Birûc Resûl/Qamişlo
Jinên pêşeng yên Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye, pêwîste tevahî jin li hemberî êrişên li dijî destkeftiyên jinê bisekinin û nirxên şorşê biparêzin.
Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi pêşengiya jinên Rojava dest pê kir û li tevahiya cîhanê deng veda, di hman demê de ji tevahiya jinên azadîxwaz yên cîhanê re bû mînaka berxwedanê. Di hemû qadên jiyanê de jinan bi rola pêşengtiyê lîstin û xwe pêş xistin.
Derbarê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê de, jinên Rojava ku pêşengiya şoreşê kirin û ji bo serxistina şoreşê hîn jî xebatê didin meşandin ji rojnameya me re axivîn.
‘Jin di avabûna şoreşê de hêza xwe nîşan da’
Endama Komîteya Kordînasyona Kongreya Star Remziya Mihemed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi avabûna Kongra Star gaveke geleke mezin hat avêtin û dikarîbû ku di vî alî de fikirê xwe belav bike. Me dît ku di gelek şoreşan de jin di dawiya her tiştî de hatiye hiştin û pir zêde navek jê re nehatiye dayîn, heta di gelek şoreşên kurdan de jî bi vî awayî bû. Her li ser jin û civaka kurdan qirkirnekî siyasî hatiye meşandin. Ji bona vê yekê dema xebatê Kongrs Star hate destpêkirin û bi taybetî bi hatina şoreşê re, jin bi rengekî aktîv tevlî xebatan bû, her wiha di avabûna şoreşê de hêza xwe nîşan da û tevlî hemû qadên civakê bû, kesên li hemberî zilma DAIŞ`ê sekinîn, Yekîniyên Parestina Jin bû. Di aliyê sazîkirina Rêveberiya Xweser de jî jin bi tevlîbûna xwe sûdekî gelek mezin da û xwest xwe bighîne her cihê ku zilm lê heye û li dijî zilmê sekinî. Di sîstema hevserokatiyê de jin cihekî xwe yê taybet girt û di asteke gelekî bilind de hewil da pirsgrîka jinan bi taybet di hundirê civakê de bi riya diyalogan çareser bike.”
‘Bi fikirê azadiyê bijîn’
Remziya di dazîn ku pêwîste jin xwe bi têkoşînê re bike yek û wiha domand: “Di herêma me de şerekî gelek taybet ji hêla dewleta tirk a dagirker ve tê meşandin û di heman demê de rojane gef li ser herêma me tê xwarin, li hember wê jî pêwîst e jin sekina xwe bide nîşan. Ji lewra pêwêste her jinek li her saziyekê xwe bi tekoşînê re bike yek û hêza xwe derxe holê. Di heman demê de pêwîst e ku jin di aliyê zanist, perwerde û avakirinê de roleke giran bidê ser milê xwe. Di kesayeta jin de hêvî bi wate dibe. Ji lewra hêviyên me ji bo azadî û wekheviyê gelekî mezin in. Em bi van hêviyan bangewaziya xwe ji bona hemû jinan dikin ku di hindirê civakê de û di saziyên Rêveberiya Xweser de xwedî li şoreşa 19’ê Tirmehê derkevin û em bi hev re van nirxan biparêzin. Mîraseya ku di aliyê Şehîdên Jin de derketina holê pêwîst e em xwedî lê derkevin.”
‘Desthiladarî ji hêza jin ditirse’
Di heman çarçoveyê de berdevka Yekîtiya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer balkişand ser rola jin di hundirê şoreşa 19′ TÎrmehê de û wiha got: “Gelek guhertin di şexsê jinê de hate avakirin. Jin bi her awayî karî cihê xwe di nava hemû çalakiyan de bigre. Her weha hem di nava qada leşkerî de hem jî di qada siyasî de, jinê cihê xwe girt û gelek gavên ber bi çav avêtin û li ser asta cîhanê bû sembol. Eger em li dîroka desthiladaran meyze bikin, jin her dem bi kirasê kolebûnê hatiye pêçan û bi ti awayî mafê wê yê axeftinê nehatiye dayîn. Gihandina jin di vê astê de hemû bi saye fikirê Rêber Apo ye. Tevlîbûna jinê di qada siyasî û leşkerî de hêz da hemû jinên cîhanê.”
