Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Yekemîn dansvana balê li Qamişlo; Nazik Elelî

14/07/2024
in Uncategorized
A A
Yekemîn dansvana balê li Qamişlo; Nazik Elelî
Share on FacebookShare on Twitter

Roj Mehmûd/ Qamişlo

Dansvana balê Nazik Elelî diyar kir ku wê di dema belvbûna nexweşiya korona de di sala 2022’an de, ji ber rawestndina xwedinê û tevahiya tevgerê wê xwe fêrî dansa balê kir.

Dansvana balê Nazik Elelî ya 22`salî, diyar kir ku wê ji zaroktiya xwe ve hertim hewil dida ku xwe pêş bixe, herwiha armanca xwe ya fêrbûna dansa balê pêk bîne. Lewra wê ew armanc ji xeyalên xwe re kir rastî û fêrî dansa balê bû.

Girêdayî fêrbûn û jêhatiya dansa balê, dansvana balê Nazik Elelî ji rojnameya me re axivî.

Zehmetiyên derketin pêşiya wê

Nazik Elelî diyar kir ku ew yekemîn keç li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dansa balê dike û wiha got: “Ez di sala 2002’an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûm, di navbera Qamişlo û paytexta Sûriyê Şame de dijîm, min ji zaroktiya xwe ve ji hunera balê hez dikir. Hertim min armanc dikir ku ez xwe fêrî dansa balê bikim, lê li bajarê Qamişlo cihên fêrkirina dansa balê tine bûn. Dema ku min derfet nedît li Qamişlo perwerda dansa balê bibînim, min biryar da ku di sala 2017`an de biçim Şamê û xwendina xwe berdewam bikim, lê çûyina min ji bo Şamê armanca sereke jê pêkanîna xeyala min ya zaroktiyê bû. Ji bo hunerê ez li Şamê li her aliyekî geriyam ku alîkariya min bikin û min kesek nas nedikir, lê wekî tê gotin; bide dû xeyal wê xeyal bibe rastî, ya min jî bû rastî. Her wiha ez di sala 2018`an tevlî koma govendê ya folklorî ya bi navê “Aştî” bûm û nêzî 6 mehan min dewam kir.”

Nazik xeyalên xwe kir rastî

Nazik Elelî di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku wê xwestek û hezkirina xwe ji dansa balê re pêk anî û wiha got: “Min şanoyên xwe pêşkêş kirin û di pêşandanê de rola sereke girt, piştî wê jî min şanoya bi navê  “Sûriyê” pêşkêş kir, ku tê de gelek cureyên dansa balê, gelêrî û hevdemî hebûn. Ez jî bi “Yael” beşdar bûm. Koma Şanoya Dansê ku min bi wan re çar pêşandanên şanoyê pêşkêş kirin û di her du koman de jî rolên stêrkan hebûn, rastî gelek rexneyan hatim, lê min xwest ku ez van rexneyan bikim tiştekî erênî di civakê de, li bajarê Qamişlo ku berî min kesek bi vê hunerê nebû, lewra ez yekem keç bûm ku bala civakê kişand ser ev cure hunerê.”

‘Yekem car min li kolonên Qamişlo dansa balê kiriye’

Nazik wiha dewam kir: “Di 2022`an de dema ez daketim Qamişlo di wê demê de qedexeya ji bonexweşiya  korona hebû, xwendin û her tişt di wê demê de hatibû rawestandin, ez li kolanên bajarê Qamişlo geriyam ket bala min de ku ez danseke balê li kolanan pêşkêş bikim. Her wiha di dawiya sala 2020`an de dema ku min vîdyoyek dîlanê li taxên navendî yên Qamişlo kişand, guhertinek mezin çêbû û xelk ji bo perwerdekirin û qeydkirina kursên govendê bi min re têkilî danî, lê min nekarî demek dirêj li Qamişlo bimînim, ji ber xwendina min zanîngeha Şamê bû, ji ber vê yekê min nikarîbû alîkariya wan bikim. Heta ku hejmareke zarok hebûn, ji ber ku di Îlona borî de hejmara wan giha 40 keç û xortan da ku ez wan fêrî dansa balê bikim, lê min soz da wan ku piştî ku ez vegerim Qamişlo ez ê pewerdeyêa dansa  balê belê bidim wan.”

‘Huner bingeha her tştî ye’

Dansvana balê Nazik Alelî axaftina xwe wiha qedand: “Dema ku di civakê de huner tune be, jiyan jî tune ye. Wekî kesayeta min ez ji bo hunerê dijîm, ne tenê bi dîlanê, lê bi tevahiya cûreyên hunerê. Bi dîtina min tevî gelek rexneyên ku li ser min hatin kirin jî,  hinek ji wan gihîştin asta gotinên ne xweş, lê li gorî rêjeya kesên ku bi min re bûn û piştgirî dan min û ew gelek bûn, ez hertim di encam de dibînim ku yên piştgiriya min kirine gelek in. Daxwaza min ew e ku dibistanên balê li Qamişlo bên vekirin û di demeke nêzîk de werin vekirin. Ez dibêjim ku armanca we ji tişkî re hebe hewil bidin ku wûn bighên armanca xwe, despêkê min wî digot wê civak ji min re çibike lê min naskirî ku roj bi roj civak diguhere.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.