Saturday, June 6, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jina dengzelal û sazbenda hêvîdar; Hêvyar Hemo

14/07/2024
in Uncategorized
A A
Jina dengzelal û sazbenda hêvîdar; Hêvyar Hemo
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hêvyar Hemo jineke ciwan xwedî hestekî xweş, dengzelal û sazbendeke jîr ya tembûrê ye ku  ji zaroktiya  xwe ve mijûlî hunerê bûye. Hêvyar di dema niha de dixwîne û karê rojnamegeriyê dike, hêviya Hêviyar ew e ku vegere qada hunerê û warê zeytûnê.   

Stranbêjî, muzîkjenî, li gel xwestek û vîna jinên ciwan, li Rojava heya radeyekê baş tê dîtin, ji van jinên ku mijûlî aliyê hunerê bûne Hêvyar Hemo ye

Jiyana Hêvyar

Hêvyar jineke ciwan e, ji gundê Hisê yê girêdayî navçeya Mabeta ya Efrînê ye, di 22’yê Tîrmeha sala 2004’an de ji dayîk bûye. Ew sitranbêj û sazvaneke kurd e. Refê 1 heya 3’yan li Helebê xwendiye, piştî aloziya Sûriyê destpêkir, vedigere gundê xwe û qonaxa seretayî ji xwendina xwe li wir bi dawî dike. Piştî wê jî diçe mala bavpîrê xwe û xwendina navîn bi destpêkirina êrişên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê re bidawî dike. Piştî ku êrişên dagirkeriyê dest pê dike, bi malbata xwe re koçberî Şehbayê dibin. Êdî Hêvyar li xwendina xwe ya amadehî li dibistana gundê Bênê tevî şert û mercên jiyanê û êşa koçberiyê bi dawî dike. Lê tevî êşa koçberiya ji cih û warê xwe, herwiha rewşa zehmet, Hêvyar serkeftin armanca wê bû, lewma jî bawernameya xwendina amadehî ya kurdî bi şaxê zanistî wergirt. Hêviyar di zaroktiya xwe de girêdayî hunerê bû jî, ji wênesaziyê hezdikir, lê bêtirî xwe, wê ji stranbêjiyê û lêdana sazê hez dikir. Ji ber vê yekê jî wê hem girêdayî hunerê bû û hem jî xwendina xwe didomand. Piştî Hêviyar xwendina amadehî bi dawî kir, berê xwe da Qamişlo ji bo ku beşê Komputer li Zanîngeha Rojava bixwîne. Hêviyar di dema heyî de gihiştiye sala 3’an ji salên xwendina zanîngehê, di heman demê de jî kar û xebata rojnamegeriyê di Rojava TV’iyê de dike.

Hezkirina wê ji hunerê

Hunera destpêkê ya ku Hêviyar di qonaxa zaroktiyê de jê hez kir, wênesazî bû, wê dema xwe bi xêzkirn tiştan ve mijûl dikir. Lê dema ku saza di destê bavê xwe de dît, evînek ji wê amûrê re li cemê hat afrandin. Hêjayî gotinê ye ku bavê Hêviyar, tembûrvan e, dema ku Hêvyar refa 8’an dixwend bavê wê kursên fêrkirina amûra tembûrê didan şagirtan. Hêvyar jî bû yek ji şagirtên bavê xwe û bi vîneke xurt dest avêt tembûrê û xwe fêr kir. Hêvyar hin bi hin xwe li pêş xist û pê re jî stran digotin. Dema ku Efrîn hat dagirkirin, ew bi temenê xwe biçûk bû, lê bavê wê helbesteke stranî bi navê Ax Derdê Min li ser Efrînê nivîsand û Hêvyar jî ew helbest bi awaz kir. Piştî ku ew bi malbata xwe re koberî Şehbayê bû, tevlî xebata çand û hunera Şehbayê bû, di piraniya çalakî, şahî û şevbuhêrkên hunerî dibû û stran digotin. Piştî ku hate Qamişlo û dest bi xwendina zanîngehê kir, ji hunerê dûr ket. Xwestek û hêviya Hêvyar ew bû ku beşê muzîkê bixwîne lê ji ber hin sedemên girêdayî malbatê nikarîbû xwesteka xwe pêk bîne. Lê ew gelekî bi hunera stranbêjiyê û tembûrvaniyê ve girêdayî ye bi taybet gotina stranan. Hunrermendê ku Hêvyar jê hez dike û stranên wî dibêje hunermendê nemir, Bêto Can e, wê piraniya stranê Bêto Can ezber kirine û wan dibêje.

