Sunday, June 1, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dagirkeriya Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke tirkî’

16/07/2024
in NÛÇE
A A
‘Dagirkeriya Tirk dixwaze Başûrê Kurdistanê bike wîlayeteke tirkî’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Rewşenbîr Ebûd Mexso diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi hevkariya PDK’ê dixwaze Başûr bixe parçeyek ji Tirkiyê. Her wiha Mexso anî ziman ku hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re di şerê li dijî Gerîla ne di xizmeta gelê kurd de ye û eger ziyan bighêje Tevgera Azadiyê wê zerer bighêje tevahiya Kurdistanê.  

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê û bêdengiya hikumeta Îraqê didomin. Têkildarî heman mijarê hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê, Ebûd Mexso bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê pêwîste em çawa bigrin dest?

Di serî de divê em armanca êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û Qadên Berxwedanê bidin diyaririn, wekî tê zanîn piştî ku Erdogan û AKP’ê di hilbijartinên şaredariyan de bi bin ketin, êdî dewleta Tirkiyê ji aliyê aborî û siyaseta xwe ya derve de şikest. Lewma da ku dewleta Tirk pirsgirêkên xwe yên hundurîn çareser bike, dest bi hevdîtinên herêmî kir, berî demekê me dît ku Erdogan serdana Hewlêr û Bexdayê kir. Di roja îro de jî Erdogan ji bo berjewendiyên xwe dixwaze bi Esed re bicive. Piştî ku Erdogan serdana Başûr û Îraqê kir, me dizanîbû ku wê hin pilan li dijî Tevgera Rizgariya Kurdistanê werin danîn. Em dibînin ku îro pêngaveke dagirkeriyê li ser Başûrê Kurdistanê û Gerîla tê meşandin, ev yek jî bi alîkariya PDK’ê tê kirin. Bila PDK’ê bizanibe hevkariya bi dewleta Tirk re riyeke şaş e, eger ziyan bighêje Tevgera Rizgariya Kurdistanê wê ziyan bighêje her çar parçeyên Kurdistanê. Armanca jê xerbatir ew e ku Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê bike wîlayeteke Tirkî. Armanca dewleta Tirk a din ew e ku bi vê pêngavê çavê raya giştî ji pirsgirêkên xwe yên hundirîn bide girtin. Bê guman ev ne cara yekem e ku pêngavên êrişan li ser Gerîla tên meşandin, di salên 1990’î de pêngavên ji vê pêngavê dijwartir li ser Gerîlayên Azadiyê hatin meşandin. Di wê demê de dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê, YNK’ê, qirûçî, Israyîl, firokên emerîkî, êrişên ji van êrişên roja îro dijwartir da meşandin. Tevî wiha jî ji wê demê heya roja îro ti caran Gerîla neşikestiye û di baweriya me de ti caran naşke, ji ber ku Gerîla xwedî tecrube ne û di şeran de û di aliyê teknîkê de jî bi çekên xwe li pêş ketine.

Li hemberî vê dagirkeriyê hûn bêdengiya hikumeta Îraqê çawa dibînin?

Bêdengiya Îraqê ji hember van êrişên ku li ser Başûrê Kurdistanê û pilana dagirkeriya Tirkiyê tê wateya bêhêzbûna hikumeta Îraqê. Îraq ne di wê hêzê de ye ku li hemberî dagirkeriya Tirk bisekine, ji ber ku ew bi xwe ji hêz ketiye. Di heman demê de berjewendiyên dewleta Îraqê yên teng jî dibin sedem ku bêdengî çêbibe. Sedema yekem, Riya Eltenmiye an go Riya Geşedanê ya abûrî ye ku di navbera Tirkiye û Kendava Erebî de û wê di Îraqê re derbas bibe. Bi saya vê riyê, wê rojane bi sed hezarên dolaran têkeve ser abûriya îraqê de. Her wiha wê ava Çemê Firat û Diclayê xurtir bibe. Ev hemû peymanên ku di navbera dagirkeriya Tirk û dewleta Îraqê de çêdibin dikevin xizmeta abûriya Îraqê de. Li aliyê din gelên Îraqê bi kurd, ereb û pêkhateyên din zererê dibînin, bi taybet yên ku li ser sînorên Tirkiyê û Îraqê bi cih dibin. Hikumeta Îraqê berpirsiyar e di warê parastina gelên Îraqê de, lê Îraq bi van peymanên veşartî yên ku dikevin xizmeta berjewendiyên wê, xiyanetê li gelên xwe dike.. Beriya çend rojan Qes Xizeelî eşkere kir ku “Divê dewleta Tirk di demeke nêz de ji axa wan derkeve, eger ev pêk newe, em ê bi xwe li hember bisekinin.” Ev yek jî tê wateya ku gelên Îraqê û gelek partiyên Siyasî ji van peymanan ne razî ne.

Li hemberî hevkarî û xiyaneta PDK’ê bi dagirkeriya Tirk re pêwîste li ser asta Kurdistanî, herêmî û cîhanî çi were kirin?

Di serî de hevrêziya kurdî her roj, meh û seet mîna ba, av û xwarinê ji bo gelê kurd pêwîst dike û xwedî girîngiyeke pir mezine. Lê mixabin hin partiyên kurdî bi taybet PDK’ê ku ketiye bin sîwana dewleta Tirk, pirsgirêkan ji bo yekîtiya kurdan derdixe. Ev yek jî ne tiştekî nû ye, hezar carî mixabin ku ji mêj ve heta roja îro PDK’ê van kiriyaran dike. Di serdema nemir Celal Telebanî de, PDK’ê li dijî Telebanî kar kir, şer di navbera herdû aliyan derket û bi hezaran ji pêşmergeyên YNK’ê û PDK’ê jiyana xwe ji dest dan. Ji xwe kiriyarên wê yên wiha hîn didomin, îro jî pêşmergeyan li dijî Gerîla bi kar tîne û bi dewleta Tirk re hevkariyê dike. Hêviya me ew e ku şerê birakujî çênebe. Banga me ji her pêşmergeyekî welatparêz re heye ku ji şerê li dijî Gerîla vekişe. Di heman demê de gelê kurd li Kurdistanê bi giştî û kurdên Başûr bi taybet li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeriya Tirk re rabin ser piyan. Li aliyekî din em ji PDK’ê re dibêjin siyaseta te ya şaş û hevkariya bi dijmin re têkbirina kurdan bi xwe re tîne. Lewma heta ku PDK’ê ji riya xwe ya şaş vegere û hevrêziya kurdan pêk were, pêwîste kongreyekî netewî kurdî li ser asta Kurdstanê li dar bikeve. Her wiha em weke gelê kurd divê em hemû destê xwe û sînga xwe ji hev re vekin da ku em bibin hêzek li dijî pilanên dijmin û destkeftiyên xwe biparêzin.

Post Views: 128
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E
HAJMARA PDF

PKK’Ê DÎROK Û SIBEROJ E

01/06/2025
‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’
ÇAND Û HUNER

‘Em bi feraseta çanda resen, çanda nûjen diafrînin’

01/06/2025
Entustrîkirina Çandê
QUNCIK NIVÎS

Parastina çanda resen

01/06/2025
Wêje rih û nasnameya civakê ye!
ÇAND Û HUNER

Wêje rih û nasnameya civakê ye!

01/06/2025
Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e
ÇAND Û HUNER

Elî Hacî Ehmed; Dengbêjî Hest e

01/06/2025
jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye
CIVAK Û JIYAN

jiyana komînal bingeha hebûna civakê ye

01/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.