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye’
Di heman demê de endama Kordenasyona Kongra Star Şîraz Hemo da zanîn ku şoreşa 19`ê Tîrmehê di rastiya xwe de ji bo jin û civakê qonaxeke dîrokî bû û wiha got: “Xeta ku îro di hundirê şoreşê de dimeşe, bêguman xeta Bêrîtan û Zîlanan e. Herwiha di şoreşa mirovahiyê de, jin gelek gavên mezin avêtin û bû mînaka jiyanê. Rêber Apo jî li ser şoreşê wiha dibêje;‘şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa jinê ye’. Hîmê pêşengtiya şoreşê di serî de jina kurd bû û wiha hemû jinên pêkhateyên di jî tevlîbûn. Jina kurd bû hêviya hemû jinên ku dilê wan ji bo azadî û demokrasiyê lêdide, ji lewra gelek jinên ji derveyî Kurdistanê jî tevlî yekîtiya şoreşa jinan bûn. Ev jî gavek gelek mezin û bi wate ye.”
‘Ev destkeftî dikeve çarçoveya pêkanîna azadiyê de’
Şîraz Hemo di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêwîste her kes bizanibe ku ev destkeftî yên civakê ne, ne tenê destkeftiyê jinê ne, ev destkeftî dikeve çarçoveye pêkanîna azadiyê de. Her kes dikare cihê xwe bigre û bi rolê bilîze, ji lewra ev bi riya zanebûn û perwerdê, pêkane. Ji ber buyîna ku şoreşê bi ser dixe zanebûn û perwerde ye, herdû girêdayî hev in. Li ser vî bingihê, ji me tê xwestin ku em bibin mînaka jina azad û fikirên wê li her derê belav bikin.”
‘Jina Rojnamevan roleke mezin girte ser milê xwe’
Endama Desteya Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) Evîn Ibrahîm diyar kir ku beriya 12 salan wekî îro çiroska yekemîn wekî şoreşa Rojava li bajarê qehremaniyê Kobanê dest pê kir û koka xwe berbelavî hemû cîhanê kir û wiha got: “Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve hemû jin bi rengekî aktîf cihê xwe di hundirê şoreşê de girtin û tevlî hemû xebatan bûn, jin bû xwediyê şoreşê û bi vî awayî karî bû navê xwe bighênê hemû jinan. Di dîrokê de ev cara yekê ye ku jin ewqas piratîk dide meşandin, ji ber ku beriya niha rastiyeke cuda hebû ku desthiladariya bassê dixwest li ser jinan bide meşandin. Lê bi avabûna şoreşê re jin careke din dengê xwe bilind kir û xeta tekoşînê ji xwe kire bingih. Di heman demê de jin di qada perwerdê de gelek gav avêtin, karîbû nifşên nû perwerde bike, heya dikare bê gotin ku di aliyê zihniyetê de jî xebatek hevpar ji aliyê jinan de hate meşandin. Her weha bi demê re tevlîbûna jinan di qada ragihandinê de jî çêbû, hemû pirsgrîk, buyînên siyasî û şerê ku di herêma me de diqewime bi awayekî lazgîn dighande her deverî. Ji lewra di destpêka şoreşê de Jina Rojnamevan roleke mezin girte ser xwe, hem ji bo xwe tekoşîn dikir û hem ji bo civaka xwe tekoşîn dikir.”
‘Şoreşa 19’ê Tîrmehê nefesek da kesayeta Jin’
Rêveberiya Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Suryê Welîda Botî wiha axivî û got: “Ji destpêka şoreşê heya roja îro Jin karî bû ku tevlî her xebatan bibe û qada xwe parestin, êdî Jin dengê şoreşê belavî cîhanê kir. Di heman demê de şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşa xwe rizgarkirina ji zihniyeta kevneşop û desthiladar, ji ber ku sîstem ji geşedanên ku dinava civakê de diqewime acize. Her wiha avakirina şoreşê cudahiyekî xwe yê taybet hebû me karî ku em xwe bi dewletê ve nekine yek, herî zêde me bi fikira Neteweya Demokratîk xwe pêçand, me karî bû ku fikra baviksalarî ya ku di hêla dewletê de hatiye avakirin fam bikin û bi helwest nêz bibin. Eger em li dîroka mirovahiyê bi rengekî rast meyze bikin gelek şoreş hatine avakirin, lê ji ber bi demê re ew fikir hat girtin şoreş jî hilweşiyan. Ji xwe em gelek caran di dîroka mirovahiyê de rastî buyînrkî bi vî awayî tên, Jin bê îrade kirine û ew ji mafê xwe yê axeftinê dûr xistine, Jin kirine kirde û zilam kirine nesne, ji lewra ev dibe sedem ku şoreş gavên xwe yên dawî jiyan bike ku şoreşa 19’ê Tîrmehê nefesek da kesayeta Jin.”