Astengiyên ku derketin pêşiya hunera wê

Xewna Hêvyar ew bû ku xwendina xwe di warê muzîkê de bidomîne, lê yek ji astengiyên herî mezin ku derketin pêşiya xwena wê, qeydên civak û malbatê yên di derheqê jinê de bûn. Civaka ku Hêvyar di nav de dijiya, stranbêjî jê re nedipejirand, malbata wê jî tenê weke jêhatiyeke takekesî ji Hêvyar re erê dikir. Ango ramana ku Hêvyar bibe hunermendeke berz û asîmanê cîhana jinan ê hunera kurdî bixemilîne, li cem civakê û malbatê nehat qebûlkirin.  Ev astengî hişt ku ew ji qada piratîkî ya hunerê dûr bikeve û stranbêjî bibe xewnek. Malbatê xwesteka Hêvyar a ji bo xwendina beşê muzîkê  red kir. Êdî dema ku Hêvyar hate Qamişlo û dest bi xwendina zanîngehê kir, hîn bêhtir ji stranbêjiyê dûr ket. Ew niha bi tena xwe li Qamişlo dijî, dixwîne û hem jî kar dike, sedema ku hişt kar bike jî ji ber ku bi tena xwe li vir dijî û rewşa madî jî ne alîkar e. Niha ne tembûr heye û ne demeke vala li cem heye ku rahêje tembûrê.

Hêvyar bi hêvî ye ku karibe hunera xwe bidomîne û veger Efrînê

Hêvyar jineke ciwan xwedî dengekî xweş û hestekî nazik e, lê astengiyên ku derketin pêşiya wê bandoreke neyînî li hunera wê kir. Lê hêvî û xwesteka Hêvyar ji hemû astengiyan bi hêztir e, ji ber ku hertim huner, stran û muzîk di arazû, aşop û giyanê wê de dijîn. Herwiha bi hunerê ve hatiye girêdan, di dema karê rojnamegeriyê de de di dilê xwe de stranan dibêje, di kêliyek biçûk ji valahiyê de hestê xwe derbirîn dike. Ew niha bi hemû hêza xwe hewl dide ku stranbêjiyê winda neke ji ber astengiyan û hem jî berxwedaniyeke  mezin dike ji bo vê yekê. Hêviya Hêvyar û xwenên wê meşa li ser riya  hunerê ye û xwesteka wê rizgarkirna Efrînê ji destê dagirkeriya Tirk û vegera bi rûmet li warê zeytûnê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
ROJEV

Rêber Apo Careke din Tekez kir ku Demokratîkbûn Pêwîstiyeke Jiyanî ye:

06/06/2026
Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand
NÛÇE

Rêber Apo ji 24’emîn Civata Giştî ya KNK’ê re peyam şand

06/06/2026
Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?
POLÎTÎKA

Planên Barrak li Îraqê hene, divê partiyên Kurdî li Başûr çi bikin?

06/06/2026
Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin
CIVAK Û JIYAN

Li Amedê Nanê Gel tê amadekirin

06/06/2026
Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir
JIN

Serlêdana 2’yemîn Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz dest pê kir

06/06/2026
Roja Cîhanî ya Jîngehê
Aborî û ekolojî

Roja Cîhanî ya Jîngehê

06/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.