Argêş Gewda/Qamişlo
Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku gel li herêmên dagirkirî li hemberî nejadperestiya li dijî koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê, rabû ser piyan û li dijî dagirkeriya Tirk serî hilda. Herwiha Hiso da xuyakirin ku wekî Tevgera Civaka Demokratîk ew ê hedem ji bo maf û azadiya gelan têbikoşin.
Di demên dawî de kiryarên nijadperestî yên ku li hemberî koçberên Sûriyê yên li bajarên Tirkiyê tên meşandin, bû sedema nerazîbûn û xwepêşandanên gel li herêmên dagirkirî. Di van bûyeran de hat xuyakirin ku hebûna Tirkiyê li ser axa Sûriyê nayê pejirandin.
Di derbarê xwepêşandanên ku li herêmên dagirkirî û nejadperestiya li dijî koçberên Sûriyê li Tirkiyê pêk tê, hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerib Hiso ji rojnameya me re axivî.
Dewleta Tirk ya dagirker penaberan ji bona berjewendîyên xwe bi kar tîne
Xerîb Hiso da xuyakirin ku armanca dewleta Tirk ya li hemberî penaberan ferasetekê nîjadperestîye û wiha berdewam kir: “Wekî tê zanîn di sala 2011’an de bi giştî axa Sûriyê, di encama rêvebirina ne rast ya desthilatiya Hikumeta Şamê gêşedan di axa Sûriyê de qewîmîn. Bi encama van geşedan û bûyeran, gelek koçber ji bona welatên cîran û yên derve jî çûn. Hin welatiyên Sûriyê çûn welatên Ereban û Awropa, herwiha gelek welatiyan jî berê xwe dan Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê. Ji ber ku piştî gêşendanên ku li Sûriyê de qewimîn, yên bi navê ‘Bihara Ereban ’ destpekê ji bona gel koçber bibe û bike mijara bazirganîyê, beriya hemû dewletên derdorê, dewleta Tirk ya dagirker sînorên xwe vekirin. . Wê demê dijberîyek navbera hikûmeta Şamê û dewleta Tirk ya dagirker hat jîyan kirin. Dewleta tirk ev bûyere jî ji bona berjewendîyên xwe yên bikar anî. Nêzî 4 milyon welatîyên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê di Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê jîyan dikin. Ti zagonên Tirkiyê ji bona di derbarê ewlehî û tendûristîya jîyanî derheqê koçberan da tine ye. Bi taybet welatîyên Rojavayê Kurdistanê her tim bi kiryarên nîjadperestîyê, kuştin, girtin û zordarîya nîjadperestên tirk û dewleta AKP‘ê û MHP‘ê rû bi rû dimînin .’
Hikûmeta Şamê li hemberî wan kiryarên dewleta Tirk ya dagirker ker û lal e
Di heman demê de Xerîb Hiso bibîrxist ku serhildanên gel yên di herêmên dagirkîrî de pêk hatiye û nerazîbunên li hemberî desthilatiya çeteyên Tirk û wiha dewam kir: “Dewleta Tirk ya dagirker li wan herêman di destpêkê de li Efrîn û Serêkanîyê di nav de bi revandinê niştecîhên wan deran bi destê çeteyên kirê kirî hewl didin çavên welatiyan bitirsîne. Ev kiryarê ku di hemberî penaberan tê meşandin dervî exlaq in û di ti zagonan de nehatiye nivîsandin. Li hemberî van kiryaran gelek herêmên dagirkirî gel rabûn serhildanan. Gelek saziyên di bin desthilatiya çeteyên bi navê Artêşa Azad û dewleta Tirk ya dagirker ve tên rêvebirin, hatin şewitandin û gel nerazîbûn nîşan dan. Pir bajarên dagirkirî jî alên Tirkên dagirker anîn xwarê di alîyê çalakvan û hejmarek zêde çete jî di nav de, rastî nerazîbunên gel hatin. Êdî rûyê rast yên dewleta Tirk ya dagirker giştî cîhanê ve xuyakirî ye. Desthilatîya AKP‘ê û MHP‘ê hewldan kir ku bi van çeteyên pere hatine kirîn hêza xwe bi domîne û ev bombeyên ku wan amade kirine destên wan de teqîya’
Hevdîtinên di navbera Erdogan û Eseed de aloziyek mezin di nav gel de ava kir
Xerîb Hiso di derbarê hevdîtinên navbera şefê faşîst Erdogan û serokê hikûmeta Şamê Beşar Eseed jî wiha got: “Erdogan ji bona ev hevdîtine pêk bên pir hewldan kirin. Lê hikûmeta Şamê ev qasî hewldan nekirin. Ev hevdîtine bi du aliyên cûda di fikirin pêk hatin. Politikaya Şefê faşîst Erdogan li Sûriyê demên dawî de dimeşîne jî, sedem eve ku giranîya xwe ya ku hûndir de windakirî hewldan dide ku welatên wek Sûriyê û Iraq û Libya dîsa pîne bike. Ev xuyaye ku Erdogan tirs û xofek mezin jîyan dike. Ti sîyaseta ku hikûmeta Şamê li hemberî desthilatîya AKP‘ê û MHP’ê bimeşîne nema ye. Ev kiryarane encamên îtîfakê peymana Edene pêk tên.’
Rêya çareserîya aloziyê Sûriyê tenê bi ramanên Rêber Apo pêkan e
Xerib Hiso di berdewamîya axiftina xwe de wisa anî ser ziman: “Ev aloziya ku Sûriyê û Rojhilata Navîn de dimeşe berpirsên wê dewletên hegemon û dagirkerin. Ev gêşedanên giştî û yên demên dawî de jî di herêmên dagirkîrî de qewimînî tenê dikare bi riya ramanên Rêber Apo çareser bibe, ti rêya cûda tine ye. Em wek TEV-DEM û saziyên civaka demokratîk jî, em ê heya dawiyê ji bona çareseriyê têbikoşin û fikrên Rêber Apo di nav gel de peş bixin’
Şoreşa 19 Tîrmehê şoreşa hemû gelan e
Hevserokê TEV-DEM‘ê Xerîb Hiso bi hatina 19‘yê Tîrmehê jî peyama pîrozbahî ji bona hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwest û axiftina xwe wiha qedand: “Em şoreşa 19‘ê Tîrmehê li hemû gelên Kurdistanê û bi taybet jî gelên Sûriyê giştî de jîyan dikin em pîroz dikin. Şoreşa 19‘ê Tîrmehê encama ked û xebatên hevkariya gelên li wan deran jîyan dikin e. Ji ber wê şoreşa 19’ê Tîrmehê Rêber Apo weke ‘ Şoreşa Gelan’ bi nav kir. Bi rihê 19‘ê Tîrmehê emê herêmên dagirkirî azad bikin. Di şoreşa 19‘ê Tîrmehê şewqa xwe bide seranserî Sûriyê û Kurdistanê giştî. Li ser wê bingehê em dîsa wek Tevgera Civaka Demokratîk di serî de li avakerê şoreşa 19’ê Tîrmehê Rêber Apo re, bi malbatên şehîdan re pîroz dikin û ev pakrewanên ji bona wê şoreşê canê xwe feda kirin jî dîsa bibîr tînin û soza bilindkirina tekoşînê dûbare dikin.’






