûn. Bûyerên li herêmê diqewimîn dizanî.”

Mihemed wiha domand: “Rêber Abdullah Ocelan bi civak û gel ve girêdayî ye. Şoreşa Rêber Abdullah Ocelan dest pê kiriye ji tevahî şoreşên li Kurdistanê hatine lidarxistin cudatir e. Vê şoreşê gelê Kurd zindî kir. Şoreşeke xurt û bi hêz bû. Bi fikir û felsefeya neteweya demokratîk tevahî planên dijmin ên bi armanca bidawîkirin û qirkirina gelê Kurd hatin têkbirin.”

ˊŞoreşa 19ˊê Tîrmehê encama fikir û felsefeya Rêbertî yeˊ

Mihemed diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li pêş çavên cîhanê, rêxistinên mirovî, hiqûqî û civata navneteweyî pêk hat û wiha pê de çû: “Dewletên komploger Rêbertî girtin û xistin girtîgeha Îmraliyê. Ew dewleta tecrîda giran li ser wî ferz dikin. Nahêlin parêzer û malbat pê re bicivin û peywendiyê pê re bikin.”

Her wiha Mihemd destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan girtîgeha Îmraliyê veguherand dibistana fikir û felsefeya neteweyî û got: “Şoreşa 19ˊê Tîrmehê encama fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e. Ji lew re li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dorpêç hatiye ferzkirin. Bi rêya wê yekê dixwazin Rêbertî ji gel bi dûr bixin, rê li pêş belavkirina fikir û felsefeya wî bigirin û siyasetên xwe yên faşîst li dijî gelê bi azadiyê bawer e pêk bînin.”

Mihemed anî ziman ku klîta çareserkirina doz û krîzên li Rojhilata Navîn fikirê Rêber Abdullah Ocalan e û pêdiviya gelê Kurd û gelên din ên aşiqê azadiyê ne bi analîz û perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan hene. Ji lew re divê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bê.

Di dawiya gotina xwe de Mihemed bal kişand ser dewleta Tirk a dagirker ku ji deh salan ve hewl dide gelê Kurd tune bike û nikare Kurdan qir bike û wiha got: “Divê tevahî di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan de têkoşîn û berxwedanê mezin bikin û heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî li qadan bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.